Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Serokê milîseke Îran piştevanîya wê dike gefê li efserekî polîsê Îraqî dike

Ala Husên li Bexdayê

Ev wêne ji vîdyoyekê hatiye wergirtin ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, ew serokê milîsê Wasiq Betat nîşan dide dema ku ew gefê li efserekî polîsê Îraqî dike ji ber girtina zanayekî olê, yê ku ji Îranê derbasî Îraqê bûye û madeyên neyasayî hilgirtine.

Ev wêne ji vîdyoyekê hatiye wergirtin ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, ew serokê milîsê Wasiq Betat nîşan dide dema ku ew gefê li efserekî polîsê Îraqî dike ji ber girtina zanayekî olê, yê ku ji Îranê derbasî Îraqê bûye û madeyên neyasayî hilgirtine.

Serokê milîseke Îraqî ya ser bi Îranê ve vê dawîyê gefeke tundbar li efserekî polîsê Îraqî kir, ji ber ku wî zanayekî olî yê Îranî ji ber sûcên têkildarî qaçaxîya hebên hişbir girt.

Sirûşta vê gefê hêrseke berfireh li Îraqê da pêş.

Di vîdyoyeke ku bi berfiehî hatiye belavkirin de, birêveberê Ceyş el-Muxtar, ku li Îranê dijî, gef kirin ku ew dê efserekî payebilind ê polîsê Îraqî û malbata wî bikuje û çavên wî derxîne û serê wî bike xwelîdankek.

Wî gefên xwe kirin piştî ku efserê polîs zanayekî olî yê Îranî girt.

Di vîdyoyekê de efserê polîs, Şaya Malikî, zanayekî olî digirt ku bi qaçaxîya hebên hişbir tê sûcdarkirin, dema ku ew ji Îranê derbasî Besrayê dibû.

Wezareta Hundir a Îraqê roja 17ê Nîsanê ragihand ku ew dê Betat darizîne ji ber bikaranîna "zimanekî berberî" ku ji zimanê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ne cuda ye.

Gefên Betat bû sedema hêrseke mezin di nav serokên êlên Besrayê û çalakgeran de, û wan di medyaya civakî de hêrsa xwe anî ser ziman û wan piştgirîya xwe bo wî efserê polîsê Îraqî dîyar kir.

Vîdyoyeke li ser internetê hatiye weşandin nîşan dide ku bi sedên şervanên êlên Besrayê xelekeke parastinê li dor xanîyê Malikî ava kirine, û stranên ku qerfên xwe bi Betat dikin dibêjin û dîyar dikin ew dê bersivê bidin.

Pismamê wî efserê polîs, Saed Hemûdî Malikî, ji Diyaruna re dîyar kir ku Malikî zanayê olî bê sûc negirtiye, lê belê li ser bingeha mukurhatinên kesên hatine girtin ji ber sûcên têkildarî qaçaxîyê.

Muzekerenameya girtinê

Wezareta Hundir di heman demê de muzekerenameyeke girtinê di derheqê Betat de ji ber sûcên gefkirin bi kuştina efserekî polîs, serokê polîsê Besrayê, lîwa Raşid Flêh ji Diyaruna re ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku wê birêveberîya xwe ya yasayî şîret kir ku muzekerenameyekê li dijî wî rake bo ew rûbirûyê dadê bibe ji ber gefên xwe yên ku serwerîya yasayê binpê dikin.

"Divê yasa li ser herkesî were bicihanîn, û polîs û berpirsên ewlekarîyê berpirsyar in li her deverê ji bicihkirina yasayê li gorî zagona Îraqî," şirovekarê siyasî Xanim Ayfan ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tu kes ne hêjayî parêzbendîyê ye eger rewş girêdayî sepandina serdestîya dewletê be, ji ber ku ev yek dê bicihanîna yasayê lawaz bike û performansa sazîyên dewletê felc bike.

"Divê em rê li ber gêra li welat bigirin," wî got, ji ber ku ew dê "gefekê li ser hevgirtina welat û bicihanîna yasayê durist bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez Erkan Îsam Îzedîn Emîn im. Ez dixwazim bizanim ku gelo ez li ber lêborîn û efûya polîsê Kerkûkê, Wezareta Hundir a Îraqê ya Tebaxa 2019an ketime. Ez dikarim bizanim?

BERSIV BIDE

Dema ku yasa di ser herkesî re be û di derheqê herkesî de were pêkanîn, wê dewlet xwedan karaktereke sivîl be, û dê ne milîs û ne jî terorîzm welat bi rê ve nebin.

BERSIV BIDE

Mixabin, kî aniha di zindanê de ne? Efser bûye qurbanîya partîyên xedar, ew aniha di zindanê de ye.

BERSIV BIDE

Hêjano,ew ne distê xwe de ne. Xwedê ji dêûbavên we razî be!

BERSIV BIDE