Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tundrew xebatên alîkarîyê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bê tewş dikin

AFP

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî, yên herwiha weke "Xûzeyên Sipî" tên naskirin, li nav molozên avahîyeke hilweşîyayî digerin piştî teqînekê li bajarokê Cisir el-Şixûrê, li rojavayê parêzgeha Idlibê, di 24ê Nîsanê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî, yên herwiha weke "Xûzeyên Sipî" tên naskirin, li nav molozên avahîyeke hilweşîyayî digerin piştî teqînekê li bajarokê Cisir el-Şixûrê, li rojavayê parêzgeha Idlibê, di 24ê Nîsanê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Gef, destwerdan û gihandina alîkarîyê di xeterê de -- karkerên hewarçûnê dibêjin ku tundrew li berhengarîyên mezin ên ew rastî tên zêde dikin li bakur û rojavayê Sûrîyayê, cihê ku agirbesteke şikeva di xeterê de ye.

Herêma Idlibê, ya ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, yek ji deverên dawî ye ji welat ên ku Serok Beşar Esed dixwaze vegerîne.

Dora 2.7 milyon ji niştecîhên wê yên ku hejmara wan gihaye sê milyonan hewcedarîya wan bi alîkarîya mirovî heye li gorî NY.

Piranîya wan xwe bi giranî dispêrin xwarin û derman û pêdivîyên din ên ji Turkyayê tên di rêya NY û rêxistinên xêrxwaz re.

Zarok ridihêjin betanî û doşekên ku ji ajansên alîkarîya lezgîn wergirtine li kampeke demkî ya ji bo kesên bêwar li nêzî bajarokê Atmeyê li nêzîkî sînorê Turkî li parîzgeha Idlibê ya Sûrîyayê di 10ê Kanûna Duyem de. [Arif Weted/AFP]

Zarok ridihêjin betanî û doşekên ku ji ajansên alîkarîya lezgîn wergirtine li kampeke demkî ya ji bo kesên bêwar li nêzî bajarokê Atmeyê li nêzîkî sînorê Turkî li parîzgeha Idlibê ya Sûrîyayê di 10ê Kanûna Duyem de. [Arif Weted/AFP]

Lê xebatên ji alîyê "desthilatdarîya de-faktoyî" li Idlibê "da ku destkarîyê tê de bikin, astengîyê ji gihandina alîkarîyên mirovî re çêbikin an wan bê tewş bikin, di nav de kêmkirina ewlehîya karkerên di warê mirovî de, bûne rastîyeke cihê mixabinîyê", Rachel Sider ji Encumena Penaberên Nerwîcî (NRC) got.

Tehrîr el-Şam û şaxê wî yê sivîl -- yê jê re tê gotin"Hikûmeta Felatê" -- di destpêka salê de Idlib kontrol kir.

"Destwerdan ji meha Kanûna Duyem ve zide bûye," karkerekî di warê mirovî de li Idlibê, yê xwest ku navê wî neyê dîyarkirin ji ber tolhildanê got.

"Tek rêxistineke alîkarîyê ji gef, girtin û girtina ofîsên wan ji ber sedemên pêkenok xilas nebûye" wî got, Tevî ku Idlib rastî bombebarana zêde ji alîyê rejîm û hevalbenda wê Rûsyayê ve hat di meha borî de.

Di meha Nîsanê de, tundrewan gef lê xwarin ku ew dê wî bigirin ji ber ew qebûl nake ku selikên xwarinê yên tîma wî li kampa bêwaran li başûrê Idlibê belav dikirin bide wan, wî anî ziman.

"Wan got divê ez alîkarîyê bidim wan ji ber mucahid in," zilamê 27 salî got.

Wî got ku herwiha Tehrîr el-Şam jî berî heft mehan ew çar rojan li bajarê Idlibê girt ji ber wî wêneyên kamyonên alîkarîyê dikişandin bêyî destûrê ji desthilatdarîya wan wergire.

Wî got ku Milîtanan lê xist û dest danîn ser laptopê wî û kamîraya wî jî şîkandin.

"Ji min re gotin ku divê ez sipasîya Xwedê bikim ji ber wan ez sax berdam."

