Nûçeyên Iraqê
Civak

Milîsên Îran piştevanîya wan dike hewl didin tovê tevlîhevîya tayîfî li Îraqê biçînin

Faris Umran

Endamên milîsa Lîwayê Seyid el-Şuheda ya ku Îran piştevanîya wê dike wêneyên serkirdeyên Îranî hildigrin di meşekê de li Îraqê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Endamên milîsa Lîwayê Seyid el-Şuheda ya ku Îran piştevanîya wê dike wêneyên serkirdeyên Îranî hildigrin di meşekê de li Îraqê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Welatî û şirovekarên Îraqî milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike bi hewldanên bo berfirehkirina bandordarîya Îranê li welatê xwe gunehbar dikin, hewlên bi rêya guhertina karekterê olî yê navçeyên gelekahîya Sûnî.

Ev milîs, bi piştevanîya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), planekê pêk tînin ku xizmeta ajandeyên Îranê dike bo çandina tovê tevlîhevî û parçebûna tayîfgerîû têkbirina nasnameya niştîmanî ya Îraqî, wan wiha anî ziman.

Ev milîs ji Ketaib Hizbulah, Hereket el-Nuceba, Asaib Ehil el-Heq û Rêxistina Bedir pêk tên.

Şênîyekî parêzgeha Nînewayê, yê ku daxwaz kir ku nasnameya wî neyê eşkerekirin ji ber tirsa li ser selameta xwe, got ku milîsan xwe vedizîye nav bajarên rizgarbûyî yên ku piranîya wê Sûnî ne, ligel hebûna şopdarên bawerîyên din, mîna Xiristîyanan û Êzîdîyan.

Endamên milîsa Lîwayê Seyid el-Şuheda ya ku Îran piştevanîya wê dike di merasîmeke serbazî de dimeşin, di vê wêneya ku di dîroka 23yê Hezîrana 2017an hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Faebookê ya Seraya Xoresanî hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Lîwayê Seyid el-Şuheda ya ku Îran piştevanîya wê dike di merasîmeke serbazî de dimeşin, di vê wêneya ku di dîroka 23yê Hezîrana 2017an hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Faebookê ya Seraya Xoresanî hatiye wergirtin]

Endamên van milîsan hewl didin ku mezhebê Wîlayet el-Feqîh (Wesiyetdarîya li ser Feqîh), belav bikin, ya ku banga bo şopdarîya bo Walî el-Feqîh dike -- wate Rêberê Mezin ê Îranê.

Wî dîyar kir ku ew siyaseta "gêzer û dar rêbaz digirin bo gihiştin bi armancên xwe", û li alîyekî wan dergeh bo şênîyên bêkar ên li van deveran vekir bo ew tevlî rêzên wan bibin û sûdê ji mûçeyê û desthilatdarîyê wergirin.

Ew herwiha bîroyên xwe yên çandî bi kar tînin bo destpêkirina kampanyayan bo belavkirina mezhebê Wîlayet el-Feqîh û belavkirina wêneyên Xameneî û serkirdeyên din ên Îranê mîna Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran, li kolanan û qadên giştî.

"Li alîyekî din, ew zorê li xelkê dikin bo tayîfa xwe biguherin an jî divê ew rastî binçavkirinê bên bi behaneya sûcên têkildarî terorîzmê û yan jî ew tên neçarkirin ku ji deverên xwe bi dûr kevin an jî rê li ber wan tê girtin ku qûtê debara xwe dabîn bikin," wî got.

''Desthilata ne rewa''

Peyvdarê êlên Nînewayê Şêx Muzahim Huwêt "hebûna kiryarên wiha", nemaze li parêzgeha Nînewayê, teqez kir.

"Milîs hewl didn ku desthilata xwe ya ne rewa li herêma me bi kar bînin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew dixwazin tovê tevlîhevîya tayîfgerî biçînin bi rêya berhevkirina waneyan derbarê Wîlayet el-Feqîh li mizgeftên Sûnî, û herwiha li dibistanan û kolêjan jî.

