Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xwebeşên Nînewayê dê deverên berê yên DAIŞê ji mayînan paqij bikin

Xalid Taî

Xwebexşeke ku ji korsa rahênanê ya nûjen derbarê dan û standina bi teqemenîyan re derçûye li parêzgeha Nînewayê bawernameya xwe werdigire. [Wêne ji Omer Elî Mihemed Cibûrî hatiye wergirtin]

Xwebexşeke ku ji korsa rahênanê ya nûjen derbarê dan û standina bi teqemenîyan re derçûye li parêzgeha Nînewayê bawernameya xwe werdigire. [Wêne ji Omer Elî Mihemed Cibûrî hatiye wergirtin]

Xwebexşên Îraqî ji parêzgeha Nînewayê korseke rahênanê derbarê rakirina bombeyên bidestçêkirî bi dawî kirin, korsa ku ji alîyê Rêxistina Swêsrî bo Rakirina Mayînan (FSD) ve hat lidarxist, berpisekî Duşemê (13 Gulanê) ji Diyaruna re ragihand.

"Çil û du xwebexş ji Nînewayê -- 32 mêr û 10 jin -- korsekî rahênanê derbarê dan û standina bi teqemenî û bombeyên bidestçêkirî yên neteqiyayî re heftîya borî bi dawî kirin," serperiştê tîma FSDê Omer Elî Mihemed Cibûrî got.

Wî da zanîn ku korsa ku ji alîyê FSD ve li navçeya Mawatê li parêzgeha Silêmanîyê hat lidarxistin, 52 rojan dirêj kir, û not kir ku xwebexşan waneyê teyorî û pratîk wergirtin derbarê bêfitîlkirin û rakirina mayîn û bombeyên bidestçêkirî û çawanîya xelasbûna ji wan de.

"Rahênan ji alîyê pisporên Îraqî û yên biyanî hatin dan," wî anî ziman.

Berpirsên serbazî yên Îraqî planên rakirina mayînan bi endamên tîma navdewletî ya ku di warê rakirin û bêfitîlkirina mayînan de pispor e nîqaş dikin. [Wêne ji Omer Elî Mihemed Cibûrî hatiye wergirtin]

Berpirsên serbazî yên Îraqî planên rakirina mayînan bi endamên tîma navdewletî ya ku di warê rakirin û bêfitîlkirina mayînan de pispor e nîqaş dikin. [Wêne ji Omer Elî Mihemed Cibûrî hatiye wergirtin]

Cibûrî da zanîn ku ev korsê duyem e derbarê rakirina mayînan ku ji alîyê FSD ve hatiye lidarxistin, ji çaxê ku wê dest bi kar kiriye li parêzgeha Nînewwayê berî bêtirî salekê û bal kişand ku nifşê yekem di Gulana 2018an de derçû.

Cibûrî daxuyand ku derçûyên nû dê di destpêkê de bi tîmê çalak re kar bikin daku ji wan fêr bibin û jêhatî û pisporyê ji wan wergirin.

Wî got ku ji nîvê meha Hezîranê ew dê dest bi paqijkirina cihan li deverên rojhilat û başûrê Mûsilê bikin cihên ku bi bombeyên bidestçêkirî û mayînên hatine çandin ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)dema wan bajar kontrol dikir.

Cibûrî got ku ev cih li Hemdanîyayê, li rojhilatê Mûsilê, û Geyarayê li başûrê Mûsilê ne.

Çesipandina aramîyê

Wî got ku FSD alîkarîyê bi artêşa Îarqî re dike, bi piştgirî ji alîyê Amerîka û Kanadayê ve, daku mayîn û teqemenîyan rakin li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin daku jîngeheke ewle û aram qayîm bikin ji niştecîyên Îraqî re li wan deveran.

"Di van her sê salên bûrî de, em bi ser ketin û me bi 15,000 mayin û bombeyên ku terorîstan li şûn xwe hiştibûn yan çandibûn li erdên taybet û avahîyan û siwêncarên hikûmetê," wî got.

Karê FSD ne tenê ku rahênanê bike û di rakirina mayînan de beşdar bibe, lê herwiha ew vekolînan teknîkî jî pêk tîne li deverên ku bi bermahîyên şer û mayînan hatine lewitandin.

Wî got ku Herwiha rêxistin kampanyayan li dar dixe daku hişyarîya xelkê derbarê xeterîya mayînan zêde bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dikarim tevlî van korsan bibim?

BERSIV BIDE