Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şênîyên Idlibê ditirsin ku vîdyoyê Colanî şer gurtir bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî di hevpeyvîneke dîtbar de ligel medyavanan dîyar dibe. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî di hevpeyvîneke dîtbar de ligel medyavanan dîyar dibe. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Belavbûna vîdyoyê derketina vê dawîyê ya serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî di hevpeyvîneke dîtbar de roja Yekşemê (12ê Gulanê) tirseke mezin di nav şênîyên herêma Idlibê de durist kiriye û ew derketin weke ragihandina şerekî vekirî tê dîtin, li gorî çalakgerekî.

Her tengejîyeke bilind ji arîşeyê re dê xelkê deverê bixe di xeterîyê de, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku herêm mişt sivîl e, çi xelkê deverê û çi kesên bêwar.

Medyavan Tahir Omer vîdyo li ser hesabê xwe yê Telegram belav kir.

Idlibî got ku ji dema belavbûyîna vîdyo, sivîl bi kom ji tixûbên parêzgehê û gundewarên wê direvin navçeyên hundirîn.

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî di hevpeyvîneke dîtbar de ligel medyavanTahir Omer dîyar dibe. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî di hevpeyvîneke dîtbar de ligel medyavanTahir Omer dîyar dibe. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî Klanişkovekê hildigire, çekê ku carê rêberên Qaîdayê di derketinên xwe de bi kar tînin. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Serokê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî Klanişkovekê hildigire, çekê ku carê rêberên Qaîdayê di derketinên xwe de bi kar tînin. [Wêne ji hesabê çalakger Tahir Omer ê Telegram hatiye wergirtin]

Li qiraxên parêzgehê, şerekî dijwar di navbera opozîsyona çekdar û komên tundrew li alîyekî û rejîma Sûrîyayê û hevalbendê wê de, di nav de Hizbulaha Lubnanê, pêk tên.

Hêzên Rûsî piştgirîya hewayî û serbazî ya tam ji rejîma Sûrîyayê re dabîn dikin.

Li gorî Omer, hevpeyvîn li zoneke şer li devereke gundewarî li bakurê Sûrîyayê hat pêkanîn.

Di hevpeyvînê de, Colanî bangewazîyek bo hilgirtina çekan kir bo rêgirtin li ber êrîşa li ser herêmê, û got ku komên li herêma Idlibê hevgirtî ne.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Colanî Pêncşemê (9ê Gulanê) bi dora 50 medyavanan re civiya, yên ku ji alîyê "ofîsa medyayê" ya Tehrîr el-Şam ve bo cihekî dûrdest li gundewarê Idlibê.

Çalakgerên ku li civînê amade bûn ji Rewangehê re ragihandin ku Colanî hewl dajidestdayîna Kefir Nebûdayê û Qelat Medîqê bo berjewendîya rejîmê rewa bike û got ku Tehrîr el-Şam amade ye ku berevanîyê deverên li jêr kontrola wê mane bike.

Gef amadebaşîyê zêde dikin

Xuyanîkirina Colanî û banga bo hilgirtina çekan nîşan dide ku ew xwedan rolekî dîyar e, û ew aniha kontrola -- yan jî îdîa dike ku kontrola -- hemû komên tundrew ên li herêmê dike, Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tê payîn ev yek Partîya Îslamî ya Turkistanê, Ceyş el-Iza û çend komên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihundirîne.

Wî got ku sivîlên ku nikarin ji herêmê bar bikin hewl didin xwarinê kom bikin ji ber ew texmîn dikin ku herikîna madeyên xwarinê dê raweste eger hat û şer û pevçûn dijwartir bûn.

"Ev yek bû sedema kêmbûneke dijwar di madeyên xwarinê yên bingehîn de ji ber hewcedarîya pir mezin bi wan, tevî ku hewcedarîyê hiştiye ku nirxên wan bilind bibin," wî got.

Idlibî got ku gefxwarina Colanî ya topbarankirina serbazgeha asmanî ya himêmîm li parêzgeha Laziqîyayê, ku aniha hêzên Rûsî wê bi rê ve dibin, bû sedema alarmê, ji ber ku ev kiryar bêguman dê rewşê kambaxtir bike.

Li gorî pisporê komên terorî Yehya Mihemed Elî, dema derketina Coalnî şer berferehtir dike û behane û maf dide Rûsan ku bêhtir tev bigerin û hebûna komên tundrew ên li Idlibê bi dawî bikin.

Wî da zanîn ku Colanî tifingeke Klanişkov hildigirt, çekê ku hemû rêberên Qaîdayê hildigirin di derketinên xwe de, di nav de Osama bin Ladin û Ebû Museb Zerqawî.

Elî got ku ev yek pêbendîya Colanî bi îdyolojîya Qaîdayê nîşan dide û dîyar dike ku ew hewl dide xwe weke rêberê rûhî yê komên tundrew li herêmê nîşan bide, û bibêje ku hemû çekdarên tundrew pêbendî fermanên wî dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500