Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevdem ligel gurbûna tundîyê, bazara Idlibê tê bombebarankirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî li termên di bin kavilan de mane li Kefir Nublê digerin piştî bomebarankirina Rûsîya ji bajêr re. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî li termên di bin kavilan de mane li Kefir Nublê digerin piştî bomebarankirina Rûsîya ji bajêr re. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Çarşemê (22ê Gulanê) ragihand ku êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî roja Sêşemê 12 sivîl li bazarekê li parêzgeha Idlibê kuştî li paş hişt, ligel gurbûna şerekî giran li herêma li bakurê rojavayê welat.

Rewangehê got ku 18 kesên din jî birîndar bûn gava êrîşên asmanî li dijî bajarokê Maeret Numan dora nîvê şeva Sêşemê pêk hat, ku piranîya wê di bin destê Tehrîr el-Şam de ye.

Bazar bi xelkê tijî bû piştî iftarê.

Bomebaran li pêşîya avahîyên derdorê teqîya, û derabîyên dikan û perdeyên wan li qada bazarê parçe parçe bûn, wênegirekî AFP ragihand.

Karwaneke otombîlên serbazî di danê êvarî de ber bi xetên pêşîn yên Idlibê ve diçe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Karwaneke otombîlên serbazî di danê êvarî de ber bi xetên pêşîn yên Idlibê ve diçe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Termê xelkên li bazarê piçik piçikî bûn.

Xwedîyê dikanekê yê bi navê Xalid Ehmed ji AFP re got "niştecih hîna ditirsin."

Rewangehê destnîşan kir ku zêdetirî du sivîlan roja Çarşemê di êrîşên asmanî de li nêzî Mearet Hermehê hatin kuştin, û sê di êrîşên Cisr Şixûrê de mirin.

Êrîşên asmanî piştî şerên dijwar ên ku li bakurê parêzgeha Hemaya cîran pêk hatin hat, piştî komên tundrew êrîşeke dijber roja Sêşemê li dijî hêzên bi ser rejîmê ve li bajarokê Kefir Nebûda pêk anîn.

Rewangehê daxuyand ku şerê nû yê roja Çarşemê hejmara mirîyan bilind kir 52 kesan, li gel birîndarîya herdu alîyan, da zanîn jî ku tundrewan piranîya bajarokê ji hêzên rejîmê ku di 8ê Gulanê de standibûn vegerand.

NY Çarşemê anî ziman ku niştecihên sivîl ên Idlibê dîsan rastî gefa êrîşeke gişgir tên.

"Tevî hişyarîyên me yên dubarekirî, tirsa me ya herî nebaş pêk tê," David Swanson, peyvdarekî Ofîsa NY ya Hevahengîya Karûbarên Mirovî (OCHA) got.

Swanson dîyar kir "derbasbûna serbazî ya bi temamî dihêle bobelateke mirovî ji bêhtirî sê milyon sivîlî re ku di nava êgir de mane çêbibe, herwekî ev yek dê nehêle em karibin karê xwe bikin."

Swanson anî ziman ku bêhtir ji 200,000 kes ji ber bilindbûna şer ji 28ê Nîsanê ve koç bûne, û 20 dezgehên tenduristîyê ji ber şer wêran bûne.

Tundîya piştî agirbestê

Çalakgerekî xwedcihî got ku balafirên Rûsîya û yekîneyên topavêja rejîmê beşine gundewarên başûrî yên Idlib û bakurê Hemayê heta piştî Mosko roja Yekşemê gotibû ku rejîmê "ji alîyê xwe ve agirbest li herêma şer ragihandibûn," topbaran kirin.

Piştî agirbestê yekser êrîşên asmanî yên Rûsî Kefir Nubilê bomebaran kir,herî kêm jî 10 sivîl hatin kuştin, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Esaf anî ziman ku li gel Kefir Nubilê, deverên ku rastî bomebarana dijwar hatibûn gundên Erbîn, Sehrîya, Dêr Sinbil û Hewartayê jî dihundirîne.

Esaf destnîşan kir balafirên Rûsî bajarokê Hibêt û gundê Muxr Hema jî da ber bomebaranê.

Wî got ku, di heman demê de, gelek deverên rejîmê ji alîyê Idlibê rastî bomebaranê hatin, bi taybet Kefir Nebûda.

Esaf da zanîn ku balafirgeheke ku li jêr destê rejîmê li gundewarê Laziqîyê ye jî rastî bomebaranê hat, û şerekî dijwar li bajarokê Hiwêz li bakurê Hemayê rû da.

Esaf dîyar kir ku komên çekdar, piranîya wan tundrew, li dijî rejîmê xetên pêşîn digirin, û tabûreke mezin a otombêlan ku çekdar û çekên serbazî vediguhêzin deverên şer hatin dîtin.

Wî got ev kom Ehrar Şerqîya, Ceyş Îza, Tehrîr el-Şam, Cebhet Şamîya, Lîwaya Hemza û Lîwaya Hesekê dihundirînin.

Wî got deverên ku hêzên alîgirên rejîmê di şerê dawîn de kontrol kirin, bi taybetî Qelat Medîq li gundewarê Hemayê, hêzên Rûsî û rejîmê pir lê belav bûn, di nav de hêza Nemir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500