Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 11 gundan li rojhilatê Diyalayê ewle dikin

Xalid Taî

Fermandarê Operasyonên Diyalayê lîwa Ebdul Muhsin Ebasî (yê li navê) planan nîqaş dike bo ewlekirina navçeya Xaniqînê li rojhilatê Diyalayê, roja 27ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarê Operasyonên Diyalayê lîwa Ebdul Muhsin Ebasî (yê li navê) planan nîqaş dike bo ewlekirina navçeya Xaniqînê li rojhilatê Diyalayê, roja 27ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsekî serbazî got ku hêzên Îraqî Yekşemê (28ê Nîsanê) dest bi operasyoneke berfireh a ramaliştinê kirin li seranserê navçeya Xaniqînê li parêzgeha Diyalayê û li paşmahî û şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digerin.

"Yekîneyên mezin ji polîsê Diyalayê, Firqeya 5ê ya Artêşê, Hêzên Heşd, şervanên êlan û hêza asmanî ya Îraqî" di operasyonê de beşdar in, fermandarê Operasyonên Diyalayê lîwa Ebdul Muhsin Ebasî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên hevbeş Yekşemê 11 gund li dirêjahîya çemê Wendê ramaliştin: Huriya, Şah Mihemed, Melek Şah, Elî Dawûd, Merdan, Mihemed Ebas, Ehmed Bêk, Şêx Rehîm, Elî Sadûn, Uxuwa û Îmam Baba Mehmûd.

Wî da zanîn ku operasyon armanc dike "hebûna terorîstan bi temamî bi dawî bike".

Hêzên ewlekarî di operasyonekê de li dijî bermahîyên DAIŞê li navçeya Xaniqîna Diyalayê cih digirin di dîroka 15ê Cotmeha 2018an de. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî di operasyonekê de li dijî bermahîyên DAIŞê li navçeya Xaniqîna Diyalayê cih digirin di dîroka 15ê Cotmeha 2018an de. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

"Gund hatin ewlekirin û parastineke mezin ji rûniştîyan re hat dabînkirin," Ebasî got.

Wî got ku xebatên ewlehî heta aniha bûne encama "girtina kesekî ji ber sûcên têkildarî terorê tê xwestin û wêrankirina du stargehên dijmin".

Wî got ku berî ramaliştinê, hêzên ewlekarîyê çendîn deverên ku hebûna paşmahîyên DAIŞê li wir hebû ewle kirin, di nav de dehla Weqfê li Diyalayê.

"Devera dehlê ji endamên DAIŞê ewle ye," wî got. "Şervanên êlan ên Muxêsa û Ebî Saidayê (li bakurê Diyalayê) bi awayekî çalak di piştgirîkirina ewlehîya dehlê de beşdar in."

Plana ewlehî ya Remezanê

Fermandarîya Operasyonên Diyalayê dê planeke ewlehî bi hevahengî ligel polîsê xwecihî pêk bîne "bo rêgirtin li ber têkdana paşmahîyên DAIŞê ji ewlehîya welatîyan re di meha Remezanê de", Ebasî got.

Wî got ku plan giranîyê dide "xurtkirina xetên berevanîyê û çavdêrîkirina deverên li derdora mizgeftan, deverên xweguzeranîyê û kombûnên sivîlan".

Wî da xuyand ku fermandarî misyonên lêgerînê li gundan û deverên neniştebûyî li rojhilatê Diyalayê û lê nêzî sînorê bi Selahedînê re pêk tîne "bo hiştina fişarê li ser dijmin û mehrûmkirina ji derfeta xwerêxistinkirinê ".

Ebasî got ku bo pêkanîna vî karî ew "hevahengîyê bi ajansên hewalgirî re dikin, yên ku roleke serekî di şerê li dijî terorîzmê de digerînin".

"Em hewl didin ku vegera bêwaran siviktir bikin, û vê dawîyê 500 malbat vegerîyane malên xwe," wî got.

Wî da zanîn "em dixwazin ku hemû malbatên bêwaran vegerin malên xwe," û aniha baldarî li ser vegera bo deverên Başûrê Behraz, Benî Weys û Beldrozê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500