Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Femandarîya Nînewayê niştecihên gundên ji bajêr dûr çekdar dike

Xalid Taî

Şervanên êlên Îraqî li deverên başûrê Mûsilê hevkarîya ewlehî bi Cîgirê Fermandarê Operasyonên Nînewayê lîwa Casim Mihemed Xelîfa re giftûgo dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ku di 28ê Kanûna Duyem a 2019an de belav bûye]

Şervanên êlên Îraqî li deverên başûrê Mûsilê hevkarîya ewlehî bi Cîgirê Fermandarê Operasyonên Nînewayê lîwa Casim Mihemed Xelîfa re giftûgo dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ku di 28ê Kanûna Duyem a 2019an de belav bûye]

Fermandarîya Operasyonên Nînewayê li ser çekkirina zilamên êlan ên li gundên ji bajêr dûr li parêzgehê erê kir daku xwe ji êrîşên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên nişkayî biparêzin, fermandarîyê roja Înê (10ê Gulanê) ragihand.

Birêveberê medyaya fermandarîyê emîd Fîras Beşar Sebrî ji Diyaruna re got ku "çekkirina zilamên êlan hat erêkirin, bi taybet ew kesên li biyaban û gundên sînorî dijîn li parêzgeha Nînewayê."

Sebrî anî ziman ku 50 niştecihên gundên dûr -- bi piranî gundên li başûrê Mûsilê û derdora navçeyên Rebîya, Zemar, Beac û Hetrayê -- dê çekan ji fermandarîya operasyonan werbigirin.

Sebrî dîyar kir ku "niştecihên xwecihî yên berê xwedî çek in, divê destpêkê wan li navendeke polîsê ya nêz fermî tomar bikin."

Sebrî destnîşan kir ku biryar "bo piştevanîya ewlehîyê li deverên ji navendên bajêr dûr û bo welatî karibin parastina xwe bikin eger rastî çi gefekê ji paşmahîyên terorîst werin hatiye standin."

Wî got ku şervanên êlan li van deveran roleke mezin di alîkarîya hêzên Îraqî ku ji DAIŞê xelas bibin de gerandine, û da zanîn jî ku ew di rêya pêşkêşkirina raportên hewalgirî re piştevanîya xwe ji fermandarîyê re berdewam dikin.

Wî anî ziman ku agahîyên niştecihan "hiştin em gelek veşartgehên dijmin wêran bikin û liv û tevgera wan armanc bikin."

Bihêzkirina niştecihên xwecihî

Sebrî daxuyand ku "di rêya vê biryarê re em dixwazin beşdarbûna niştecihên xwecihî xurt bikin ku berpirsyartîya têkçûna giştî paşmahîyên DAIŞê hilgirin."

Wî teqez kir ku biryara çekdarkirina niştecihên xwecihî "nayê wateya zêdebûna çalakîyên terorî." Paşmahîyên DAIŞê "têk diçin û hêzên me heta ji wan tê bi erkê xwe radibin û encamên baş bi dest dixin."

Wî got ku lê pirsgirêkên ewlehî hin caran ji hêla hinek şanên DAIŞê yên mayî çêdibin, ên ku ji dûrahîyên dirêj ên di navbera gundan de û belawelabûna hêzên ewlekarîyê li gundên dûrdest sûd werdigirin.

Biryar piştî êrîşa DAIŞê ya Pêncşemê li dijî muxtarê Lezakayê pêk hat, gundekî li başûrê bajarê Mûsilê ye, hat.

Sebrî destnîşan kir ku di êrîşa "newêrek" muxtar Micbil Menxîî ligel dayîka wî, du zarok û birazîya wî hatin kuştin, lê hevjîn û keça wî tenê birîndar bûn.

Sebrî got ku paşmahîyên DAIŞê giranî di êrîşên xwe yên terorî de dan muxtaran "ji ber ku ew mîna çavên hêzên ewlekarîyê ne û çavdêrîya gundên xwe dikin û herwiha wan ji derbaskeran diparêzin."

Paşmahîyên DAIŞê di mehên borî de hejmarek muxtar li parêzgehên Selahedîn, Nînewa û Enbarê kuştine.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê hikûmet çi binpêkirina hebe bi awayekî tam kontrol bike, eger ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) an alîyên din be. Parastina welatîyan ji hêzên ewlekarîyê tê xwestin ên ku herwiha berpirsên parastina samanên welatîyan in jî. Sipas.

BERSIV BIDE