Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Sûrî milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran dihewîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Aniha ji ber ku Lîwayê Îmam Baqir di nav artêşa Sûrî de hatiye hewandin, rola fermandar lîwa Newaf Beşîr (navend) ne dîyar e. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Aniha ji ber ku Lîwayê Îmam Baqir di nav artêşa Sûrî de hatiye hewandin, rola fermandar lîwa Newaf Beşîr (navend) ne dîyar e. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî Sûrî got ku rejîma Sûrî milîseke girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di nav artêşa xwe ya fermî de hewandiye.

Ev tevgera awarte piştî pevçûnên dijwar di navbera milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran û milîsên girêdayî Rûsîya de li herêma Helebê hat, çalakgerekî Sûrî bi navê Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Wî got ku piştî pevçûnan, rejîma Sûrî biryar da ku efser û endamên Lîwayê Îmam Baqir ya girêdayî Feyleqa Pasdaran di nav artêşa Sûrî ya fermî de bihewîne.

Milîsa êlî di Lîwayê Peyade yê 137an ya Firqeya 17mîn ya artêşa Sûrî de hat hewandin, a ku li devera Panoramayê li Dêra Zorê hatiye bicihkirin.

Çarenûsa fermandarê lîwayê, lîwa Newaf Beşîr, aniha nenaskirî ye, û ne xuyayî ye ku gelo ew dê bi erkekî nû were erkdarkirin yan na.

Ebdula got ku ev tevger çêbû piştî zêdebûna alozî û pevçûnên di navberamilîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran û milîsên girêdayî Rûsyayê de li parêzgehên Dêra Zor û Helebê li ser kontrolkirin û girtina deverên stratîjî.

"Ev tevger berî aniha çênebûye, û tu milîs bi temamî tevlî artêşa Sûrî nebûye ji çaxê ku şerê Sûrî dest pê kiriye," wî got.

Wî dazanîn ku milîsên mîna van bi giştî tên têkdayîn, û ji endamên wan tê xwestin ku rejîmê agadar bikin jirewşa xwe ya leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî.

Lîwayê Îmam Baqir ji endamên êla Begara û alîgirên rejîma Sûrî li parêzgehên Heleb û Dêra Zorê pêk tê.

Ebdula got ku çekdarên wê ji alîyê Hizbula ve hatin rahînankirin, û not kir ku fermandarê lîwa serkirdeyekî êlî ye, serkêşekî êla Begara ye, û têkilîyên wî yên xurt bi kadroyên Hizbula û birêverberê wê Hesen Nesrela re hene.

Wî daxuyand ku herwiha têkilîyên wî yên xurt bi zabitên berz ên Feyleqa Pasdaran re hene û wî kar kir da ku pêkhatîya dîmografî ya Dêra Zorê û Helebê biguhere bi rêya belavkirina eqîdeya Wîlayet al-Faqîh (Serwerîya Feqîh).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500