Nûçeyên Iraqê
Tolerans

Îraq hewl dide komelgehên ku DAIŞê ew ji hev xistin nêzî hev bike

Xalid Taî

Serokên êlan li parêzgeha Enbarê di civînekê de meha Kanûna Yekem a 2017an de beşdar in bo pêşxistina lihevhatina civakî û nîqaşkirina vegera malbatên bêwar. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Serokên êlan li parêzgeha Enbarê di civînekê de meha Kanûna Yekem a 2017an de beşdar in bo pêşxistina lihevhatina civakî û nîqaşkirina vegera malbatên bêwar. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraq û serkirdeyên herêmî dixwazin ku bingehan bo aştîya civakî di nava komelgehên de ava bikin, komelgehên ku hîn ji ber enccamên tawanên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine dema ku ew serdest bû.

Xebat berdewam in bo handana lihevhatinên di navbera malbatên çekdarên DAIŞê û yên ku zarok û mulkên xwe li ser destê rêxistinê ji dest dane de di dema hukimê rêxistinê de.

Xebatên lihevhatinêpêşketin li hinek deverên Enbarê pêk anîne, lê dimîne pirseke stirîdar li Nînewayê, ji ber ku nakokî û tengejî di navbera kesên tê payîn ku malbatên endamên qurbanîyê DAIŞê û malbatên edamên çekdarên DAIŞê de zêde bûne.

Li gorî çavkanîyên dadsaz, "bûyerên zêde" li Mûsilê qewimîne, Exbarên Îraqî roja 22ê Nîsanê ragihand, û cîgirê şaredarê Nînewayê Nûr el-Dîn Qubla ji Diyaruna re piştrast kir ku bûyerên wiha diqewimin.

Serkirdeyên herêmî yên parêzgeha Nînewayê guhdarîyê li gilîyên malbatên bêwar ên li kampa dijîn dikin roja 28ê Sibatê. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyên herêmî yên parêzgeha Nînewayê guhdarîyê li gilîyên malbatên bêwar ên li kampa dijîn dikin roja 28ê Sibatê. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Bo alîkarîkiria edamên malbatên DAIŞê û parastina wan ji êrîşên tolhildanê, desthilatên herêmî li Mûsilê berî du salan biryar dan ku wan bo kampên li nêzî bajar veguhezin.

Piranîya malbatan bo kampeke bêwaran li Bertelayê hatine veguhestin, ji ber ku programên alîkarîyê hene bo ew bikaribin dîsan tevlî civakê bibin.

"Piranîya malbat û xizmên endamên DAIŞê aniha li kamp û wargehên li başûrê rojhilatê Mûsilê dijîn," Qublan got.

Wî got ku dema danûstandina bi tawanên têkildarî terorîzmê, desthilatên herêmî berê xwe didin prosesa yasayî û dadwerîyê bo piştrast bin ku dê dadwerî were bicihkirin.

Parastina kesên bêrî

"Doza malbatên DAIŞê hestyar e ji ber sirûşta tawanên hatine kirin [ji alîyê rêxistinê ve], ji ber ku ew gelek kesan dixin di rewşa sûcdarîyê û tolhildanê de," Elî Beyatî, peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov got.

"Gelek raport ji ofîsên me li parêzgehên rizgarkirî tên ku mercên zehmet ên ev malbat li kampan jîyan dikin şirove dikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Beyatî got ku bo çareserkirina vê rewşê, komîsyonê "vê dawîyê komîteyeke lêgerîna li rastîyê pêk anîye bo têgihiştina rewşên van malbatan", al-Bayati said.

"Piranîya wan jin û zarokên bê pişt û dahat in," wî got, û da zanîn ku ew rastî zehmetîyan ji hemû alîyan ve tên.

"Li alîyekê din, ew nikarin vegerin taxên xwe ji ber ku civak wan qebûl nake. Li alîyekî din jî, mayîna li kampan weke kesên îzolekirî rewşên wan ên derûnî û aborî kambaxtir dike."

"Ev pirs gerekdarî destêwerdan û piştgirîyeke girîng a hikûmetê û civaka navdewletî ye," wî got.

Wî got ku xebatên berdewam bo pêgehandina van jin û zarokan pir girîng in, "ji ber ku dibe hinek ji wan bi ramanên tundrew bên bandorkirin an jî bibin alîgirên wan".

Wî got pir girîng e ku guhdan li zaroakn were kirin, "bi rêya misogerkirina derfeta xwendin û perwerdeyê û dabînkirina hemû belgehên pêwîst bo ew bikarin tevlî civakê bibin".

Beyatî teqez kir ku ev yek dê wan bixe ser rêya ku bibin kesên berhemdar.

Misogerkirina serwerîya yasayê

Beyatî herwiha bang li hikûmetê kir ku "guhdarîyê li zulmdarîyên qurbanîyên DAIŞê bike û hewcedarîyên wan dabîn bikin".

"Malbatên endamên DAIŞê yên ku destên wan bi xwîna kesên bêrî sor bûne divê bên dadgehkirin her mîna zarokên wan ên ku DAIŞ bûn," wî got, û wî tedbîrên li derveyî pergala yasayê red kirin.

"Cezakirina li gorî serwerîya yasayê dê nêzîk dûr nesîbê kujeran be, û tolhildan ne rêya dadwerîyê ye, û ne jî mafên qurbanîyan dide wan," wî got.

Li parêzgehên Diyala, Selahedîn û Enbarê, hinek malbatên DAIŞê yên ku tawanên terorî nekirine vegerîyane warên xwe di çarçoveya xebatên lihevhatinê yên li dar in.

Berpirsên xwecihî û serokên êlan "bê westan kar dikin bo dagirtina derza ku terorîstan di nava malbatan de li Enbarê dirust kiriye", endamê parlemanê Îraqê ji parêzgeha Enbarê Falih Îsawî ragihand.

Parêzgeha herî rojavayî ya Îraqê xebateke mezin û sergihiştkirî kiriye bo rêgirtin li ber êrîşên tolhildanê, sorkirinê, û tundîyê, wî wiha ji Diyaruna re got.

Serokên êlan kar dikin bo aramîyeke civakî ya bêhtir bi rêya ku ew xebatên xwe bikin yek, û bi rêya hewldanên "çareserkirina pirsên heyî bi rêya civînên lihevanînê yên rasterast di navbera malbatan de", Îsawî got.

Îsawî daxuyand ku ev xebat dixwaze piştrast bike ku hemû kes li gorî qanûnê wek hev in, "ji ber ku qurbanîyên terorê xwedî maf in û herwiha divê endamên malbatên DAIŞê yên bêguneh jî neyên paşguhkirin."

Îsawî dîyar kir ku "eger malbatên çekdarên DAIŞê nikarîbin tevlî civakê bibin, dê helbet bibin "nêçîrekî hêsan ji kesên tundrew û yên tundîyê belav dikin."

Wî got "tevî em hewl didin vê babeta bialoz safî bikin, dê çareserîya dawîn dirêj bike û xebateke mezin ji sazîyên dewletê û pergala dadwerîyê bixwe, herwiha ji rêxistinên civaka sivîl û yên navdewletî, tê xwestin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500