Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî li gundewarê Hemayê bi pêş ve diçe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerên rejîma Sûrî li derbasgeha bakurî ya bajarê Kefir Nibûdayê liHemayê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Leşkerên rejîma Sûrî li derbasgeha bakurî ya bajarê Kefir Nibûdayê liHemayê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Êrîşeke dijwar li ser gundewarê Hemayê yê bakurî ya ku roja Çarşemê (8ê Gulanê) dest pê kir bi dawî bû û rejîma Sûrî bajarê Kefir Nibûda û bajarokê Qelat el-Medîqê yê stratîjî kontrol kirin, çalakgerekî got.

Piştî zincîrek ji êrîş û gefan, komên çekdar ên ku ev dever kontrol dikirin vekişîyan gundewarê Hemayê û Idliba cîran, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got ku balefirên şer ên Sûrî û Rûsî rê bo pêşketinê vekirin, bi rêya êrîşên asmanî û bombebaranên topavêjan ên ku giranî dane Kefir Nibûda û bajarokê Qelat el-Medîqê li alîyê wê yê rojavayî.

Êrîşa bejî bi bombebarankirina dijwar dest pê kir piştî wê pevçûnên dijwar li derdora Kefir Nibûdayê û di pişt re li deverên hundirê bajêr rû dan.

Çekdarên koma Ceyş el-Îza ya tundrew çekekî ber didin di şerê nêzîkî bajarokê Kefir Nibûdayê yê parêzgeha Hemayê berî ku ew bikeve jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çekdarên koma Ceyş el-Îza ya tundrew çekekî ber didin di şerê nêzîkî bajarokê Kefir Nibûdayê yê parêzgeha Hemayê berî ku ew bikeve jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Kontrola li ser Kefir Nibûdayê gelek caran hatiye guhertin di navbera rejîma Sûrî û komên hevrik de, heta komên tundrew û yên opozîsyonê -- Tehrîr el-Şam, Ceyş el-Îza û Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê -- di dawîyê de vekişîyan.

Rejîma Sûrî şeva Çarşemê kontrola tam li ser Kefir Nibûdayê îlan kir.

Roja Pêncşemê wê êrîş nû kir û dest danî ser bajarokê Qelat el-Medîqê.

"Destdanîna ser Kefir Nibûda û Qelat el-Medîqê xwedî girîngîyeke mezin e û dibe ku hevsengîya şer biguhere, ji ber cihê wan ê stratîjî," Idlibî got.

Wî dîyar kir ku ew raserî xal û rêyên sereke ne, û kî wan kontrol bike dikare kontrola devera li derdora parêzgehên Hema û Idlibê bike, bi taybet deverên hevtixûb ligel Qelat el-Medîqê, mîna Sehil el-Xab û Xan Şêxûnê.

Şer ber bi deverin nû ve bi pêş ve diçe

Idlibî got ku Înê bombebarankirinê bajarokê Kefir Zêta û Letaminê yê bakurê Hemayê û bajarokê Hubeytê yê hevtixûb li gundewarê başûrê Idlibê armanc kirin.

Wî got ku tê pêşbînkirin ku ev in deverên ku rejîma Sûrî berê xwe bide wan, tevî ku nayê pêşbînkirin ku şer weke şerê li Kefir Nibûdayê diijwar be.

Wî daxuyand ku di heman demê de, gundewarê Hemayê û Idlibê di rewşa hişyarîya herî bilind de ne hevdem ligel berdewambûyîna bombebarankirinan û êrîşên asmanî yên ku li deverên sivîl xistin, bi teybet bajarokê Tel Sexrê, yê ku dê rejîma Sûrî di pişt re dê berê xwe bide wî.

Idlibî got ku êrîşa li ser Kefir Nibûda û Qelat el-Medîqê bi birêveberîya hêza Nimr ya girêdayî rejîma Sûrî bû, bi birêveberîya emîdê alîgirê Rusan Suhêl Hesen, ê naznava wî el-Nimr (Piling) e.

Balefirên şer ên Rûsî rê vekirin ji leşkerên piyade re bi rêya hejmareke mezin a êrîşên asmanî, "û hejmarek ji çekdarên Rûsî, yên gengaz e ku endamên koma Wagner û kurtêlxwer bin, li Kefir Nibûdayê hatin dîtin", wî got.

Idlibî got ku herdu alîyan gelek qurbanî dane.

Ev yek qewimî hinekî ji ber ku Ceyş el-Iza û Tehrîr el-Şam gotin ku wan xwekujr bi kar anîn, ên ku xwe di nav hêzên êrîşker de teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500