Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Fransî şerê li dijî DAIŞê li herêmê berdewam dikin

Mihemed Mehmûd li Qahîrayê

Barkêşa balefira Frensî Charles de Gaulle cara dawîyê ku di Kenala Siwêsê re derbas dibe di 3yê Adara sala 2016an de. Pêşbînî heye ku careke din di kenalê derbas bibe di nêvîyê Nîsanê de weke beşekî ji operasyona belavbûnê ya nû li herêmê di şerê li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Desthilatdarîya Kenala Swêsê hatiye wergirtin]

Barkêşa balefira Frensî Charles de Gaulle cara dawîyê ku di Kenala Siwêsê re derbas dibe di 3yê Adara sala 2016an de. Pêşbînî heye ku careke din di kenalê derbas bibe di nêvîyê Nîsanê de weke beşekî ji operasyona belavbûnê ya nû li herêmê di şerê li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Desthilatdarîya Kenala Swêsê hatiye wergirtin]

Hêzên Frensî berdewam dikin da ku roleke sereke di kampanîya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bilîzin di rêya belavkirina dawî ya Carrier Strikê Group ya gelekeştîya Frensî li herêmê di meha bûrî de.

Carrier Strike Group, li gel barkêşa balefira Charles de Gaulle ku bi enerjîya navikî kar dike "Klemenso" mihwerê wê, ku di pêncê Adarê de ji Baregeha Deryayî ya Tolonê meşî da ku çend mehan belav bikin û navê kirin "Klemenso".

Ev belavbûna Charles de Gaulle ya yekem e piştî nûkirina bo 18 mehan berî vê barkêşa balefiran a Frensî di operasyonên hevpeymanîya navdewletî de li Rojhilata Navîn de beşdar bûbû.

Wezareta Berevanîyê ya Frensî îlan kir ku Carrier Strike Group di 13 Adarê de giha derveyî Sûrîyayê daku piştgirîya bike.

Koma ku berî vê di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûbû di sê belavbûnên berê de ji meha Kanûna Duwem ya sala 2015an de, dê artêşa Frensî li herêmê qayim bike û alîkarîyê bi hevpeymanîyê re bike di warê çavdêrîya cewî, destwerdan û nirxandina rewşê de.

Operasyonên berdêlkirinê û rahênanên hevbeş dê di dema belavbûnê de werin cîbicîkirin, di nav wan de rahênanê serbazî û deryayî yên hevbeş ên Remsîsa Frensî û Mesrî ya ku dê di meha Tîrmehê de çêbibin.

Şer lin dijî DAIŞê berdewam e

"Şer li dijî DAIŞ berdewam e û divê xebatên navdewletî yên hevbeş di hemû waran de çêbibin da ku vê rêxistinê û hemû berfirehbûnên wê yên îdîolojî têk bibin," pisporê karûbarên ewlehî emîd Xalid Okaşa ji Meşariqê re got.

Wî got ku hîn gelek endamên DAIŞê weke şanên razayî kar dikin, ên ku erkê wan operasyonên kuştina kesên piştgirîya hêzên hevpeymanîyê li dijî rêxistinê armanc dikin e.

Wî daxuyand ku dibe ku hebûna şanên razayî bimîne "sedema tirsê ya herî mezin û ew sedemeke bo berdewamîya şer li dijî DAIŞ".

Derbasbûna barkêşa balefiran Charles de Gaulle di Kenala Swêsê re yek ji encamên "hevahengîya Mesrî navdewletî ye", pisporê stratîjî Brahîm Şihabî got.

"Ev tevger beşek ji xebatên herêmî û navdewletî ne di şerê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst e," wî ji Diyaruna re got, û da misoger bikin ku dê derfetê nedin endamên DAIŞ ku cihê lingên xwe li devereke din çêkin.

Wî got ku Misir her û her dilxwaz e ku pisporîya xwe di warê şerê li dijî terorîzmê de bi gelek welatan re berdêl bike, û not kir ku rahênana Remsîs bi gelekeştîya Frensî re di vê çarçoveyê de ye.

"Guman nîne ku şerê li dijî DAIŞê hîn berdewam e ji ber hîn rêxistin heye û hebûna wê belavbûna tevlihevîyê qayim dike," Şihabî got.

"Em naxwazin matmayî bimînin ku em bibînin ku rêxistin xwe bi awayoine din çêdike," wî got, û teqez kir ku divê xebatên navdewletî giranîyê, li gel piştgirîya serbazî, bidin qayimkirina ewlehîyê û jinûveavakirina sazemenîyên welatên ku ji ber terorîzmê hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500