Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pasdaran dest dideyne ser balefirgeha serbazî ya Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Helîkopterek li ser balefirgeha serbazî ya Dêra Zorê difire. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Helîkopterek li ser balefirgeha serbazî ya Dêra Zorê difire. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) penceyên xwe li ser balefirgeha serbazî ya Dêra Zorê zeft kirin, û bêhtir ji deh efserên artêşa Sûrîyayê ji cihên karê ew pê hatibûn erkdarkirin qewitandin, li gorî çalakgerekî.

Bi vê yekê, tevahîya devera ji balefirgehê heta bi bajarokê Elbû Kemalê li ser sînorê Îraqê, bi misogerî di destê Pasdaran û milîsên wê de ye, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Ebid got ku Pasdaran vê dawîyê dora 15 efserên artêşa Sûrîyayê ji balefirgeha serbazî ya Dêra Zorê û devera li derdora wê qewitandin, bo efserên milîsên Îran piştevanîya wan dike cihê wan bigirin.

Wî got ku efserên Sûrî yên ji erkên wan hatin bidûrxistin xwedan têkilîyên baş in ligel artêşa Rûsî ya li Sûrîyayê bi cih dibe û wan fermanên xwe rasterast ji bingeha Himêmîmê li Laziqîyayê, cihê ku hêzên Rûsî lê cihdar in, werdigirtin.

Endamên milîseke ser bi Pasdaran ve ala xwe li Dêra Zorêya Sûrîyayê bilind dikin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên milîseke ser bi Pasdaran ve ala xwe li Dêra Zorêya Sûrîyayê bilind dikin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Ebid got ku gelek ji wan berpirs bûn ji mûşekên berevanîdarî yên li derdora balefirgeha Dêra Zorê hatibûn belavkirin.

Wî got ku ev gava Pasdaran hişt ku balefirgeha Dêra Zorê û derdora wê hemû bi temamî bikeve jêr kontrola wê, û wiha wê devera heta bi sînorê Îraqî dirêj dibe ji xwe re misoger kir, di nav de bajarê Elbûkemalê û deverên gundewarî yên li dirêjahîya sînor.

Berfirehkirina hebûna Îranî

Ebid got ku milîsên alîgir ji Pasdaran re berdewam in di berfirehkirina hebûna xwe de li deverên gundewarî li derdora Elbû Kemalê, û wan xwaringeheke navendî li vir ava kiriye bo çekdarên Afxanî û Îraqî yên van milîsan bi xwarin bikin.

Ebid daxuyand ku milîsên alîgirên Îranê berdewam indi şewitandina bexçe û rezên xelkê de, nemaze li Ebas Şamîya, ya ji Hejînê bi dirêjahîya Feratê berfireh dibe.

Pasdaran çekdarên Îraqî û Afxan li piranîya gundên Elbû Kemalê bi cih kirine, û ew li malên sivîlên ku revîyane bo deverên li jêr kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) vehewandine.

Ebid teqez kir ku wê zevîyên ku bi hevahengî ligel hêzên rejîma Sûrîyayê hatine vegerandin li wan belav kirin, bi behaneya ku xwedanên wan ên rasteqîn, berî aniha bêwar bûne, ji ber li dijî rejîmê dixebitîn.

Wî got ku bo zêdekirina hebûna xwe li deverê, Pasdaran rêbendên pişkinînê li gund û bajarokan ava dike û xelkê deverê bi çek dike.

Wî dîyar kir ku hebûna komên çekdar ên ser bi hêzên din ve, di nav de rejîma Sûrîyayê, li deverê tune ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500