Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Civaka Êzidî zarokên DAIŞê red dike

Ala Husên li Bexdayê

Jinên Êzidî û zarokên xwe ber bi Şengalê li parêzgeha Nînewa ya Îraqî ve diçin piştî ew ji DAIŞê rizgar bûne. [Wêne ji rûpela Cabir Cindo ya Facebookê hatiye wergirtin]

Jinên Êzidî û zarokên xwe ber bi Şengalê li parêzgeha Nînewa ya Îraqî ve diçin piştî ew ji DAIŞê rizgar bûne. [Wêne ji rûpela Cabir Cindo ya Facebookê hatiye wergirtin]

Jinên Êzidî yên li ser destên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rastî revandin û tecawiza seksî hatine û zarok ji wan re jidayîk bûne îroj rastî êşeke din tên.

Ev dayîk -- jinên Êzidî yên ji navçeya Şengalê ya Îraqê yên ku bo Sûrîyayê hatin anîn piştî ew hatin revandin -- aniha neçar dimînin zarokên xwe li Sûrîyayê bihêlin da li mal û welatê xwe vegerin.

Ji ber ku Êzidî dê nepejirînin zarokên ne ji tayîfa wan derbasî civaka wan bibin.

Serokê Encumena Rûhanî ya Bilind a Êzidîyan Hazim Tehsîn Seîd di Nîsanê de tiştekî ku guhertineke dîrokî ye derxist, û got "hemû Êzidîyên ji (tawanên DAIŞê) hatine rizgarkirin qebûl bikin û ew ne bi destê xwe ev tişt jîyan kirin."

Ev tişt weke tiştekî "dîrokî" ji alîyê çalakgerên Êzidî ve hat binavkirin, ku wan fêm kir dê zarokên di encama tecawiza seksî de çêbûne di nava civaka Êzidî de bijîn, AFP ragihand.

Lê di 27ê Nîsanê de, encumenê biryarek derxist ku "ew zarokên ku ji ber tecawiza seksî çêbûne nagire dest, lê belê qala yên ku ji dêûbavên Êzidî çêbûne dike."

Her tim civaka Êzidî jina ku ne ji tayîfa wan şû dike nema weke Êzidîyekê hesab nake, di nav de ew jinên ku rastî destdirêjîya DAIŞê di 2014an de hatin.

Lê serokê rûhanî Baba Şêx biryarek di sala pişt re derxist ku ev jin vegerin welatê xwe, bêyî çarenûsa zarokên wan çareser bike.

Tiştê dihêle girift bêhtir aloz bibin, ew e ku qanûna Îraqî li gorî tayîfa bav diçe, wate eger bav Misilman be dêmek zarok Misilman dê were nivîsandin, bêyî tayîfa dayîkê di ber çavan re were derbaskirin -- ku ev qanûneke pir bi arîşe ye ji civaka Êzîdî re.

Serokê Îraqê Berhem Salih di Nîsanê de projebiryarek ji parlamana Îraqî re pêşinyar kir ku tê de hatiye divê ev jinên Êzidî qerebûyên xwe ji tawanên DAIŞê bistînin û dadgehek bo zelalkirina "rewşeke sivîl" mîna vê were avakirin.

Qanûnên guncan tune ne

Qanûna reşwên sivîl û nasnameya niştîmanî "çi zarokê ku bavê wî nenaskirî be yan jî Misilman be weke Misliman datînin," parlamenterê Îraqî Saib Xedar, ku nûnertîya civaka Êzidî di paralmanê de dike got.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku ev "tê wateya ku çi zarokên ji jinên hingavkirî yên Êzidî re çêbûne dê weke Misilman werin tomarkirin".

Xedar anî ziman ku ev bi rastî pirsgirêkeke mezin ji kêmnetewên Îraqî re çêdike, di nav de Xiristîyan û Sabîe, ku divê zarokên wan Misliman werin tomarkirin eger bavê wan neyê naskirin.

Wî dîyar kir ku dema hewldanên çareserkirina çarenûsa zarokên ku ji qurbanîyên hingavtinê yên Êzidî, "em rastî pirsgirêkeke qanûnî tên, ku babetên mirovî û qanûnî tê de li bin guhê hev dikevin."

Birêveberê giştî yê birêveberîya Karûbarên Êzidîyan li Îraqê Şêrwan Miawiya ji Diyaruna re got ku pirsgirêk "pir mezin e û divê rêxistinên navdewletî û mirovî vê yekê çareser bikin."

Pirsgirêk ew e ku Êzidî dê nikaribin tu zarokên ku ne ji dêûbavên Êzidî bin qebûl bikin, di heman demê de qanûn wan weke Misilman tomar dike.

Qanûna Îraqî mafan misoger dike

Tevî ew ji alîyê qanûnî ve jibîrkirî ne, ev zarok hîna xwedî maf in, li gorî Fadil Xerawî yê di Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî de kar dike.

Wî ji Diyaruna re got ku dewleta Îraqî "van zarokan pêşwazî dike, welatîbûyînê û herwiha hemû mafên wan yên qanûnî weke hemû Îraqîyên din dide wan, her çi qas ew ji kîjan tayîfê bin jî."

Xerawî anî zimên ku "qanûnên Îraqî welatîbûyînê li ser esasê xwînê didin, loma jinên [Êzîdî] yên hingavkirî dikarin biçin birêveberîyên dewletê da binemala zarokên xwe îsbat bikin hingê dikarin welatîbûyîna Îraqî werbigirin."

Xerawî got ku ev zarok dê mafên xwe yên qanûnî bi temamî werbigirin, di nav de xwendin, tenduristî û tiştên din, weke wan weke hemû welatîyên Îraqî yên din, û ev alîyê sereke yê babetê ye heta çaxê ku em girêdana wan a tayîfî çareser bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500