Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pirsgirêkên diravî yên Îranê berfirehbûna bandordarîya wê li Sûrîyayê kêm dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev dewrîyeke polîsê serbazî yê Rûsî ye li gundewarê bakurî yê Humsê. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Ev dewrîyeke polîsê serbazî yê Rûsî ye li gundewarê bakurî yê Humsê. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Di pêşbazîyekê de bo berfirehkirina bandordarîya xwe li Sûrîyayê, ku her diçe nakokîyên Rûsya û Îran zêde dibin, ji ber ku Îran êdî nikare bi awayekî têrdar Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên alîgir fînans bike, li gorî şehrezayan.

"Herdu alî dixwazin ku bandordarîya xwe ya siyasî û serbazî berfireh bikin û para herî mezin ji projeyên nûavakirinê misoger bikin," lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar ji El-Meşariq re, ku cêwîyê Diyaruna ye, vê heftîyê ragihand, û got ku ne girîng e eger ev li ser hesabê gelê Sûrîyayê be yan na.

Aniha rewşa Rûsya baştir e, ew bi lezgînî tev digere bo damezrandina hebûneke serbazî li deverên serekî û bo kontrolkirina hinek deverên ku aniha li jêr kontrola Pasdaran in, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Bi rêya milîsên alîgir ji xwe re, Rûsya kar li ser nehiştina desthilatdarîya Pasdaran û alîgirên wê li gundewarê bakurî yê parêzgeha Humsê dike, û alozî her diçe zêde dibin ji dema ku milîsên Rûsya piştevanîya wan dike endamên Hizbulahê girtin.

Menhel Saluh, serkêşekî berê yê opozîsyona Sûrîyayê ye, ew aniha bi Rûsya re li gundewarê bakurî yê Humsê dixebite. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Menhel Saluh, serkêşekî berê yê opozîsyona Sûrîyayê ye, ew aniha bi Rûsya re li gundewarê bakurî yê Humsê dixebite. [Wêne ji Feysel Ehmed hatiye wergirtin]

Hizbulah, ya ku li tenîşt rejîma sûrîyayê şer dike, bi awayekî rasterast fînansê ji Îranê werdigire.

Wî got ku ev rewş hevdem ligel "pêleke hêrsê ji kûmbûna xercîyên Pasdaran û Hizbulah tê", û ev yek wan koman lawaz dike û piştgirîya xelkê Sûrîyayê ji wan dixe xeterîyê de.

Wî got ku pere û alîkarîyên ku hêzên ser bi Îranê ve li Sûrîyayê didan "faktorekî mezin bû di xelkê bi alîyê xwe de bikişîne".

Wî got ku bi daketina fînansê, di encama sizayan û bedbirêvebirinê, piştgirî bo hebûna Îranê li Sûrîyayê "dê hin bi hin kêm bibe".

Wî got ku piranîya Sûrîyan û leşkerên ne Îranî yên tevlî Pasdaran û hêzên alîgir ên li Sûrîyayê şer dikin ji ber "sedemên aborî û diravî tevlî dibin".

Destketîyên Rûsyayê li gundewarê Humsê

"Rûsya milîseke nû li gundewarê bakurî yê Humsê ava kiriye bi fermandarîya hêza polîsê serbazî ya Rûsî ya li bingeha Himêmîmê bi cih dibe,"medyavan Feysel Ehmed ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev milîs bi "paqijkirina herêmê ji her hebûnek û bandordarîyeke Pasdaran û milîsên alîgirê wê hatiye erkdarkirin", û ew giranîyê dide Hizbulah, ji ber ew bi awayekî berfireh li deverê hatiye bicihkirin.

Wî got ku Hizbulah herwiha milîsên xwecihî yên alîgir ji xwe re ava kirine bi navê "Hizbulaha Sûrî".

Ehmed got ku milîsa alîgirê Rûsyayê ji endamên berê yên opozîsyonê yên ku çekên xwe radest kirin li gorî rêkeftinên lihevhatinê yên bi siponserîya Rûsî, pêk tê.

Wî daxuyand ku ew bi serokatîya Menhel Saluh e, serokê Ceyş el-Tewhîd "ê ku yekem kes bû ku xweradest kir û piştgirîya rawestandina şer li herêmê kir".

Wî got ku polîsê serbazî yên Rûsî piştgirîya milîsê dike, û ew ser bi Feyleqa 5ê yê bi Rûsya piştvanîya wê dike ye.

Wî got polîsê Rûsî bi awayekî vekirî piştgirîya milîsê li gelek deveran dike, di nav de bajarê Telbîsayê, li bakurê Humsê, cihê ku tê payîn ku milîs dê asêgehekê li wir ava bike.

"Vê milîsê gelek caran êrîş birin ser gund û bajarokan [li gundewarê Humsê] û endamên Hizbulah bi darê zorê ji wan der anîn û hinek ji wan girtin," Ehmed got, û da zanîn ku milîtanan hemû alên Hizbulahê daxistin.

Wî got ku eew gund ev in: Nicma, Kûm, Muxtariya, Kefir Ebid û Hazmiya.

Wî got ku milîsê karî dest deyne ser rêbendeke Hizbulahê, li Mulûkê, ku Humsê û deverên gundewarî yên li derdora wê bi hev ve girê dide.

Kêmkirina bandora Hizbulah

Milîsa nû ya bi serokatîya Saluh "gelek dewrîyên ewlehî pêk tîne bo rê li ber serhildana Hizbulahê bigire", Ehmed got, û da zanîn ku wê gelek rêbend ava kirine bo girtina endamên Hizbulahê.

Wî got ku hêzên van rêbendan bi rê ve dibin herwiha belgeyên kesan pişkinîn dikin bo li kesên hevkarîyê ligel Pasdaran dikin û ji polîsê serbazî yê Rûsî re tên xwestin bigerin.

"Tiştê li gundewarê bakurî yên Humsê di navbera Rûsya û Pasdaran de rû dide nîşaneke xuyayî ye li ser hewla Rûsyayê ya kêmkirina desthilata Hizbulahê û herwiha tengkirina rûbera kontrola wê li herêmê," rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdulah ragihand.

Ebdulah ji El-Meşariq re ragihand ku ew texmîn dike plan heta bi gundewarê rojavayî yê Humsê dirêj bike, cihê ku Hizbulah û milîsên din ên ku Îran piştevanîya wan dike xwedan hebûneke mezin in.

Wî got ku piştî kontrolkirina rûberên berfireh ji parêzgehên Deraa, Heleb û Humsê, Rûsan karî ku bandordarîya Pasdaran li Dêra Zorê bihundirînin.

Wî got ku "Rûsya milîsên xwecihî pêk tîne" bo misogerkirina kontrola li ser van deveran, û wê kontrola Lîwayê Qudis, yê ku carê piştgirî ji Pasdaran digirt, kir.

Wî got ku deverên ku Rûsya û Îranê kontrol kirine têhilkêş in, û Rûsya hewl dide ku vê rewşê bi dawî bike bi rêya "paqijkirina deverên li jêr kontrola wê ji hemû şêweyên hebûna Îranî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500