http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/05/17/feature-04

Civak |

Li bakurê Sûrîyayê, huner êdî vedigerin asêgehên berê yên DAIŞê

AFP

Bi riya Twitterê  Pêwendî bike Bi riya Facebook pêwendî bike

Ziyad Hemed, birêveberê yekem navenda çandî ya li Reqayê tê vekirin ji dema derxistina DAIŞê ji bajar, pirtûkekê hildigire li pirtûkxaneya nû ya navendê di 1ê Gulana 2019an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Ev komeke dîlan û mûzîka gelêrî ye li yekem navenda çandî ya li bajêr tê vekrin piştî derxistina DAIŞê ji bajarê Reqayê li rojhilatê Sûrîyayê. DAIŞê mûzîk û huner di dema hukimê xwe de ji Reqayê re qedexe kiribûn. [Delîl Sulêman/AFP]

Emel Etar, hunermenda Sûrî ya 37-salî, li karên xwe yên hunerî yên pêşandayî di pêşangehekê de dinêre li yekem navenda çandî ya hatiye vekirin piştî bidawîkirina hebûna DAIŞê li bajarê Reqayê li rojhilatê Sûrîyayê, wêne roja 1ê Gulana 2019an hatiye belavkirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Piştî bêhtirî salekê ji derxistina DAIŞê ji Reqayê, daholvan û dîlanvanên Sûrî dîsan vegerane ser dikê bo cara yekemîn li navenda çand û hunerê ya ku nû hatiye vekirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Piştî bêhtirî salekê ji derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajar, keç û xortên Sûrî careke din hatine ser dikê -- û xwe li ber rîtmên daholan re dihejênin.

Li yekem navenda çandî ya hatiye vekirin piştî bidawîbûyîna hukimê tundrewan, tîrêjên rojê li pirtûkxaneya nû didin, û pirtûk di refên hilawistî de ne, dîwarên ku hîn bêhina boyaxa dîwar jê tê.

Piştî çar salan ji hukimê DAIŞê, ya ku huner û mûzîk qedexe kirin, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) çekdarê dawî yê DAIŞê di Cotmeha 2017an de ji Reqayê der xist.

Ev endamên komeke dîlan û mûzîka gelêrî ne li yekem navenda çandî ya li bajêr tê vekrin piştî bidawîbûyîna hukimê DAIŞê li bajarê Reqayê li rojhilatê Sûrîyayê, roja 1ê Gulana, 2019. [Delîl Sulêman/AFP]

Lê hinekî dirêj kir heta ku jîyana çandî li bajar hatin vegerandin.

"Ez nizanim çawa dilşadîya xwe bînim ziman," Fewziya Şêx li navenda ku destpêka vê mehê li bajar bi awayekî giran wêranbûyî hatiye vekirin got.

"Piştî vê hemû wêranîyê, û nebûna ne huner ne jî çand û kultûr, me dîsan navendek vekir bo em dîsan li stranan û helbestan guhdarî bikin", şênîyê Reqayê wiha got.

Li galêrîya Navenda Reqayê bo Çand û Hunerê ya pir rengîn, tablo li tenîşt wêneyên komirê hatin hilawistin, li nêzî neqşên bi tîpên mirovan.

Li hola mûzîkê, Melek Yetîm ji dika şanogehê daket piştî leystina şanoyekê -- ew pir beşûş e ji ber ku ew êdî dikare careke din stiranan bibêje.

"Ez hest dikin mîna balindeyekî me ku di asmana biharê de difire," wî got.

Yetîm got ku DAIŞê dest danî ser alavên wî û li wî qedexe kir ku stranan bibêje.

"Em weke balindeyekî di qefesê de bûn,"wî wiha şirove kir.

"Eger me tiştek kiribaye, wan dê em ser jê kiriba yan em kuştiba."

DAIŞê di sala 2014an de dest danî ser Reqa û bajar kir paytexta xwe ya dî fakto li Sûrîyayê û şirovekirinên xwe yên hovane ji Îslamê re li ser herkesî sepandin.

Pirtûk "ji jêr kavilan hatin parastin"

Berî DAIŞ were, bajar bêhtir ji 20 navendên çandî dihundirandin, û ya herî mezin mala 60,000 pirtûkan bû.

Lê DAIŞê zor li hemûyan kir ku dergehên xwe bigirin, û pirtûk û tabloyan bişewitînin û têk bidin.

Di pirtûkxaneya navenda nû de, bi sedan pirtûk û muceledên ji destên tundrewan dûr mabûn refikan rengîn dikin.

"Ev pirtûkên ku hûn wan dibînin --me ew ji jêr kavilan der xistine," Ziyad Hemed, birêveberê navendê got.

"Di dema serdestîya DAIŞê de, şênîyan ew li her devera ku dikarîbûn wan lê veşêrin vedişartin," Ziyadê 62-salî got.

"Dema ku bajar hat rizgarkirin, wan ew ji me re vegerandin," Hemed şirove kir, yê ku herwiha berpirsê komîsyona şûnwaran û çandê ya encumena bajêr e.

QSD DAIŞ ji gundê Baxozê, terîşa dawî ya xaka wê li Sûrîyayê, di dawîya Adarê de, der xist.

Di demekê de ku tundrew berpirsyarîya xwe ji êrîşên kujêner li deverên li jêr kontrola QSD îdîa dikin -- di nav de Reqa -- hunermendên deverên vegerîyane rojên xwe.

Li galêrîya navenda çandî, Emel Etar karê xwe nîşan dide piştî ew ji xerîbîyê li Bêrûtê vegerîyaye.

Ji nav karên wê, tabloyeke qeyikeke di deryayê de ye, û tabloyeke din a maleke li ser kenarê ye.

"Ew mîna jidayîkbûneke nû ye," Emela 37-salî ya ku berçavik hildabûn ser pora xwe ya reş ya li ser milên wê rast dibe. wiha têkildarî vekirina navendê got.

Atar xwedan stûdyoyeke hunermendan bû, lê dema DAIŞê dest danî ser bajêr wan jê re got ku êdî huner qedexe ye.

Wê 50 kar li şûn xwe hiştin dema ku ew revîya Lubnanê.

"DAIŞê ew şewitandin," wê got.

"Ez qet nikarim tiştê qewimî li pey xwe bihêlim, lê ev navenda çandî dê destpêkeke nû ji me re peyda bike," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
0

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan Captcha