Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl û zarokên Sûrî di êrîşên asmanî de li Idlibê tên kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Berevanîya Sivîl ya Sûrî mêrekê ji bin molozên avahîyekê li Erîhayê rizgar dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine Berevanîya Sivîl ya Sûrî mêrekê ji bin molozên avahîyekê li Erîhayê rizgar dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên zexm ji alîyê rejîma Sûrî ve bi dehan sivîl kuştin, di nav wan de zarok, li parêzgeha Idlibê di van her çend rojên bûrî de, çalakekî xwecihî ji Diyaurna re got.

Endamine Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Xûzeyên Sipî) berdewam dikin li kesên windayî digerin li bin molozên avahîyên wêrankirî, çalakger Heysem Idlibî got.

Idlib û beşin ji parêzgehên Heleb ,Hema û Lazqîyayê yê hevtixûb li jêr kontrola Tehrîr el-Şam in.

Herêma ku xwedê giravî ji êrîşên rejîmê parastî ye li gorî rêkeftina Îlonê ya zoneke bêçek, lê ji dawîya Nîsana bûrî de rastî gelek bombebarandinan hat ji alîyê rejîma Sûrî û hêzên Rûsî ve.

Zarokek ji êrîşên asmanî yên ku taxeke niştecihî li bajarokê Meret el-Numanê li gundewarê Idlibê armanc dike direve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Zarokek ji êrîşên asmanî yên ku taxeke niştecihî li bajarokê Meret el-Numanê li gundewarê Idlibê armanc dike direve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Herî kêm 18 sivîl hatin kuştin, di nav wan de zarok, roja Duşemê (27ê Gulanê) hatin kuştingava ku rejîma Sûrî bombebarandina xwe li ser Idlibê zêde kir, Rewangeha Sûrî bi Mafên Mirov got.

Deh ji wan, di nav wan de zarok, li bajarokê Erîhayê mirin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ji AFP re got, û anî ziman ku herî kêm 47 kes li seranserê parêzgehê hatin birîndarkirin.

Wî got ku derba herî dijwar li Erîhayê ket û not kir ku xelk mirin dema ku sê avahîyên niştecihî hatin wêrankirin.

Xelk mirin piştî rojekê ji êrîşên asmanî yên rejîmê 12 sivîl li parêzgeha Idlibê kuştin, Rewangehê got.

Dibe ku hejmara mirîyan bilind bibe

Li Meret Numanê, dibe ku hejmara mirîyan bilind bibe, ji ber gelek xelk hîn winda ne û dibe ku di bin molzan de hatibin veşartin, Idlibî got.

Wî got ku hîn xwedîyên Kumên Spî li wan digerin.

Di heman demê de, Meret el-Numan rastî bi dehan cebirxaneyên sotindar ên gelek teqîner hat û ji wê çaxê ve encumena wê ya sivîl îlan kir ku ew ne guncan e ku kes lê bimîne ji ber ziyana mezin gu gihayê, Idlibî got.

Di heman demê de, bajarokê Hezazînê rastî mûşekên meda wan dirêj û êrîşên asmanîê hat ku şeş niştecî di wan de mirin, di nav wan de jin û zarok, li gorî Idlibî.

Wî da zanîn ku herwiha bajarê Kefer Nibulê jî rastî êrîşê hat û du endamên Kumên Spî birîndar bûn dema ku malek rastî êrîşên li pey hev hat.

Bajarokine din ku rastî êrîşan hatin ev in: Sufuhon, Kansefra, el-Hubêt, Kersaa, Batinta, Eblîn, Kefer Ewîd û Kefer Sejna.

Wî got ku herwiha êrîşên asmanî li gundên Wêbdat, Resm Eys, Tel-Hedya û Kesîbiyayê da li gundewarê Idlibê yê başûrî û agirên mezin bi erdên çandinêyê xistin.

Kumên Spî û xwebexş kar dikin da ku nehêlin agir berfireh bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500