Nûçeyên Iraqê
Civak

Lêkolînerên bobelata qeyika Mûsilê rastî guvaşên milîsan tên

Hesen Obêdî li Bexdayê

Milîsên Îran piştevanîya wan dike dest danîne li ser hinek xanîyan li taxa Zincilî li Mûsilê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Milîsên Îran piştevanîya wan dike dest danîne li ser hinek xanîyan li taxa Zincilî li Mûsilê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Tevî ku ev mehek qedîyaye ji dema ku desthilatdarîyên Îraqî komîteyeke şopandina rastîyê pêk anîn bo lêpirsînkirin di bûyerabobelata qeyeika Mûsilê de, ya ku roja 21ê Adarê qewimî, encam hîn nehatine eşkerekirin.

Li gorî berpirsên xwecihî yên ji Diyaruna re axivîne, endamên komîteyê rastî fişarê hatine bo lêpirsînê vala derbixin an jî bêrîkirina hinek kesayetên ser bi milîsên ku Îran piştevanîya wan dike ji berpirsyarîyê.

Noqbûna qeyikekê di çemê Diclayê de li Mûsilê -- bûyera ku dora 120 kes tê de mirin -- bal kişand sergendelîyali ser deverên Îraqê yên ev li wan xwedan desthilat in.

Bi mercê ku nasnameya wî neyê eşkerekirin, endamekî encumena parêzgeha Nînewayê ji Diyaruna re teqez kir ku lêpirsîn qedîyaye.

Endamên Lîwaya Ebû Fedil el-Ebas yê ku Îranê piştevanîya wê dike li Hemam Elîl, li başûrê Mûsilê dîyar dibin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Endamên Lîwaya Ebû Fedil el-Ebas yê ku Îranê piştevanîya wê dike li Hemam Elîl, li başûrê Mûsilê dîyar dibin. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Wî daxuyand ku encam nehatine eşkerekirin ji ber ku "fişar heye bo derxistina navên kesayetên di bûyerê de cih girtine, bo ew neyên dadgehkirin".

Li gorî berpirs, di lêpirsînê de hatiye ku çend endamên milîsan hevparên Reyan Hedîd bûn, weberhînereke di projeya Cezîra Siyahiya (Dorava Geştiyarî) de, ku bûyer li wir qewimî.

Endamên milîsan herwiha bi "rêgirîkirin li karê komîteyên berevanîya sivîl yên ku serpereştîya rêkarên selametîyê dikin tên gunehbarkirin", wî got.

"Pereyên parastinê" ji milîsan re

Berpirs got ku Hedîdî mukur hat ku wî herî kêm 30% ji qezenca Dorava Geştyarî ya mehane dida milîsên çekdar "li hember parastinê û piştgirîyê û bo rê bidin ew karê xwe dewam bike".

"Ev sedema serekî ye ku encamên lêpirsînê nehatine eşkerekirin," wî got.

Wî got ku hinek alî dixwazin ku navên van endamên milîsan were hilanîn û sûc bi tenê di hustê Hedîd, xebatkarên qeyikê û sazîyên hikûmetê yên ku destûrname dane qeyikan de be.

Wî got ku bi tenê 13 kes heta aniha hatine girtin, "û Heyder Saidî û Kerîm Mewla ji milîsa Asaib Ehil el-Heq, yên ku di trajîdîyê decih girtibûn, ne di nav wan de ne".

Berpirs daxuyand ku serokê milîsa Seyid el-Şuheda Seyid Ebas, yê ku ofîseke wî li doravê heye, navê wî di lêpirsînê de hetiye ji ber misogerkirina parastinê ji xwedanên geştyargehê re û rêgirtin li ber rêkarên selametîyê yên alîyên desthilatdar dan ber xwe.

Ebas "rê li ber karê tîmên teftîşê yên li rewşa melewangehan û xwaringehan" li geştyargehê dinêrin girtin.

Lêkolîner rastî fişarê tên bo rawestin

Çend efserên ewlekarîyê ji lêpirsîna bûyera qeyikê hatin bidûrxistin li ser daxwaza wan, pişt ku ew rastî fişaran hatin, endamê berê yê encumena Mûsilê Mihemed Hemdanî ragihand.

Heman tişt di lêpirsînên din de jî berî niha rû daye, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku lêpirsînan eşkere kir ku "hêzên çekdar ên ser bi Îranê ve cih girtine", yên mîna Asaib Ehil el-Heq, Hereket el-Nucaba, Ketaib Hizbulah û Seyid el-Şuheda, û hineke din jî.

Van milîsan di qaçaxîkirina neft û keresteyan de di navbera Îraq û Sûrîyayê de,standina pereyan ji sivîlan û sepandina bacan de cih girtîye, wî got.

Li gorî Hemdanî, ev milîs "gefa herî xeternak li ser aramî û ewlehîya Nînewayê dirust dikin ji dema binxistina DAIŞê de".

Asaib Ehil el-Heq sûcdar e

Parlemantarê Îraqê ji parêzgeha Nînewayê Ixlas Dulêmî Asaib Ehil el-Heq bi cihgirtin di bûyera noqbûna qeyikê de li Mûsilê gunehbar kir.

"Rêberên ewlekarî li bajêr mukur hatin ku ew nikarin hesab ji berpirsyaran bixwazin ji ber ku Asaib Ehil el-Heq xwedanê projeyê ye [ya Cezîra Siyahîiya] li gorî girêbesteke fermî," wê got.

Di daxuyanîyekê de roja 23yê Adarê bo malpera Rudaw, Dulêmî got ku noqbûna qeyikê ji ber gendelîya ewlehî bû, û da zanîn ku qeyik a hinek weberhîner û hinek alîyan bû, di nav de Asaib Ehil el-Heq.

Dulêmî got ku Asaib Ehil el-Heq xwedanê 30% ji Cezîra Siyahiya ye û weberhîner xwedanên 70% ne, û wê da zanîn ku Fermandarê Operasyonan û serokê polîs nikarin destêwerdanê di lêpirsînan de bikin ji ber Asaib Ehil el-Heq di bûyerê de alî ne.

Dulêmî herwiha milîs bi destdanîna li ser rûberên berfireh ên zevîyan bo wan weke baregeh bo ofîsên xwe yên aborî bi kar bînin, û bang li serokên şaredarîyan kir ku hemû rêkarên fermî yên ji 2014an de rawestînin, ji ber ew dibîne ku ew ne yasayî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sipasîyeke mezin ji ber van nûçeyên bedew û nerm. Lê, tiştek bi destê milîsan ve nayê li navçeyên Îraqî. Dubare spas.

BERSIV BIDE