Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Agir rûbereke berfireh ji erdên Îraqê dide ber xwe

Xalid Taî

Tîmên berevanîya sivîl û cotkar kêferatê dikin daku agir vemirînin û nehêlin ku berfireh bibe li zevîyekî çandinî li Nînewayê di 20ê Gulanê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tîmên berevanîya sivîl û cotkar kêferatê dikin daku agir vemirînin û nehêlin ku berfireh bibe li zevîyekî çandinî li Nînewayê di 20ê Gulanê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Piştî agir rûberine berfireh ji erdan dane ber xwe cihê ku ca û genim li ber ku werin çinîn, desthilatdarîya Îraqî pagerên ewlehî zêde kirin daku nehêle kesek ji qesd zadan bişewitîne û amadehîya xwe zêde kir li hember agirên di pêşerojê de kêferatê bike.

Perpirsên xwecihî û medya gazin ji aktorên kirêt "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kir, daku agir bi zadên sereke bixin, wan got wan ev yek kir da hewl bidin ku bi zorê ji cotkaran bistînin û ziyanê bigihînin aborîya niştimanî.

Agir bandor li gelek parêzgehan kir lê bêtir dijwar bû li gundên çandinî li parêzgehên Nînewa, Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê. Wan bi hezarên hektaran wêran kirin ber mûsimê çinînê.

Tîmên berevanîya sivîl gelek agir vemirandin, lê makîneyên vemirandinê li zevîyan û nêzîkî dexlan hatin belavkirin û bang li hêzên ewlehîyê kirin daku çavdêrîya rewşê bikin.

Agirkujekî Îraqî navgîneke çandinîyê ya ku di 18ê Gulanê de di zevîyekî genim de li parêzgeha Diyalayê dişewite diteqîne. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Agirkujekî Îraqî navgîneke çandinîyê ya ku di 18ê Gulanê de di zevîyekî genim de li parêzgeha Diyalayê dişewite diteqîne. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Erdên berfireh ji qesd hatin şewitandin," serokê encumena parêzgeha Selahedînê, Sebhan Mula Ciyad ji Diyaruna re got. "Cotkaran û hêzên ewlehîyê alvên ji bo vêxistiana agir tên bikaranîn dîtin, ev yek delîl e ku agir bi qes tê vêxistin."

Peygerînên fermî hîn nasnameya kesên li pey agir denstnîşan nekirine, lê Ciyad got ku dibe DAIŞ berpirs be.

Herwiha jêderên xwecihî jî DAIŞ bersûc kir.

Hewldan bo standina bi zorê

Raport ji alîyê gelek cotkarên bandor li wan bûye li gundên derdora Mexmûr li başûr û rojhilatê Nînewayê destnîşandikin ku bermayîyên DAIŞê bi zorê pere ji cotkaran dixwestin, û gef li wan dixwarin ku zadên wan bişewitînin ager ew pereyan nedin.

Li gorî Ciyad, çekdaraên rêxistinê "hemû jêderên temwîlê ji dest wan çûn û ti jêdereke berdêl nîne ji bilî ku ew bac û bi zorê pereyan bisepînin".

Wî dîyar kir ku erdên çandinîyê yên ziyankirî lo Nînewayê zevîine vekirî ne li rojavayê Bîcî, Tikrît û Samerayê.

"Tîmên berevanîya sivîl katîbûn gelek agiran vemirînin û çi dest wan derdikeve ew dikin daku agirên gur vemirînin û nehêlin ku berfireh bibin," wî got.

Wî got ku wan sehrîcên avê li nêzî dexlan danîne heke di pêşerojê de agir were vêxistin, lê pagerên ewlehî çavdêrîya dxlan û ewdên çandinîyê dikin daku çi tevgerên gumanbar bibînin û kesên tawanbar bigirin.

Xisarên mezin

Li Diyalayê, agir bi sedên hektarên bi genim çandî li derdora bajarokên Xaneqîn, Edhem, Celewla û Saedîyayê wêran kirin.

Berlementerê Îraqî Ebdul Xaliq Ezawî, yê ku di komîteya berevanîyê û ewlehîyê ya parlemanî de kar dike, ku nûnerîya Diyalayê dike, endamên DAIŞê bersûc kirin bi vêxistina agiran li zevîyên çandinî li parêzgeha wî.

Wî ji Diyaruna re got ku karmendên ewlehîyê û niştecîyên xwecihî destwerdan kirin û nehiştin ku agir belav bibe û gelek erdên din jî bibe ber xwe.

Wî daxuyand ku berî ku agir were vêxistin, dihat texmînkirin ku isal mşsim gelek be ji ber ku gelek baran barî û not kir ku "armanc ji vê ziyana bi qesd ji van dexlên genim û berhemên sereke ew bû ku derbekê li abora Îraqî bixin".

Wî got ku jêder DAIŞê bersûc dikin, lê gengaz e ku agir dest pê kiribe "ji alîyê jêderên zêkreş ên nenaskirî ku sektorê çandinîyê li Îraqê armanc dikin ji ber ku welat xwe dispêre hawirdinê û nikare bi xwe mêjera tên xwestin berhem bike".

Ezawî bang li hikûmetê kir ku "tedbîrên parêzî zêde bike di rêya çêkirina çana krîzê ku erkdar be derbarê peygerînên derbarê agiran".

Wî got ku ligel vê yekê, divê tedbîr hebin ku bobelatên pêşerojê çareser bikin ên dibe ku bandorê li samanên xwazayî yên Îraqê bikin û gefê li ewlehîya wê ya xwarinl bixwin.

Gelek tedbîr gerek in

Rêjeya tam ya xisarên ji ber agiran hîn dîyar nebûye.

Lê abornas Besam Cemîl Entonî ji Diyaruna re got ku "ew gelekî mezin e ji ber ku agir gelek deverên berfireh ên zevîyên ca û genim dane ber xwe".

Wî got ku tevî xisaran, "hîn gelek dexl hene", wî anî ziman ku "dihat texmînkirin ku cotkar dikarin mêjerên mezin ên zadan bifiroşin hikûmetê, li gor salên berê".

"Lêbelê, hewcedarî heye ku ajansên hikûmetên yên têkildar hemû tedbîrên yedek bikin da nehêlin kuagirên mîna van careke din biqewimin û hemû rastîyên di vî warî de berhev bikin," wî hişyarî da.

Herwiha Entonî bang kir ku bilez kesên bandor li wan bû şûndanê bidin wan.

"Çandina zadên stratîjî zehmet e, gelek lê diçe û çend mehan jî dirêj dide û ew kesên ku ziyan giha wan ji ber agiran dibê bê çûndan nemînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Milîsên Îranê ji bo kirinên xwe yên kirêt rewa bikin DAIŞê bi kar tîne. Hemû xerabîya ku li Îraqê rû dide bi erêkirina Îranê zordarê mezin e, ev xerabî di rêya milîsên wê yên tawankar re pêk tên.

BERSIV BIDE