Nûçeyên Iraqê
Remezan

Niştecîyên Bexdayê xweşîyê ji şevên Remezanê dibîn piştî başbûyîna ewlehîyê

Ala Husên li Bexdayê

Fermandarê Fermandarîya Operasyonên Bexdayê Celîl Rubeyî piştî fitarê di kolanên Keradayê de dimeşe. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Fermandarê Fermandarîya Operasyonên Bexdayê Celîl Rubeyî piştî fitarê di kolanên Keradayê de dimeşe. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên Bexdayê xweşîya êvarên Remezanê dibînin jîyan dikin, û çalakîya aborî ya jîyandar û xweşguzeran heta demeke dereng ji şevê berdewam dikin, di rewşeke ewlehî ya aram de.

Meha Remezanê ya pîroz vê salê tê di dema ku gelek kolan li pêşîya trafîkê tên vekirin û bi sedan kendûkospên konkrêt ên astengî ji tevgera niştecîyan re çêdikirin tên rakirin.

Gelek niştecîyên Bexdayê ji bo fitarê bi koman diçin xwaringehan lê hineke din xweştir dibînin ku li malê bifitirin û di pişt re herin parkan, li dikanên sarmenîyê bigihin hev an bi saetan li navendên bazarê li paytextê dema xwe derbas bikin.

Birêveberîya polîsê Bexdayê planeke ewlehî ya taybet bi meha Remezanê danî, di nav de belavkirina pagerên polîsê û pagerên navgînên hawarîyê bi awayekî berfire, bi taybet li derdora mizgeft û holên huseyniyan, peyvdarê polîsê Bexdayê eqid Nibras Elî ji Diyaruna re got.

Endamekî polîsê weke pasîvan rawestaye dema ku karkerên şarederîyê kendûkospên konkrêt radikin li pêşîya Otêla Merîdyan a Felestînê li Meydana Firdewsê li Bexdayê di 24ê Adara sala 2019an de. Di mehên borî de, hêzên Îraqî radihêjin blokên konkrêt û diwarên T li deverên cuda li Bexdayê, kolanan vedikin û dîmenê li pêşîya avahîyan paqij dikin, ji çaxê ku êrîş heta asteke mezin li paytextê kêm bûne. [Sebar Erar/AFP]

Endamekî polîsê weke pasîvan rawestaye dema ku karkerên şarederîyê kendûkospên konkrêt radikin li pêşîya Otêla Merîdyan a Felestînê li Meydana Firdewsê li Bexdayê di 24ê Adara sala 2019an de. Di mehên borî de, hêzên Îraqî radihêjin blokên konkrêt û diwarên T li deverên cuda li Bexdayê, kolanan vedikin û dîmenê li pêşîya avahîyan paqij dikin, ji çaxê ku êrîş heta asteke mezin li paytextê kêm bûne. [Sebar Erar/AFP]

"Hêzên polîs tedbîrên ewlehîyê asê kirin daku niştecîyan li parkên giştî û kesên diçin bazarên ku di meha Remezanê de bi xelkê mişt dibin biparêzin," wî got.

Çalakîya aborî ya geşbûyî

Herwiha rewşa ewlehî ya qayim li Bexdayê hişt ku çalakîya aborî jî zêde bibe, û çalakîya bazirganî ji destpêka meha Remezanê ya pîroz ve geş dibe.

Bazar li taxa Keradaya Daxilê û molên kirînê li taxên Mensûr û Harisîyayê û li kolana Felestînê bi awayekî çalak materyalên xwarin û çekan tên firoştin û dikanên vexwarinê mişt zibûn dibin.

Çalakîya bazirganî ji alîyê ajansên hikûmetê yên têkildar tê çavdêrîkirin da ku nehêlin bazirgan sûdê ji xwestina pir ji kelûpelan di meha pîroz de bigirin û da nehêlin ku bihayê materyalan ji zibpnan re bilind bikin, endamê encumena parêzgeha Bexdayê ji Diyaruna re ragihand.

"Tu sedem nîne ku bihayên materyalan di meha Remazanê de werin bilindkirin, bi taybet bihayê xwarinê, ji ber erzanîkirin ji bazirganan re hene û dewlet dilxwaz e ku misoger bike ku hemû tiştên ji malbatên Îraqî re gerek in li bazaran peyda bike," wî got.

Cîbicîkirina planeke ewlehî ya serkeftî

Hêzên ewlekarîyê , bi taybet yekîneyên hewalgirîyê ya Siqûr ya li dijî terorîzmê, bi ser ket ku ewlehîyê li Bexdayê û derdora wê qayim bike û çavkanîyên terorîzmê biçikîne, şirovekarê ewlehî Xanim Eyfan got.

Bexada paytexta welat e û navenda proseya çêkirina biryarê ye, û "bi çi awayî ew were xerqkirin ew xerqkirin ji hemû welat re ye", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Remezan aniha li Bexdayê ji salên berî vê ewletir e ji ber rastîya ku ''Dewleta Îslamî''(DAIŞ) hemû baregehan xisirî û di warê serbazî de li Îraq û Sûrîyayê têk çû," wî got.

Wî got ku serkftinên ewlehî ne tenê di warê performansa hêzên ewlehî de bûn, lêbelê herwiha ji ber haydarî giştî jî li kolanan û têgihiştin bê çi qasî rêxistina terorîst xeternak bû û ew di warê civakî û îdîolojî de paş guh kirin.

Hişyarîya berdewam li dijî şanên razayî yên DAIŞê

Efyan nabîne ku gotara nûjen a serkirdeyê DAIŞêEbû Bekr el-Bexdadî bi çi awayî bandorê li rewşa ewlehî bike li Bexda û parêzgehê din.

Tevî wê yekê jî, ew weke hişyarkirinekê ye li dijî "peydabûna sistbûnê di peyçûna dûv şanên razayî de çêbibe", wî got.

Bexdadî careke yekem ya tê angaştin derket di pênc salan de di vîdyoyeke propagandayê de ku di 29ê Nîsanê de hat weşandin.

Di vîdyoya ku ji alîyê çengê medyayê yê Furqanê yê têkildarî DAIŞê hat weşandin, mêrikê ku tê gotin ku el-Bexdadî bû hewl da ku "bermayîyên [DAIŞê] ş şanên razayî bi çend gotinan han bide, gotinên ku şerpezayîya ku ew û koma xwe tê de eşkere dikin", peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqê lîwa Tehsîn Xefacî got.

Bexdadî nizane ku rewş nema weke sala 2014an e, wî got.

"Hêzên me aniha hêzdartir in û xwedî pisporî ne, hatine rahênankirin û xwedî kapasîteyên hewalgirî ne di warê peyçûna dûv terorîstan û tunekirina wan de bi hevahengîya bi hevpeymanîya navdewletî re," wî ji Diyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500