''Destwerdan''

Paul Donohoe ji Komîteya Hewarçûnê ya Navdewletî got "rêxistinên alîkarîyê rastî destwerdanê tên ji alîyê komên çekdar ve li Idlibê, mîna ew kêm dihêlin ku ew bigihine niştecîyên rastî xeterîyê tên û hewl didin ku bandorê bikin di hilbijartina kes û cihên ku divê alîkarî bigihe wan".

Wî nexwest ku gelek hûrgilîyan eşkere bike lê karkerekî din di warê alîkarîya mirovî de li Idlibê, yê herwiha xwest ku navê wî neyê dîyarkirin, got ku gelek projeyên ajansên alîkarîyê yên navdewletî hatin rawestandin di van mehên dawî de ji ber destwerdana mîna vê.

Plana dabînkirina firneyan li Idlibê bi erdê belaş hat rawestandin ji ber Hikûmeta Felatê israr kir ku mifadar tenê ji firneyên têkildarî wê bibin, zilamê 29 salî got.

"Çalakîyên me weke rêxistin gelekî kêm bûne ji çaxê ku ev yek hatiye serê me," wî anî ziman.

Desteya serwer hewl dide ku kompanîyên girêdayî wê jî di nava wan kompanîyên ku muamelatan bi ajansên alîkarîyê re dipêrêzin de bin, ku dixwaze di rêya pişkinînê re xwe ji vê yekê bi dûr bixe.

"Ew dixwazin çi projeya li herêmê hatiye cîbicîkirin rawestînin," wî got.

Destdirêjîyê hişt tirs hebe ku dibe meteryalên hewarçûnê û pereyên alîkarîyê bigihine destên nexwazyar.

Sider, ji NRC, got: "di vê jîngehê de, ajansên alîkarîyê nikarin bi awayekî tam xetera guhertinê nehêlinû em dixwazin ku daner vê yekê bizanibin."

NY got ku ew tedbîran zêde dike daku bergirîya guhertinê bike.

Di nav wan tedbîran de "sehkirineke zêde ji hevkar, dabîner, û heta karker, karmend û çavdêrîkirina alîyê sêyem, di nav de bikaranîna teknolojîya nûjen -- şerîta codkirinê, çêkirina xetên germ -- da karibe misoger bike ku alîkarî digihe kesên hêja," Hevahengerê NY li Sûrîyayê, Panos Moumtzis, ji AFP re ragihand.

''Tenê fişar zêde dibe''

Heta aniha tu kêmbûneke mezin di alîkarîya mirovî de tune ye, lê hinek bexşêneran fendên xwe rawestandin, Ehmed Mehmûd, serokê beşê Sûrîyayê yê Komela Hawarçûnê ya Îslamî ragihand.

"Heta aniha, pênc nexweşxaneyên girîng û serekî bi temamî hatine girtin û heft sazîyên nûjdarî yên din -- di nav de nexweşxaneyên guhlêdanê li zarokan û ducanan dikin -- heta radeyeke mezin xebatên xwe sekinandine ji ber kêmbûnên di fînansê de," wî got.

Tevî ku dibe sedemên din jî hebin, "hinek bexşêner nîgeran in ku guhertin di nexşeya kontrolê de li bakurê rojavayê Sûrîyayê rû bidin, û dibe ku vê yekê bandor li biryarên wan ên fînanskirinê kiribe".

"Sazîyan yek bi yek dergehên xwe girtin, û fişar bi tenê li ser yên mayî ne," wî got.

Ji alîyê xwe de, Hikûmeta Felatê red dike ku ew rêgirîyê li xebatên hawarçûnê dike.

Berpirsekî wezîfedar bi xebatên kordînekirina alîkarîyê yê Hikûmeta Felatê, ku xwe bi navê Dr. Cîhad da nasîn, got ku birêveberî "hewl dida kar (ê mirovî) rêxistin bike" bi rêys hevahengîya bi rêxistinên hawarçûnê re û dabînkirina hêsankirîyan di belavkirinê de.

"Çiqas ew berpirsyarîyê û biryardarîyê parve bikin û çiqaş em karê xwe hevawaz bikin, wê encamên baştir werin bidestxistin," wî ji AFP re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500