Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşeke asmanî ya Rûsî baregeha Xûzeyên Sipî li Idlibê dike armanc

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarin avahîya berevanîya sivîl li bajarê Kefir Nubilê li parêzgeha Hemayê pişkinîn dikin piştî ji hêla balafirên Rûsî hate bombekirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xebatkarin avahîya berevanîya sivîl li bajarê Kefir Nubilê li parêzgeha Hemayê pişkinîn dikin piştî ji hêla balafirên Rûsî hate bombekirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî ya Rûsî roja Duşemê (13ê Gulanê) avahîyeke Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) li bajarê Kefir Nubilê li Idlibê wêran kir, çalakgerekî xwecihî anî ziman.

Hejmarek ji otombêlîn Xûzeyên Sipî jî di êrîşê de hatin wêrankirin, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku tu zîyannên mirovî di encama êrîşê de çênebûn, ji ber xebatkarên rizgarkirinê wê çaxê ne li wir bûn.

Wî got sazî du caran di çend xuleyan de hat armanckirin, tiştê dihêle ku mebest ew be ku sazî ji xizmetê were bi dûrxistin.

Çekdarine Enîya Rêzgarkirinê ya Sûrî xwe ji şerê gundê Hemamîyatê li parêzgeha Hemayê re amade dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarine Enîya Rêzgarkirinê ya Sûrî xwe ji şerê gundê Hemamîyatê li parêzgeha Hemayê re amade dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Du mûşekên pir teqînbar li navendê ketin" piştî çend xuleyan ku xebatkarên wê berê xwe dabûn gundekê nêzîk ku êrîşek lê rû dabû, Onêda Zikra, serokê Berevanîya Aivîl a deverê ji AFP re eşkere kir.

Esaf got ku êrîşên asmanî bajarê Kefir Nubil bi dijwarî armanc kiribûn, û hejmarek ji malên sivîlan kirin armanc, û di encamê de hejmareke mezin a qurbanîyên sivîl heye.

Zikra anî ziman ku hejmara kuştî û birîndaran heta niha ji ber tirsa ku li herêmê çêbû ne dîyar e.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku herî kêm 42 çekdar di nava 24 demjimêran de ji Yekşemê heta Duşemê di pevçûnên li dervera Cebel Ekrad li parêzgeha Laziqîyayê li nêzî sînorê bi parêzgeha Idlibê re hatine kuştin.

Êrîşeke dijber tê pêkanîn

Esaf daxuyand ku komên çekdar li gundewarê Hema û Idlibê êrîşeke dijber li dijî rejîm û alîgirên wê li deverên hêzên ku van çend rojên dawî derbasî bûbûn pêk anîn.

Wî dîyar kir ku çekdarin ji Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî, Tehrîr el-Şam, Ceyş el-Iza û Ceyş Nesr hatin dîtin ew êrîşekê li ser gundê Hemamîyat yê parêzgeha Hemayê pêk tînin.

Esaf got ku çavkanîyan ragihand ku ev kom derbasî gund bûn û artêşa Sûrî ji wir û ji girekî li derveyî gund vekişîya.

Esaf anî ziman ku komên çekdar karîbûn derbasî gundê Cebîn jî bibin.

Şerê tund li gelek deveran berdewam e, di nav de Horş Kerkat li bakurê gundewarê Hemayê û deverên derdora bajarokê Kernaz û Cenabirayê li nêzî bajarokê Kefir Nebûdayê yê stratejî.

Ev deverketin destên hêzên rejîmê di heftîya borî de.

Herwiha şerekî dijwar li devera Tel Meleh û Til Osman rû da, ku hat têbînîkirin ku hêzên Enîya Rêzgarkirinê ya Sûrî bi piştevanîya tankan bombebarankirineke tund pêk anîn da rê ji xwe re vekin û derbasî deverê bibin.

Girjîya serbazî "gerek raweste"

Roja Duşemê, Ofîsa NY a Karûbarên Mirovî (OCHA) got ku 18 sazîyên tenduristîyê li deverê berî du heftîyan hatin girtin, AFP ragihand.

"Êrîşên ku li ser sazîyên tenduristîyê li bakur-rojavayî Sûrîyayê çêdibin hîna zîyanan digihêjên sivîlan," peyvdarê OCHA yê bo Sûrîyayê Dêvid Swanson got.

Swanson dîyar kir "ev tundî tirsnak e." Nexweşxane divê cihê parastin û bêalîtîyê bimînin, bêalîkirina wan ne cihê nîqaşê ye."

Di daxuyanîyeke hevbeş de roja Duşemê, Brîtanya, Fransa û Almanîyayê gotin ku girjîya serbazî ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê "divê raweste".

Wan destnîşan kir ku "êrîşa hov a ji hêla rejîma Sûrî û alîgirên wê li ser milyonan sivîlan pêk tê ne şerê terorê ye. Ew tenê ji bo dîsan rejîm serwerîya xwe vegerîne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500