Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî pêngaveke yekalîker li dijî şanên razayî yên DAIŞê dimeşîne

Xalid Taî

Hêzên Îraqî gelek endamên DAIŞê li parêzgeha Enabrê di Gulanê de girtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enabrê hatiye wergirtin, ku di 12ê Gulana 2019an de belav bûye]

Hêzên Îraqî gelek endamên DAIŞê li parêzgeha Enabrê di Gulanê de girtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enabrê hatiye wergirtin, ku di 12ê Gulana 2019an de belav bûye]

Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî 19 kesên xwestî di operasyoneke ewlehî de li dijî şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Kerkûk, Enbar, Nînewa û Diyalayê ku vê heftîyê hatibû pêkanîn giritin, rayedarekî roja Çarşemê (15ê Gulanê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Li Kerkûkê, şaneke razayî ya girêdayî DAIŞê ya li jêr navê Wilayet Kerkûk hat jihevxistin û her 12 endamên wê hatin girtin.

Wan pere, çek, sotemenî û xwarin ji çekdarên DAIŞê yên li deverên dûrdest xwe diveşartin pêşkêş dikirin, û ji wan re stargeh jî hazir dikirin.

"Birêveberî [ya hewalgirîyê] pêşketineke mezin di lipeyketina şanên razayî û girtina endamên wê de bi dest dixe," peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî wisa ji Diyaruna re got.

Ev Du endamên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî ne di dema pêkanîna operasyonekê de li dijî şanên razayî yên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê meha Nîsanê. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev Du endamên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî ne di dema pêkanîna operasyonekê de li dijî şanên razayî yên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê meha Nîsanê. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Girtin di çarçoveya rêkarên dawîn ên ewlehî û hewalgirî li dijî hejmareke mezin a serkirdeyên DAIŞê û emdamên wê li rojavayê Kerkûkê û rêzeçîyayên Hemrînê de tên.

Ev paşmahî hewl didin bi rêya van şanên razayî yên ku vegerîyane gundine rizgarkirî çalakîya xwe berdewam bikin, bi taybet li Hewîcayê, Xefacî anî ziman.

Hişyarîyên welatîyan rêya serkeftinê ye

Xefacî dîyar kir ku "piranîya xebata girtina teorîstan bi saya welatîyan ne, yên rojane agahîyên pir derbarê veşartgehên paşmahî û şanên razayî yên DAIŞê de dabîn dikin."

Van agahîyan alîkarîya hêzên Îraqî kir ku operasyonên deqîq û bilez li dijî armancan pêk werînin.

Xefacî got di heman demê de li Enbarê, yekîneyên hewlagirîya serbazî du zilamên xwestî li biyabana Rutbayê girtin, yek ji wan pere didan endamên DAIŞê û otombîl ji wan re dianîn.

Wî anî ziman ku "girtîyê din agahî derbarê tevgera hêzên ewlekarîyê û kesên bi wan re kar dikirin didan DAIŞê."

Xefacî destnîşan kir ku endamekî din ê DAIŞê, yê li devera Sofîya li Remadîyê hate girtin, di Dawaya DAIŞê û Dîwana Irşadê de dixebitî.

Wî got ku ajansên hewalgirîyê çar zilamên din jî girtin, sê ji wan li taxa Amil û Intîsarê li Mûsila Nînewayê hatin girtin, û da zanîn jî ku wan di şanê de kar dikir ku şerê hêzên ewlekarîyê di heyama operasyonên rizgarkirina bajêr de dikirin.

Xefacî daxuyand ku yê çarem, çekdarekî DAIŞê bû, li bajarokê Xalis li Diyalayê hate girtin.

Xefacî teqezî li ser xebatên wezareta berevanîyê bo handana karê hewalgirêyê kir, "ji ber ku şerê bi komên terorîst ên mayî re şerê agahî û operasyonên razî ye."

Wî got ku ji bo ev yek bi dawî bibe, em dê xebatên xwe berdewam bikin daku em bawerîya welatîyan qazenc bikin û bo ew hevahengîyê bi yekîneyên hewalgirî û ewlehîyê re bikin, daku em hemû komployên dijmin têk bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500