Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hişyarîya Îraqî ewlehîyê li deverên sînorî baş dike

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî du serkêşên DAIŞê dorpêç dikin, ên ku di êrîşekê de li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re roja 19ê Nîsanê hatine girtin. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî du serkêşên DAIŞê dorpêç dikin, ên ku di êrîşekê de li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re roja 19ê Nîsanê hatine girtin. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî dibêjin ku haydarîya zêde li navçeyên parêzgehên Nînewa û Enbarê yên hevsînor bi Sûrîyayê re rê da hêzên Îraqî ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bigirin û bikujin û rê li ber hewlên wan ên derbasbûyîna bi dizî bigirin.

Di operasyonekê de ku giranî da herêma Cezîrê, navçeya Beacê li başûr-rojavayê Mûsilê û gundên hevsînor bi Sûrîyayê re, ku di dawîya Nîsanê de pêk hat, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê 21 endamên DAIŞê girtin.

Du ji wan serkêşên DAIŞê yên Sûrî bûn, fermandarîyê 24ê Nîsanê ragihand.

Hêzên Îraqî herwiha du depoyên veçartî yên çekan dîtin, û dest danî ser listeyên navên efserên ewlekarîyê yên ku bûbûn armanca terorkirinê.

Hêzên Îraqî li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re cih digirin roja 25ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re cih digirin roja 25ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyon paş gihiştina raportên berpirsên xwecihî li dor çalakîya DAIŞê li deverên dûrdest li rojavayê Nînewayê pêk hat.

"Ev paşmahî vê dawîyê çalak bûbûn û ew li pişt serpêçîyên ewlehî bûn, di nav de teqînek û şewitandina xanîyan li Beacê," Binyan Cerba,endamê komîteya ewlehî ya parêzgeha Nînewayê, ragihand.

Wî got ku Fermandarîya Operasyonên Nînewayê soz daye ku hesab ji "herkesê ku alîkarîya endamên DAIŞê dike yan tevger û çalakîyên wan hêsab dike bistîne".

"Hêzên ewlehî xebatên xwe li ser asteke bilind a kêrhatîyê û karîndarîyê dibin serî," Cerba wiha got, dema ku wî qala girtinên Nîsanê kir.

Wî got ku hêzên Îraqî amade ne bo bersivkirina her hewleke gefxwarina li ewlehîyê, û da zanîn ku firokeyên koleçanê li ser deverên sînorî di tevgerê de ne.

Wî daxuyand ku tevî wiha jî, pêwîstî bi tedbîrên tundtir heye bo asêkirina zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re li raserî parêzgeha Nînewayê.

"Pêwistîya me bi teknolojîya çavdêrîyê û koleçanê heye, û herwiha belavkirina yekîneyên bêhtir bo piştgirîkirina hêzên li wir cih digirin û bihêzkirina dewrîyên pasîvanên sînor bo bi temamî rê li ber hatine bi dizî ya terorîstan bigirin," wî got.

Ewlehîya sînorî li Enbarê

Hevdem, operasyonên lêgerînê li deverên sînorî yên parêzgeha Enbarê berdewam in bo dûvçûyîna li dûv paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe li biyabanê vedişêrin.

Hêzên hevbeş ên Îraqî, bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîyê,qedandina ramaliştina 230 kîlometran bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re qedandin heftîya borî, li gorî Fermandarîya Operasyonên Hevbeş.

Diwazdeh tunêl û veşartgeh û sê depoyên çekan hatine dîtin, û sê gumanbar di operasyonê de hatine girtin.

Hêzên ewlekarîyê zincîrek ji operasyonan li deverên sînorî di nîvê Nîsanê de pêk anîn, ku "bûn encama girtina 30 paşmahîyên DAIŞê û wêranbûyîna pênce wesayitên ku terorîst hildigirtin li biyabana li rojavayê Enbarê", peyvdarê encumena parêzgeha Enbarê, Îd Emaş ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên Îraqî yên li devera sînorî hatine bicihkirin ev in: Firqeya 8ê ya Artêşê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, hêza taktîkî ya Polîsê Parêzgehê, hêzên Heşda Êlan û Pasevanîya Sînor.

"Ev hemû hêz sînor kontrol dikin," Emaş got, û da zanîn ku hebûn û haydarîya wan "herêmên sînorî ewletir kirin û hiştin rewş seqamgîrtir be û li jêr kontrolê be".

Wî got ku ligel belavkirina xebatkarên ewlekarîyê, zincîra sînorî bi rêya kamîrayên koleçanê, têla demir, xalên çavdêrîyê, nuqteyên nobedarîyê û dewrîyên ewlehî tê parastin.

Kêmbûyîna çalakîyên DAIŞê

"Çalakîya paşmahîyan [ên DAIŞê] li deverên biyabanî yên hevsînor bi Sûrîyayê re di kêmbûyînê de ne," parlemantarê Îraqî Falih Îsawî, endamê komîteya berevanî û ewlehîyê ya parleman, wiha got.

Hêzên Îraqî zincîra sîrorî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî ewle kirine, û êdî endamên DAIŞê "nema xwedan hebûneke mezin in li biyabanê", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku operasyonên ewlehî bi berdewamî û bê navber pêk tên, û giranî li ser navçeyên Husêniyat, Amec û Muêşer e.

Polîsê Enbarê 12ê Nîsanê navê sê xwekujên DAIŞê yên ku di operasyona dawî de li Husêniyatê hatine kuştin eşkere kirin: Ebû Mustefa Heyalî, Ebû Hacir Sincarî û Ebû Beşîr muhemedî.

Wî got ku du "terorîstên xeternak" ên ku ji dadgehê re tên xwestin, bi navên Riyad Kamil Şetran Merawî (Rebabî) û Ebdul Selam (Rebadî) û Ebdul Selam Muhemed Musalim Kerbulî, di heman operasyonê de hatine girtin, tev hinek gumanlêkirîyên din.

Îsawî got ku bi saya tedbîrên ewlehî yên kêrhatî, "xeterîya ku paşmahîyên DAIŞê durist dikirin êdî li dûrî bajaran e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500