Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şirovekarên Îraqî doza rêgirtin li ber vegera DAIŞê dikin

Xalid Taî

Endamekî hêzên Îraqî nobedarîya 31 endamên DAIŞê dikin li baregehên Ajansa Hewalgirîya Îraqî li Bexdayê, di dîroka 16ê Adara 2015an de. [Elî Saedî/AFP]

Endamekî hêzên Îraqî nobedarîya 31 endamên DAIŞê dikin li baregehên Ajansa Hewalgirîya Îraqî li Bexdayê, di dîroka 16ê Adara 2015an de. [Elî Saedî/AFP]

Şirovekarê serbazî yên Îraqî dibînin ku gelek endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwendina xwe ya bilind qedandine, berpirsekî bilind ê hewalgirî vê mehê ji medyaya Îraqî ragihand.

Rêxistinê sûd ji zanînên xwe wergirt bo sazkirina çekan û avakirina sîstemên pêwendîyê, li gorî lîwa Saed Elaq, serokê Hewalgirîya Serbazî ya Îraqê.

Wî got ku ew di planên şer, birêvebirin û bijîşkî de yên dikevin xizmeta DAIŞê xwedan ezmûn in, û herwiha di zanînên têkildarî derxistina kenzakan de, ku hatin firoştin bo zêdekirina dahatan.

Ev agahî hevkok in ligel yên di raporteke sala 2016an a Banka Cîhanî de hatine, "Gavên Civakî û Aborî bo Nehiştina Tundûtûjîyê".

Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî rêberekî DAIŞê girtiye, di wêneyekê de dîyar dibe ku di dîroka 25ê Hezîrana 2017an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî rêberekî DAIŞê girtiye, di wêneyekê de dîyar dibe ku di dîroka 25ê Hezîrana 2017an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên hêzên Îraqî li dor du eddamên DAIŞê yên ku hatine girtin, û destê wan di çend êrîşan de heye, di dîroka 10ê Tebaxa 2016an. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên hêzên Îraqî li dor du eddamên DAIŞê yên ku hatine girtin, û destê wan di çend êrîşan de heye, di dîroka 10ê Tebaxa 2016an. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Lêkolîna Banka Cîhanî datayên civakî aborî yên 3,803 çekdarên biyanî yên ku DAIŞê bi kar anîne, yên ku li veşartgeheke rêxistinê hatin dîtin, û divegerin dîroka 2014an.

"Me dît ku DAIŞê kesên biyanî ji çînên hejar û ne xwendewar tecnîd nekirine, belê vajî vê yekê," wê got. "Lewra, nebûna dadwerîya aborî dihêle ku radîkalî bibe tundûtûjî."

Li gorî raporta Banka Cîhanî, 69% ji endamên DAIŞê herî kêm lîse qedandine, û bi tenê 15% ji wan dibistan terikandine pêş ew xwendina bilind biqedînin.

Raport hevkok e ligel lêkolîlên pêştir ên dîyar dikin ku bêkarî di nava xwendewaran de dibe sedema zêdebûna egera qebûlkirina ramanên radîkal.

Lewra, xebîrên Îraqî yên ji Diyaruna re axivîn balkişandin ser girîngîya destpêkirina plan û bernameyên baş bo rêgirtin li ber DAIŞê ku kesên xwendewar tecnîd bike.

Rûbirûbûna xebatên tecnîdkarîyê

Bi lêkolînkirina qonaxên peydabûna DAIŞê, ajansên hewalgirî yên Îraqî dîtin ku "rewş pir xeternak e", lêkolînerê karûbarên siyasî û stratîjî Amir Saidî ji Diyaruna re ragihand.

"Dihat payîn ku rêxistinê pişta xwe giranî bi zarok û ciwanên kêm xwendin girê da, ji ber hêsan e ku ji rê werin birin û hestên wan ên olî bi hêsanî tên gurkirin," wî got.

Wî got ku lê ajansên hewalgirî û yên din piştrast kirin ku hejmareke mezin a xwendekarên zanîngehê yên ku di warê xwe de pir zîrek bûn tevlî rêzên DAIŞê bûn, "û ev ek bi hewcedar e ku xebîr û şirovekar bê helwest nemînin".

"Em rastî tedhedîyeke mezin tên di warê rûbirûbûyîna xebatên tecnîdkarî yên terorîsta de, nemaze armanckirina kesên xwendewar," Saidî got.

Wî got ku ev dê pir zehmetir be ji rûbirûbûyîna DAIŞê li ser zemînê, ji ber divê em zorîya îdyolojî û ramanên tudrewan bibin.

"Divê sazîyên çandî, perwerdeyî û olî roleke çalak bigerînin di destpêkirina programên baş ên ku xizmeta hemû çînên civakê bikin de, di nav de xwedan bawername, ku dê ev yek wan biparêze ji bûyîna bi nêçîr bo terorîstan," wî got.

Çareserkirina bêkarîya ku bi awayekî befireh ber belav e, bi taybet di nav xelkên xwende de, hêmanekî sereke ye di şerkirina terorîzmê de, Îsam Feylî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê de hîn dike, got.

Di demekê de ku wê gelek dever li Îraqê kontrol dikiri, DAIŞê hewl da û xelkê xir bike ku ji bo pere û qezencan tevlî wê bibin li şûn bi gefan, da ku kesên xwende û bêkar telî refên wê bibin, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Gelek caran em mirin û girtina pisporên DAIŞê yên di çêkirina çek û bombeyên Kîmawî de pispor dibihîzin, herwiha ew kesên ku di ragihandin û operesyonên hakerkirina li ser Înternetê û operesyonên balefirên bi balefirvan bi rê ve didbin," wî got.

Nehiştina vegera DAIŞê

Feylî got ku di pêşerojê de, li hember vê cureyê gefê rabin, divê hemû sazemenîyên hikûmetê bi awayekî hevaheng kar bikin da ku alîkarîyê bi xelkên ciwan re bikin ji bo ku jêhatî û arezûyên wan pêş bixin û enerjî û behreyên wan ber bi avakirina civakên wan ve bibin.

DAIŞê endamên xwe yên xwende bi kar anîn di warên ku hewcedarî bi pisporîya zanyarî û jêhatîyan heye, endamên wê yên ast nizim ji ciwanên nexwende û kêmast re hiştin.

"Em her tiştî dikin da ku em nehêlin DAIŞ vegere û ciwanên me xir bike û wan bixapîne bi armanca ku wan tecnîd bike," wî ji Diyaruna ragihand.

Xudêr bang li hikûmetê kir ku giranîyê bide pêşxistina civakên xwecihî yên ku êrîşa DAIŞê bandor li wan kir yan jî rastî zehmetîyên aborî tên.

Wî got ku divê aborên xwecihî werin vejiyandin di rêya vekirina derî li pêşîya weberhênanê ya ku dê karana ji bêkaran re peyda bike û stratîjîyinan bigirine ser milên xwe ku dê şerê hejarî, nexwendewarî û nexweşîyên civakî yên din bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500