Nûçeyên Iraqê
Ol

Îran bingeha bandordarîyeke dem dirêj li Sûrîyayê dideyne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wesayiteke milîseke ser bi Pasdaran ve ye li gundewarê Humsê. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Ev wesayiteke milîseke ser bi Pasdaran ve ye li gundewarê Humsê. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Rejîma Îranê dest pê kiriye hazirîyê ji bandordarîyeke dem dirêj li Sûrîyayê dike bi rêya avakirina jêrxaneke olî û çandî ya bo vekişandina netewa ku piranîya wê Sunî ye ber bi xwe ve hatiye dîzayinkirin.

Ev xebat hebûna wê ya serbazî diçesipînin -- Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên alîgirên wê -- û awatên wê yên aborî têr dike, weke ku nîşanên vê yekêbi rêya pakêtek ji rêkeftinên aborî yên ku ew dixwaze qezencê ji wan bike dîyar dibin.

Bandordarîya Îranê li Şamê û derdora wê pir belî ye, û herwiha li Dêra Zorê û Helebê jî, parêzgarekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku li van navçeyan bi taybetî, Pasdaran "sûdê ji rewşên zehmet ên sivîl jîyan dikin ji ber şopên şer werdigire" bo qezenckirina xelkê herêmî bi rêyên cuda.

Pîrozbahîyeke bixêrhatina Ebû Fedil Tebatebayî, nûnerê rêberê bilind ê Îranê Elî Xameneî bo Şamê dike. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Pîrozbahîyeke bixêrhatina Ebû Fedil Tebatebayî, nûnerê rêberê bilind ê Îranê Elî Xameneî bo Şamê dike. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Wî got ku bi rêya destpêşxerîyên xêrxwazî ligel bayexdarîya bihêz bi tayifgerîyê û xebatên tecnîda serbazî, rejîma Îranî dixwaze ku pêgeha civakî ya Sûrîyayê biguhere, "ya ku balansa di navbera hemû çînên heyî de diêşîne".

Xebatên Îranê bo berfirehkirina bandordarîya wê li Sûrîyayê ji propagandakirina bo Wîlayet el-Feqîh pêk tê, ya ku bangê bo şopdarîya bo Walî el-Feqîh Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xameneî dike.

Wî daxuyand ku ev yek dilsozîya bo Îranê bi hêz dike, û dê karîgerîya Pasdaran li ser Sûrîyên ku şopdarên Rêberê Bilind in durist bike.

Besam got ku dibe ev yek serencamên wêranker ligel xwe bîne, "ji ber ku kiryarên Pasdaran milmilanîya tayifgerî bi awayekî berfireh gur dike".

Pasdaran hebûna xwe diçesipîne

Pasdaran bi pereyan û çekan piştevanîya milîsên li Dêra Zorê dike, û ew sûdê ji rewşa bêkarîyê û fişara aborî werdigire bo pêkanîna rêkeftinan bi serkêşên êlan re, çalakgerekî ji Helebê bi navê Ehmed Salim ji Diyaruna re got.

Li gorî van rêkeftinan, kesayetên xwecihî "alîkarîya diravî mehane werdigirin weke piştgirîyekê ji alîyê rêxistinên ser bi Pasdaran ve mînaCîhad el-Bînaû Dezgeha Şehîd, li hember tecnîdkirina ciwanan", wî got.

Wî dîyar kir ku hevşêweyî Helebê, Pasdaran "bi awayekî kûr derbasî parêzgehê bûye û hejmarek ji komên çekdar ên alîgir ji xwe re li wir pêk anîne".

Wî got ku wê gelek ciwanan bo nav rêzên van milîsan tecnîd kirin, bi rêya pereyan û sozên parastina wan ji leşkerîya neçarî û ya yedekî.

Wî daxuyand ku li Dêra Zorê, Pasdaran mal û mulkan dikire -- xanîyan û firoşgehan -- û herwiha zevîyên çandinîyê, bo çespandina hebûna xwe.

Salim got ku rêxistinên ser bi Pasdaran ve mîna Cîhad el-Bîna û Desteya Mezargehên Ehil el-Beyt jî ofîsên xwe li parêzgehê vekirine, bi armanca qezenckirina xelkê û tecnîdkirina şervanan bo nav rêzên Pasdaran.

"Îranîyan hejmarek ji husênî û mezargeh vekirine, û geştên ji Îranê û Îraqî bo wan deveran rêxistin kirine," wî got.

Wî got ku ev Mezargeha Nebî Elî li nêzî Meyadîn li Dêra Zorê, û mezargehên li bajarê Dareya li Şamê dihundirînin -- di nav de Mezargeha Sekîna ya ku tê nûkirin -- û Mizgefta Nuqta li Helebê.

Wî got ku Pasdaran hebûna xwe li Zanîngeha Helebê berfireh kiriye, û gelek xwendekar ketine li jêr bandora îdyolojîya wê.

Bandordarîya Îranî li Şamê

Bi tenê hejmareke biçûk a sivîlên ku ji Xûtaya Rojhilatî li gundewarê Şamê bar kirine vegerîyane, çalakgerekî ji Şamê bi navê Mihemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hinek caran, kesên vegeryayî yan mayî li gundewarê Şamê, ew in ên mercên vegerê qebûl kirine, ku ji qebûlkirina Wîlayet el-Feqîh an jî karkirina bi Pasdaran re pêk tên.

Wî got ku ev yek ji devera li dora Şamê belî ye, "kolan mişt alayên tayifî yên Îranî ne û herwiha karwanên ku komên olî organîze dikin".

Wî da zanîn ku ev çalakî bi nasnameya xwe ne Sûrî ne û nerîtên welat refleks nake, lê belê bandordarîya Îranê eşkere dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500