Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî li bajarokên bakurê welat dixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ambûlenseke wêrankirî li rex nexweşxaneya Kefer Nibulê li gundewarê Idlibê tê dîtin, ambûlensa ku di êrîşên asmanî yên Rûsî de hatiye wêrankirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ambûlenseke wêrankirî li rex nexweşxaneya Kefer Nibulê li gundewarê Idlibê tê dîtin, ambûlensa ku di êrîşên asmanî yên Rûsî de hatiye wêrankirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çil bajarok û gund li başûrê parêzgeha Idlibê û bakurê parêzgeha Hemayê rastî êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî yên dijwar hatin, êrîşên ku hejmareke mezin ji sivîlan di wan de hatin kuştin û gelek nexweşxane jî nema dikarin xizmetê pêşkêş bikin, çalakgerekî xwecihî got.

Pêla dijwar a êrîşên asmanî, ligel bombebarankirina bi topavêjê, aniha di roja nehemîn de ye, çalakgerê Idlibî Museb Esaf îro Duşemê (6ê Gulanê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bêhtirî 25 sivîlan, di nav wan de 10 zarok, li Idlib û Hemayê hatin kuştin, û gelek din jî birîndar bûn.

Hejmareke nexweşxaneyan bi giranî di êrîşan de hatin ziyankirin, Esaf eşkere kir.

Xebatkarekî tendirustî ligel nexweşekî direve di kolanên Kefer Nibulê re piştî ku nexweşxaneyeke xwecihî bû armanca êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xebatkarekî tendirustî ligel nexweşekî direve di kolanên Kefer Nibulê re piştî ku nexweşxaneyeke xwecihî bû armanca êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Karwaneke bêwarên nû digihe kampekê li devera sînorî ya bi Turkyayê re piştî pêlek ji êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî li ser gunderwaê Idlib û Hemayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Karwaneke bêwarên nû digihe kampekê li devera sînorî ya bi Turkyayê re piştî pêlek ji êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî li ser gunderwaê Idlib û Hemayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku zêdebûna tundîyê bû encama pêleke nû ya bêwarbûyîya sivîlan, gelekan bijart ku ber bi deverine ewletir li hundirê Idlib û Hemayê ve birevin, bi taybet kampên bêwarîyê yên nêzîkî sînorê bi Turkyayê re.

Wî da zanîn ku li gundê Feqî li gundewarê Idlibê, êrîşên asmanî navgînên guhastinê yên ku sivîlan bi kar dianî da ku ji deverê birevin armanc kirin.

Wî got ku deverên ku gelekî hatin bombebarankirin gundên Kefer zêta, Letamna, Humêrat, Cib Remla, Meydan Xezal û Kefer Ruma di nav xwe de dihewînin, herwiha Cisir Şixûr, el-Temana, Kefer Nubil, Serca, Siqêlbîya, Hebît û Kefer Secna.

Êdî nexweşxane xizmetê pêşkêş nakin

Esaf dîyar kir ku di encama êrîşan de, nexweşxaneya Şam Has (Pirtepirta Jîyanê) li nêzî bajarokê Hasê li gundewarê Idlibê bi temamî hat wêrankirin û nema dikare xizmetê pêşkêş bike.

Rêxistina Sûrîyayê bo Hewarçûn û Pêşxistinê, ya nehikûmî, ku nexweşxaneyê li Hasê bi rê ve dibe, got ku êrîşên asmanî yên Rûsî xizmetên wê rawestandin, AFP ragihand.

"Nexweşxane... ji ber êrîşan kar nake," Obêda Danduş, ê ku ligel rêxistinê kar dike wiha got, û anî ziman ku tenê demeke kurt berî bombebarankirinê ew hat valakirin, bi saya hişyarîya ji alîyê sîstemeke hişyarîyê ve.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku sazî "nema xizmetan pêşkêş dike" ji ber "bombebarandinên balefirên Rûsî".

Esaf ji Diyaruna re got nexweşxaneya Orientê li Kefer Nibulê rastî çar êrîşên asmanî yên Rûsî yên pey hev re hat, lê nexweş û karmendên bijîşkî berî êrîşa yekem bi kêlîkekê hatin derxistin, bi saya çavdêrîkirina çalakîya balefirê ji alîyê çalakan ve.

"Nexweşxaneya Kefer Nibulê nema dikare xizmetê pêşkêş bike. Nexweş ber bi siwênkarine din ve li deverê hatin guhastin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman roja Yekşemê ji AFP re ragihand, û anî ziman ku sivîlek hat kuştin.

Esaf got ku herwiha nexweşxaneya Kefer Zêtayê li bakurê gundewarê parêzgeha Hemayê ji ber êrîşan hat ziyankirin û Navenda Bijîşkî ya Hebîtê li başûrê Idlibê nema kar dike.

Rewangehê teqez kir ku nexweşxaneyek li bakurê Hemayê ji alîyê êrîşên asmanî yên Rûsî ve hat bombebarankirin, lê nikarîbû asta ziyanê seh bike, AFP ragihand.

Bêhtirî 100 êrîşên asmanî

Di daxuyanîyekê de roja Şemîyê, Rewangehê got ku rejîma Sûrî û Rûsya bêtirî 100 êrîşên asmanî li parêzgeha Idlib û Hemayê cîbicî kirin, AFP ragihand.

Rewangehê got ku bi dehan bermîlên teqîner ji alîyê helekopterên serbazî ya Sûrî ve hatin bombebarankirin.

Sê jin û endamekê Xûzeyên Sipî wê rojê di nav neh sivîlan de li Idlib û Hemayê hatin kuştin, Rewangehê got.

Bersivdêrê yekem hat kuştin piştî ew giha devera êrîşê da ku kesên birîndar li başûrê Idlibê derman bike, serokê Xûzeyên Sipî Raid Salih li ser medyaya civakî eşkere kir.

Dever rastî bombebarankirina zêde tê ji çaxê ku Tehrîr el-Şam bi temamî di Kanûna Duyem de kontrola deverê kir, û NY roja Çarşemê ragihand ku zêdebûna şer bû encama kuştina 200 kesên sivîl û bêwarbûyîna nêzîkî 140,000 kesan ji meha Sibatê ve.

Ebdul Rehman got ku bombebarankirin û êrîşên asmanî di van rojên dawî de bi awayekî sereke çeper û baregehên Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din armanc kirin.

NY dibêje ku herwiha fêrgeh û navendên bijîşkî rastî pêla nû ya êrîşan hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500