Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyonên berdewam bermahîyên DAIŞê li Kerkûkê armanc dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di 26ê Nîsanê de dest bi opersyonekê kirin li dijî bermahîyên DAIŞê li Wadî Şayê ya Kerkûkê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 26ê Nîsanê de dest bi opersyonekê kirin li dijî bermahîyên DAIŞê li Wadî Şayê ya Kerkûkê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Pêncşemê (25ê Nîsanê) dest bi operasyoneke serbazî kir da ku Wadî Şayê ya ku devereke dûrdest û paşguhkirî ye li başûrê parêzgeha Kerkûkê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bike.

Hêzên hevbeş ji Ajansa Dijî Terorîzmê, polîs û artêş di operasyonê de beşdar in, ligel alîkarîya cewî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve.

Di encamê de şeş endamên DAIŞê hatin kuşti, 13 malên vehesînê bi temamî hatin wêrankirin, pênc veşartgeh, heşt tunel û şeş şkeft, Ajansa Dijî Terorîzmê di daxuyanîyekê de Pêncşemê got.

Wadî Şay -- ku li başûr û rojavayê bajarokê Daqoqê dikeve -- beşeke ji zincîra çîyayê Hemrînlê, cihê ku bermahîyên DAIŞê sûdê ji çîyayan kendûkoz digirin da ku xwe veşêrin û dûrî êrîşên ji alîyê hêzên Îraqî bikevin.

Hêzên ewlekarî li Kerkûkê di meha Sibatê de belgeyên nasnameyê yên welatîyan seh dikin di kampanyayeke lêgerînê bo terorîstên tên xwestin. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Lîwayê 61ê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî li Kerkûkê di meha Sibatê de belgeyên nasnameyê yên welatîyan seh dikin di kampanyayeke lêgerînê bo terorîstên tên xwestin. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Lîwayê 61ê hatiye wergirtin]

Operasyonên berdewam

Operasyona Wadî Şayê berdewamî ye ji "xebatên ewlehî yên dijwar re" yên ji alîyê hêzên liwayê 61ê û Polîsê Federal ve, birêveberê medyaya Fermandarîya Polîsê Kerkûkê eqîd Afrasiao Kamil Wêys got.

Van xebatan ber bi "kuştin û girtina hejmareke mezin a terorîstan û wêrankirina baregehên wan bir di êrîşên ku bi piranîya xwe li derdora Daqoqê bûn", wî ji Diyaruna re got.

Operasyonên berdewam li dijî DAIŞê li Kerkûkê bi pêş ve diçin li ser bingeha raportên hewalgirîyê, wî got.

Niştecîyên xwecihî di van xebatan de beşdar dibin "di rêya dabînkirina agahîyan derbarê tevger û veşartgehên endamên terorîst ", Weysî got.

Bi saya piştgirîya ji alîyê ajansên hewalgirîyê ve, polîs hejmareke mezin ji tekekesên gunehkar girtin ên li gorî bendê 4an ji qanûnê dijî terorîzmê tên xwestin.

"Di van herdu rojên bûrî de, du merên tên xwestin hatin girtin, yek ji wan li xaleke pêşkinînê li ser rêya Bexdayê," wî got.

"Mêrê din ê gumanbar ji alîyê hewalgîrîya Kerkûkê û hêza dijî terorîzmê li bajarokê Yayjîyê, li başûr û rojavayê Kerkûkê hat girtin," wî anî ziman.

Bermahîyên DAIŞê yên xwe di newal û deverên xopan de vedişêrin ji alîyê hêzên Îraqî ve bi awayekî rojane tên armanckirin, wî not kir ku parêzgeh "gelekî ewle bûye di encama operasyonên hevahengîyê di navbera hemû yekîneyên serbazî û ewlehî û ajansên hewalgirîyê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500