Nûçeyên Iraqê
Civak

Remezan li Idlibê: Bombebarandin, bêwarî û perîşanî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Malbatên Sûrî yên ji gundewarê başûrê Idlibê reviyan xwe li bin dareke zetûnan digirin li devereke çandinî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Malbatên Sûrî yên ji gundewarê başûrê Idlibê reviyan xwe li bin dareke zetûnan digirin li devereke çandinî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bi destpêka meha pîroz a Remezanê re, kesên sivîl li bakurê Sûrîyayê rast şert û mercên zehmet û gelek zehmetîyan tên, li gorî çalakgerekî xwceihî.

Ligel ku ew rastî bihayên bilind û bombebarandina dijwar tên, gelek malbat li parêzgehên Idlib û Hemayê rastî alozîya bêwarîyê ya zêdebûyî tên, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna got.

Wî got ku bi hezaran malbatên, ku xelkê deverê ne, ji ber pêla dawî ya êrîşên asmanî yê rejîma Sûrî û Rûsî bêwar bûne, di nav wan de hin malbatên ku berê ji deverên din bêwar bûbûn ber bi bakurê Sûrîyayê ve.

Wî daxuyand ku di encamê de, etmosfer di meha pîroz de ne weke ku çawa divê bûbaya ye.

Jinek û kurê xwe ziyana gihaye mala wan dinirxînin piştî êrîşeke asmanî ya nû li gundewarê başûrê Idlibê. [Wêne ji medyaya cîvakî hatiye wergirtin]

Jinek û kurê xwe ziyana gihaye mala wan dinirxînin piştî êrîşeke asmanî ya nû li gundewarê başûrê Idlibê. [Wêne ji medyaya cîvakî hatiye wergirtin]

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) kesekî birîndar rizgar dikin li gundewarê başûrê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) kesekî birîndar rizgar dikin li gundewarê başûrê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Idlibî got ku sivîl li bakurê Sûrîyayê li hember bombebarandin û êrîşên asmanî yên ku teqrîben ranawestin kêferatê dikin, yên ku bûn sedema pêleke bêwarîyê ya mezin ji gundewrê Idlibê û bakurê gundewarê Hemayê.

Wî dîyar kir ku bi dehên hezaran bijartin ku konên xwe li deverên çandinî û bistanan vedin, ji ber devera sînorî, cihê ku bêwaran berê xwe li wan girtibûn mişt bûne.

Kampên bêwarîyê li van devran nema dikarin pêşawzîya tu bêwarên revîyayî bikin û gelek malbat pere bi wan re tune ne ku xwe bigihînin wan deveran.

Sêşemê (7ê Gulanê) êrîşên asmanî û bombebarandinê heşt sivîl li bakur û rojavayê Sûrîyayê kuştin, AFP ragihand.

Herî kêm 53 çekdar ji roja Duşemê ve hatine kuştin di êrîşeke herî kujêner de ji çaxa rêkeftina derbarê zona bêçek li derdora Idlibê di Îlona par de pêk hatiye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Bacên Tehrîr el-Şam

Hema bibêje ku nema kes diçe bazarên xwecihî ji ber bipaşveçûna rewşa ewlehî, Idlibî got.

Niştecî ditirsin ku herin bazarê ji ber ew tên êrîşkirin, û di destpêka Remezanê de "nirx gelekî bilind bûne ji ber temayîya bazirganan a ku nehatiye kontrolkirin û ji ber bacên bilind ji alîyê Tehrîr el-Şam ve", Idlibî got.

Wî got ku hevbendîya tundrew, ya piranîya herêma Idlibê kontrol dike, îlan kiriye ku ew dê zikayê bide hev.

Gelek niştecî vê yekê weke baceke nû dibînin ya ku dê were bikaranîn ne weke çawa divê were bikaranîn -- daku alîkarîyê bi kesên hewcedar re bike -- lê li şûn wê ew dê werin bikaranîn bo miştkirina depoyên Tehrîr el-Şam.

Idlibî got ku ev dibe sedema tirsekê, ji ber hevbendîya tundrew tu alîkarî ji malbatên bêwar an ên hewcedar re dabîn nekiriye û bi awayekî çalak nahêle ku operasyonên hewarçûn û yên hewarçûna mirovî bigihine deverê.

Wî got ku ji bo piranîya malbatên li Idlib û gundewarê Hema û Helebê, meha Remezanê ya pîroz dê weke mehên din be, di warê xwarin û danên taybet de.

Û dîyar kir ku hin malbat dê bê gelek metaryalên ku ew mirêsdarî dibînin dê rojî bigirin, mîna cureyên çerez û şêranî yên destnîşankirî, û hineke din "nikarin yek car tu pereyên zêde xerc bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500