Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr Şam dide dûv endamê DAIŞê li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr Şam didin dûv endamên DAIŞê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr Şam didin dûv endamên DAIŞê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Tehrîr Şam dide dûv endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li beşina ji gundewarê parêzgeha Idlibê ya Sûrî, çalakê xwecihî got.

Şerin belave di nav herdu komên tundrew de çêbûn, bi giştî li deverên ku Tehrîr Şam êrîş li wan cîbicî kirin, çalak Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Tehrîr Şam dide dûv endamên DAIŞê li bajarokê Danayê, cihê ku êrîş girte ser hejmareke malên ku endamên DAIŞê xwe li wan girtibû, wî got.

Wî anî ziman ku endamên DAIŞê di pevçûnan de xwe teqandin, di encamê de hejmarek kes ji herdu alîyan mirin û birindar bûn.

Wêneyek ji dîmen re piştî êrîşa ku koma Ceyş Xalid ibn Welîd ya girêdayî DAIŞê li ser baregehên Tehrîr Şam li derbasgeha bajarê Idlibî. [wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Wêneyek ji dîmen re piştî êrîşa ku koma Ceyş Xalid ibn Welîd ya girêdayî DAIŞê li ser baregehên Tehrîr Şam li derbasgeha bajarê Idlibî. [wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Mîna wan pevçûnan li bajarokê Ferwan li rojhilatê parêzgeha Idlibê jî çêbûn.

Idlibî got ku alozî çêbû ji ber daxuyanîya ku Ceyş Xalid ibn Welîd weşand, daxuyanîya ku tê de dilsozîya xwe ji birêvebrê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî dubare kir.

Di daxuyanîyê de, şaxê DAIŞê got ku operesyonên serbazî dê li dijî komên çekdar ên hevrik li deverê berdewam bin, komên ku ew wan bi terkedînê bersûc dike.

Daxuyanî ji alîyê birêvebrê Ceyş Xalid ibn Welîd Ebû Mucahid Qelemûnî û emîrê "Wîlayet Idlib" ya DAIŞê hat îmzzekirin.

Ceyş Xalid ibn Welîd berpirsyarîya gelek operesyonên ku Tehrîr Şam, Artêşa Niştimanî ya Sûrî û komin din ên li deverê armanc dikin girte ser milên xwe, bombe û teqemenîyên bi dest çêkirî bi kar dianî.

Idlibî got ku alozîya zêde li Idlibê ji ber belavbûna biqanînîya, kuştin, dizî, revandin û teqînên ku bûne rotîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500