Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 2 serbazgehên DAIŞê li biyabana Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî endamine DAIŞê yên xwestî di operasyoneke dawîn de li Wadî Husêniyatê li biyabana Enabrê digirin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî endamine DAIŞê yên xwestî di operasyoneke dawîn de li Wadî Husêniyatê li biyabana Enabrê digirin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî du kampên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) li devera Wadî Husênuyatê li biyabna parêzgeha Enbarê di operasyoneke ewlehî dawîn de wêran kirin, rêberê êlekê ji Diyaruna re got.

Yekîneyin ji Fermadarîya Operasyonên Enbarê û foca tektîkî ya Birêvebrîya Polîsê Enabrê beşdarî êrîşa li ser herdu kampan di roja Yekşem û Duşemê (27ê Gulanê) de bûn.

Hêzan heyberine cihêreng ji kampan desteser kirin berî wan wêran bikin, di nav de komputer, alavên hevpeywedîyê, çek û belge. Herwiha wan agir bi kamyoneke biçûk xist.

Hejmareke kesên xwestî di operasyonê de hatin girtin, ku li deverên derdorê operasyonên maliştinê da ji DAIŞê paqij bikin jî pêk tên.

Hêzên Îraqî heyberên ku di hundirê du kampên DAIŞê de bûn li devera Wadî Husêniyatê li biyabana Enabrê di 26 û 27ê Gulanê de desteser dikin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî heyberên ku di hundirê du kampên DAIŞê de bûn li devera Wadî Husêniyatê li biyabana Enabrê di 26 û 27ê Gulanê de desteser dikin. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Dawîn operasyon beşekî rêzeoperayonên ewlehîyê yên vê dawîyê li rojavayî biyabanê qewimîne ye," rêberê êlekê li rojavayê Enbarê Xanim Ayfan anî zimên.

Ayfan got ku li gel Wadî Husêniyatê, operasyon Wadî Qedhef, Wadî Horan, Wadî Ecremiya û Wadî Ebyed û devera Emicê jî girt dest.

Wî dîyar kir ku armanc û deverên dijmin hatin vedîtin "di rêya koleçana asmanî û xebata hewalgirîyê ya li kezeba biyabanê."

Li biyabanê ne cih ne war ji DAIŞê re heye

Ayfan destnîşan kir ku di dawîn operasyona li Husêniyatê de "derbeyeke din a xurt li paşmahîyên DAIŞê ket ên hewl didin ji xwe re deverinan di hundirên biyabanê de bibînin da ku bikin cihê pêkanîna êrîşên xwe yên terorîst li dijî bajar û gundên [Enbarê]".

Afyan daxuyand ku "weke van êrîşên dijber dê rê nede dijmin ku xwe ji nû ve bi rê xistin bike û çalakîyên xwe berdewam bike," çi ku endamên DAIŞê xwestin newal, gelek şikeft û veşartgehên xwezayî keysbaz bikin da baregehên razî ava bikin.

Wî ragihand ku hêzên ewlekarî û yên hewlagirîyê aniha "di çavdêrî û şopandina paşmahîyên DAIŞê de pir pispor bûne, her çi qasî ew xwe li deverên dûr jî xwe veşêrin."

Wî got ku piştevanîya civakên êlî û xwechî di şerê li dijî DAIŞê de "hêmana sereke ya aramîya ewlehî û parastina serbazî ye," ku bang li desthilatan dike ku beşdarîya xwechî di berpirsyarîyên ewlehî de xurt bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500