Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û mêrên êlan didin dûv bermayîyên DAIŞê li deverên biyabanî yên dûr

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî alîkarîyê bi navgîneke serbazî re dikin herwekî ku ew li baregeheke DAIŞê tevgerê dike li biyabana Enbarê di 21ê meha Cotmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê]

Leşkerên Îraqî alîkarîyê bi navgîneke serbazî re dikin herwekî ku ew li baregeheke DAIŞê tevgerê dike li biyabana Enbarê di 21ê meha Cotmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqê]

Hêzên êlî û yên Îraqî yên hevbeş operesyonên lêgerînê cîbicî dikin li deverên cuda ji biyabana Enbarê da ku li bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bigerin, birêveberê êlî Şêx Qetarî Semermed di (1ê Gulanê) de ji Diyaruna re got.

Operesyon kifêkirinên cewî yên zixm dihewînin da ku bermayîyên DAIŞê li devera Cezîrê ber bi navçeya Hetrayê ve li parêzgeha Nînewayê seh bikin.

Ew gundên Besala, Ama, Tel Teyarat, Cureybiyat, Ebû RasênBîr Tumîna û Ekzîzê dide ber xwe.

Ebû Nemir çekdarekî êlî li gundê Sukerîyatê li bakurê Rewayê "karîbû hejmareke malên vehesînê yên ku depoyên çek, xwarin û dermanan dihewandin wêran bike", Ubêdî got.

Hêzên ewlekarîyê veşartgeheke DAIŞê li rojavayê biyabana Enbarê dişewitîne di 10ê Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê veşartgeheke DAIŞê li rojavayê biyabana Enbarê dişewitîne di 10ê Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê hatiye wergirtin]

"Peygerîn û çavdêrîya cewî û bejî du hefteyan berdewam bûn li gundên Mueyşir, Huseyniyat û Mudhimê li biyabana rojavayê Enbarê," wî anî ziman.

Di encama operesyonan de 10 tundrew mirin, wî got, sê ji wan berpirs bûn derbarê revandin û kuştinagelek welatîyênku dombelan didan hev di herdu mehên bûrî de li dora gundê Mudhimê.

Herwiha çar kesên gumanbar in ku DAIŞ in li devera Huseyniyatê hatin girtin, wî got.

"Hêzeke ewlekarîyê ya taybet vê hefteyê endamekî DAIŞê yê xeternak girt ê ku weke Akir Heyanî tê naskirin di veşartgehekê de li biyabana Nuxeybê," Ubêdî got.

Heyanî bêrêvebrekî teror e yê ku çalak bû di nav refên Qaidê de di sala 2004an de, wî got.

Niştecî agahîyên razî dabîn dikin

Serkeftinên ewlehî li dijî bermayîyên DAIŞê hatin cîbicîkirin bi saya "alîkarîya niştecîyên xwecihî yên biyabanê û şivanan bi hêzên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê re", Ubêdî got.

Alîkarî zêde dibe ji ber ku niştecî bi awayekî berdewm rastî xeterîya kutina ji alîyê bermayîyên DAIŞê ve yên ku xwe li biyabanê vedişêrin tên, ên ku herwiha pezên wan didin û pereyan ji wan dixwazin, wî got.

"Hêzên ewlekarî aniha dikarin pêş bikevin li erdên biyabanî yên dûr bi kurahîya 300 heta 400 kîlomitir, bi taybet li deverên Wadî Horan, Qedaf û Kerayê," wî got.

Ubêdî teqez kir ku sînorên Îraqê yên rojavayî bi temamî ewle bûne.

"Hêzên Îraqî vê dawîyê hin yekîyên serbazî ji deverên sînorî bi Sûrîyayê re vekişandin ji ber nema hewcedarî bi wan heye herwekî ku aramî li deverê zêde bûye piştî têkçûna DAIŞê li asêgeha xwe ya dawî li el-Baxozê li Sûrîyayê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500