Nûçeyên Iraqê
Aborî

UNDP plan dike ku 15,000 malan nûava bike li Bajarê Kevin ê Mûsilê

Xalid Taî

Xwebarine herêmî xanîyekî li Bajarê Kevin ê Mûsilê nû dikin di wêneyekê de ku di dîroka 26ê Tîrmeha 2018an de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebook a tîma xwebarên Xelûha Ecmel hatiye wergirtin]

Xwebarine herêmî xanîyekî li Bajarê Kevin ê Mûsilê nû dikin di wêneyekê de ku di dîroka 26ê Tîrmeha 2018an de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebook a tîma xwebarên Xelûha Ecmel hatiye wergirtin]

Planeke berfireh û li ser asteke bilind li dar e bo nûavakirina xanîyên di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de wêran bûne li Bajarê Kevin ê Mûsilê, Şana Qeyranê ya parêzgeha Nînewayê Sêşemê (23êyê Nîsanê) ragihand.

Şan Qeyranê li Nînewayê ji alîyê serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ve hat damezrandin paş bidûrxistina parêzgar Nofel Hemadî di karê wî di meha borî de.

Parlemanê Îraqê deng li ser bidûrxistina Hemadî ji postê wî da piştî ku 100 kesdi bobelata qeyikê de mirin, bûyera ku bû sedema pêleke hêrs û xemgînîyê.

"Programa Pêşxistinê ya NY (UNDP) heta aniha nûkirina 1,000 xanîyên wêranbûyî yên Bajarê Kevin qedandiye," birêveberê Şana Qeyranê, Elî Mehmûd ji Diyaruna re ragihand.

Wesayit mozelan ji malên wêranbûyî li Bajarê Kevin ê Mûsilê radikin di Kanûna Yekem a 2018an de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Wesayit mozelan ji malên wêranbûyî li Bajarê Kevin ê Mûsilê radikin di Kanûna Yekem a 2018an de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Mehmûd daxuyand ku UNDP, bi hevkarî ligel birêveberîya şaredarîya Mûsilê û şaredarîyên din ên Nînewayê, 4,000 xanîyên wêranbûyî li deverê nûavakirin.

Wî da zanîn ku ev xebat "di çarçoveya planeke hêvîdar a avakirina 15,000 xanîyan de [li Bajarê Kevin] tê".

Wî got ku alîyên berpirs texmîn dikin ku dê plana şeş mehî çebf taxan bide ber xwe, di nav de Camî Kebîr, Meydan, Zencîlî, Ras el-Kûr, Şêx Fethî, Kewazîn û Sericxane.

Wî teqez kir ku dê avakirina van malan "alîkarîyê bide bi hezarên malbatên ku aniha li kampa dijîn ku vegerin taxên xwe û dê qeyrana bêwarîyê ya ku ev du sal in heye bi dawî bike".

Wî got ku malbatên bêwar li 13 kampan belav in, ku bi piranî li başûrê Mûsilê ne.

Di nav de kampên Dîbega, Selemîya û Hemam Elîl, yên ku aniha bi giştî 150,000 malbatên aware ji Mûsil û bajarên din ên Nînewayê dihundirînin.

Destpêkirina nûavakirinê

Mehmûd destnîşan kir ku Şana Qeyranê gelek proje di sektorên cihêreng deweke plana geşedanê ya îsal li parêzgeha Nînewayê pêşkêşî Wezareta Plankirinê kirin bo erêkirinê.

Wî dîyar kir ku proje çaksazkirina binesazî û xizmetguzarên giştî yên weke torên av û kehrebê, rê, pir, prewerde, tenduristî û karûbarên civakî dihundirîne.

Nêzî 626 milyar dînarên Îraqî (525 milyon dolar) bo piştgirîkirina aramî û geşbûnê li parêzgeha Nînewayê hatine tarxandin, hikûmeta Îraqî di 16ê Nîsanê de ragihand.

Mehmûd anî ziman ku Şana Qeyranê, ku aniha berpirsa birêvebirina parêzgehê ye "pir hewl dide ku hemû projeyan pêk werîne û sektora nûavakirinê vejîne."

Tîmine meydanî hatine avakirin bo serperiştîkirina pêşxistina projeyan û komkirina raportan derbarê qonaxên temambûnê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500