Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Enalîst: Îran hewl dide ku nasnameya niştimanî ya Îraqî rake

Faris Umran

Endamin ji Seraya Xurasanî ya ku Îran piştgirîya wê dike li baregeheke milîsan li parêzgeha Besrayê ya Îraqê tên dîtin di Mijdara sala 2017an de. [Wêne ji malpera milîsan hatiye wergirtin]

Endamin ji Seraya Xurasanî ya ku Îran piştgirîya wê dike li baregeheke milîsan li parêzgeha Besrayê ya Îraqê tên dîtin di Mijdara sala 2017an de. [Wêne ji malpera milîsan hatiye wergirtin]

Weke beşekî ji xebatên berfirehkirina desthilatdarîya xwe li Îraqa cîran, Feyleqa Pasdaran ya Şoreşî ya Îslamî ya Îranê (IRGC) hewl dide ku nasnameya niştimanî ya Îraqî wêran bike û fitneya mezhebî li welat biçîne, enalîst ji Diyaruna re dibêje.

Ji destpêka şoreşa Îranî ve di sala 1979an de, rejîm hewl dide ku Îraqê lawaz bike û desthilatdarîya li wir berfireh bike.

Ev yek dê xizmeta ajindeyên Feyleqa Pasdaran bike ku rêyeke bejî ya ku Îranê bi Libnanê û Deryaya Spî ve girê dide veke, di rêya Îraqê re, da ku çekdar û çekan biguhêze û bazirganîyê hêsan bike.

"Hakimên Îranî Îraq kirine weke hewşe paş ji welatê xwe re yan weke dewleteke peykî ku çarenûsa wê bi Îranê ve girêdayî ye," Palementerê berê Umer Ebdil Setar, ê ku derbarê têkilîyên navdewletî pispor e, got.

Wêne ji endamine Esaib el-Heq ya Îran piştgirîya wê dike hatin kişandin di leşkerniwandinekê de li Bexdayê di Hezîrana sala 2018an de. [Wêne ji malpera milîsan hatiye wergirtin]

Wêne ji endamine Esaib el-Heq ya Îran piştgirîya wê dike hatin kişandin di leşkerniwandinekê de li Bexdayê di Hezîrana sala 2018an de. [Wêne ji malpera milîsan hatiye wergirtin]

Herwekî ku Îran Îraqê dike zoneke şer û berjewndîyên xwe li wir qayim dike, Feyleqe Pasdaran armanc dike ku bandorên cizayên navdewletî û kirîzên xwemalî yên Îranê sivik bike, wî ji Diyaruna re got.

Nêta Feyleqa Pasdaran xuya ye herwekî çawa ew piştgirîya milîsên Îraqî yên çekdar dike, ya ku gefê li serwerîya welat dike û xwe di ser qanûnê re dibînin, wî got.

Ev milîsên, mina Rêxistina Bedr, Ketaib Hizbula, Hereket el-Nujeba û Esaib Ehl el-heq, "tenê bersiva rejîma Îranê didin", Ebdil Setar got.

"Tê bîra me hemûwan bê çi di sala 2015an de çêbû dema Serokwezîrê Îraqî Heyder Ibadî fermaneke weşand da ku Ebû Mihdî el-Muhendis ji payeya wî wek cîgirê serokê Hêza Heşda Şebî(PMF) rake, yê dawî tenê bersiv da ku ew li hikûmetê venagerîne," Ebdil Setar got.

Ev "berhengarîyeke mezin e ji biryara hikûmetê re", wî anî ziman.

''Wêrankirina nasnameya niştimanî ya Îraqî''

Ebdil Setar got ku Feyleqa Pasdaran "ne tenê hewl dide ku cihê [Îraqê] û sazemenîyên wê yên qanûnî kêm bike, lê herwiha ew êrîşî nasnameya niştimanî ya xelkên Îraqî dike ".

Ev armanc a rejîma Îranî ya peşedirêj bû ji çaxê ku hatiye damezrandin, wî got, û serkirdeyên wê her û her dixwazin ku prnsîpê Wîlayet el-Feqîh (Serwerîya Hiqûqnas) qayim bikin û ji bo ku "nasnameya Erebî, têkildarîya olî û taybetmendîya çandî bihelîne".

"Îroj, Feyleqa Pasdaran û milîsên xwe hewl didin ku nasnameya Îraqî wêran bikin û nasnameyeke mezhebî bixe şûna wê da ku fitne û parçebûnê di nav civaka Îarqî de gur bike û nehêle ku karibe li hember kirîz raweste û geş bibe," wî anî ziman.