Huwêt got ku ew "bala hejmareke mezin a ciwanên Sûnî dikşînin bi rêya pereyan û pileyan li hember veguhertina tayîfa xwe".

Wî daxuyand ku Îran hewl dide ku parçebûnê li bajarê piranîya Sunî kûr bike bo milîsên wê bikaribin "dest deynin li ser van bajaran û pêgeh û bandordarîya xwe li Îraqê bi hêz bikin".

"Me gelek caran haydarî ji kiryarên van çeteyan da, yên ku xizmeta berjewendî û planên Îranî dikin, û divê herkes li dijî wan bi helwest be -- di nav de hikûmet û serkirdeyên xwecihî," wî got.

Milîs azadîya perestinê qedexe dikin

Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike, û Pasdaran alîkarîya wan dike, hewl didin ku "Îraqê di gola tayîfgerîyê de noq bikin", Ebdul Qadir Nayil, lêkolînerê warê siyasî, wiha şirove kir.

Ew fişarê li Îraqîyan, ji hemû tayîfan, dikin bo şopdarîya xwe ji Wîlayet el-Feqîh re rabighînin, wî wiha ji Diyaruna re got.

Nayil got ku bi vê yekê, ew dixwazin rengînîya tayîfî û çandî ya di civaka Îraqî de bi dawî bikin.

"Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike vê dawîyê rê li ber dîsa vekirina kenîseyeke kevin li navçeya Hebaniyayê li Enbarê girtin, tevî ku xwebarên herêmî ew nû kiribûn û daxwazeke cemawerî bo vegera Xirîstyanên bêwarbûyî bo deverê hebû," wî got.

Wî amaje kir ku ev milîs naxwazin ku "hevgirtina civakî û pir rengî" li Îraqê cihgirtî be.

Nayil got ku şênî li deverên rizgarkirî bi tirs in ku nerîtên xwe yên olî pratîk bikin"ji ber tirsa ji zordarîya van milîsan, ên ku wan ji mafê wan ê azadîya perestinê mehrûm dikin".

Wî got ku ev kiryar "tundrewîyê û milmilanîyê" di nava komelgehê de û li navçeyê şîr didin, û ev yek rê li ber Pasdaran û milîsên wê xweş dike bo ew karîgerîya xwe berfirehtir bikin.

Ev yek herwiha xizmeta ajanda pasdaran dike, yavekirina korîdoreke bejayî ku Îran bi Lubnan, Sûrîya û Deryaya Sipî ve girê bide, di Îraqê re , wî teqez kir.

"Armanckirina Îraqîyan"

Belavkirina mezhebê Wîlayet el-Feqîh armanceke stratejî ya rejîma Îranî ye ji dema peydabûna wê de, parlemantarê berê Omer Ebdul Setar, ku xebîrekî warê pêwendîyên navdewletî ye, wiha dibîne.

"Milîsên Îraqî yên mîna Asaib Ehil el-Heq, Ketaib Hizbulah û Nujeba aniha bicihanîna vê stratejîyê girtine ser milên xwe," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku herwiha Şîeyên Îraqî yên bi nasnameya Erebî ve girêdayî ne û dilsozîya wan ji Îraqê re armanc dikin.

Wî got ku ev milîs li gorî planeke sîstemkirî kar dikin û "aniha ew şerekî veşartî li parêzgehên [piranîya nifûsa wê Sûnî ne] dikin bi şêwazê kuştin, bêwarkirin û zordarîkirina li komelgeha sivîl" bo ew destberdarê bawerîyên xwe bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Belê

BERSIV BIDE

Ev hêzên leheng ew bûn ên Îraq ji zora Wehabîyetê û DAIŞê xelas kirin. Bimirin kesên ku dixwazin tevlîhevîyê di nava miletê Îraqê de belav bikin.

BERSIV BIDE