Feyleqa Pasdaran "mezhebîyet li Îraqê çand" di rêya piştgirîya hin milîs û komên çekdar re, Rojnamevan Umer Jenabî jiDiyaruna re got.

Îran naxwaze ku Îraq yekbûyî be li jêr nasnameyeke niştimanî, wî got, herwekî ew hewl dide ku her mezhebek nasname û komeke çekdar ya taybet bi xwe çêke da ku şerê navxweyî hêsan bike, wî got.

"Îraqîyan waneya xwe wergirt û xwe dane hev û aniha ew gelekî ji siyaseta Îranî û rola milîsên [Îran piştgirîya] wan dike diqeherin," wî got.

Ev qehr bi awayekî taybet li başûrê Îraqê dîyar bû, Jenabî got, cihê ku milîsê Îran piştgirîya wan dike "dest danîne ser tayînên sektorê giştî, samanên giştî û keresteyên niştimanî û alozîyê, standina hişbiran û wêrankirinê han didin".

"Feyleqa Pasdaran, a ku şaxên xwe li seranserî Îraqê belav kirine, rê li pêşîya ku paşkoyîtîya [Îraqî] ya tam û serdestîya Îranî li ser Îraqê vedike," wî got, ev yek dê serwerîya Îraqê wêran bike û berjewendîyên wê ji xêra Îranê re bin.

Serdana fermî ya yekem ya Serokê Îranî Hesen Rohanî ji Bexdayê re di 11ê Adarê de û xuyabûna giştî ya rêzî ya fermandarê Hêza Quds ya Feyleqa Pasdaran Qasim Silêmanî li bajarên Îraqî delîlekî din e li ser destwerdana Îranê di Îraqê de, Jenabî got

Milîs ajindeyê Îranê cîbicî dikin

Rejîma Îranî li Îraqê dinêre "weke zoneke veqetîner û erdan dixe jêr kontrola xwe", hakimê Nînewyê yê berê Esîl Nijêfî got.

"Dema ku gef li hebûna rejîma [Îranî] tên xwarin, ew dê dudilî nebe da ku keresteyên xwe belav bike da ku herêmê xilûle bike," wî ji Diyaruna re got, wî teqez kir ku "milîs ew in çekê herî çalak ku li gel Îranê di vê warî de".

Feyleqa Pasdaran komin çekdar li Îraq, Libnan û deverine din çêkirin da ku ajindeyên xwe cîbicî bike û alîgirên îdîolojî ji Wîlayet el-Feqîh re çêkirin, Nijêfî got.

Di rêya van komên çekdar re, Îran hewl dide ku "Hêzên elternatîv yan hember ji hêzên dewletê yên rêzî re çêke lê yên xwedê desthilatdarîyeke xurttir", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Belê. Ez bi hemû hevokên ku dibêje re me. Xeyal bike wê çi çêbûbaye eger Îraqê cenga li dijî Îranê qezenc kiribaye. Wê demê wê dê ev tiştê aniha dike bikiribaye, lê bi awayekî tundtir û hovanetir. Sedam dê ketibaya nav miletê Îranê û dê ew bi guleyan kuştibane yan jî ew bi RPG û bombeyan teqandibaye. Îranîyan ev kiryarên wiha di şer de nekirine. DAIŞ, ku rayên wê li Îraqê hene, tu dilovanî li hember xelkê xwe nîşan neda. Aniha dema ku Îran tê bo wan ji nav penceyên DAIŞê xelas bike jê re tê gotin "welatê dijmin" lê ji Amerîka re, ku zindanên namo li Îraqê ava kirine û gelek tawan û karên hovane li wir kirine, jê re tê gotin "welatê baş." Îraqî layiqê yên weke DAIŞ, Amerîka, Birîtanya, Fransa û Rûsya û yên din in, bo ew qedrê xweşîyê û nametê bizanin. DAIŞ bû ya ku Êzîdî, Kurdên Sunî, xelkê Îraqê ser jê kirin. Aniha dema Îran hat û ew bi çek kirin bo komelgehên wan neyên qirkirin, Îran bûye "welatê xerab." Dilê min bi wan Îraqîyan ve ye yên ku bi vî awayî dihizirin. Rast e, divê mirov gelek hêvîyan li ser şênîyên Kûfayê ava neke. Dîrok mişt çîrokên derbarê sozdarîya we ye! [Tinazîyeke Bimebest]

BERSIV BIDE

Herî kêm em dikarin bibêjin ku ev babet di çarçoveya şûştina mêjîyan de tê. Ev şêwazeke kevin û binketî ye û pêkane ew bêsûd e; Ew bi tenê tinazîyê û dilxelandinê dide pêş.

BERSIV BIDE