Nûçeyên Iraqê
Siyaset

tengijî di navbera Rûsya û Pasdaran de li Helebê bilind dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pagereke artêşa Rûsî li nêzî Balafirgeha Helebê ya navdewletî, ku vê dawîyê bi milîsên Pasdaran re şer kirin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Pagereke artêşa Rûsî li nêzî Balafirgeha Helebê ya navdewletî, ku vê dawîyê bi milîsên Pasdaran re şer kirin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî got ku pevçûna di navbera milîsên girêdayê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û hêzên Rûsîyayê de li bajarê Helebê û hinek deverên Dêra Zorê belî bûn.

Çalakgerê Helebî Ehmed Salim ji Diyaruna re got ku gelek pevçûn vê dawîyê di navbera herdu alîyan de rû dan, ku ji herdu alîyan jî birîndar hene.

Wî anî ziman ku "hemû hêzên li bajarê Helebê bi cihbûyî, ku heta li balafirgehê li Nerebê, û beşin ji parêzgeha Dêra Zorê hene, ji çi rewşeke awarte re amade ne."

Salim dîyar kir ku li alîyekî Polîsê Serbazî yê Rûsî, Lîwaya Qudis, û Feyleqê 5an a Artêşa Sûrî, bi serperiştîya eqîd Suhêl Hesen ê artêşa Rûsî hene.

Leşkerine Firqeya 4an a artêşa Sûrî, a bi serperiştîya birayê serokê Sûrîyayê, çekên xwe li kolaneke bajêr li ba dikin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Leşkerine Firqeya 4an a artêşa Sûrî, a bi serperiştîya birayê serokê Sûrîyayê, çekên xwe li kolaneke bajêr li ba dikin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Li alîyekî din jî Pasdaran heye, û hejmareke milîsên girêdayî Pasdaran bi serperiştîya Hizbellahê, herwiha Firqeya 4an a artêşa Sûrî jî bi serperiştîya Mahir Esed, birayê serokê Sûrîyayê.

Salim anî ziman ku pêvçûn bo dabeşkirina kontrola herêmê rû dan.

Pevçûnin li nêzî balafirgeha Helebê

Wî destnîşan kir ku artêşa Rûsî dixwaze balafirgeha Neyrebê ya li derdorên rojavayî yên bajarê Helebê kontrol bike, ku ew ji mezintirîn û girîngtirîn bargehên serbazî yên Pasdaran li herêmê ye.

Pevçûn li nêzî balafirgehê çêbûn, di encamê de hejmarek endamên milîsên girêdayî Pasdaran hatin kuştin û hinek ji polîsê Rûsî birîndar bûn, wî got.

Di heman demê de, di encama pevçûnên ku li taxa Xalidîyê rû dan de hejmarek çekdar û sivîl mirin an jî birîndar bûn.

Li gorî Salim, berî du heftîyan rûtengijîn li herêma Dêra Zorê rû dan piştî endamine girêdayî Pasdaran rêya pagereke artêşa Rûsî li bajarê Ebu Kemalê girt, ku birîndar ji herdu alîyan çûbûn.

Wî got ku mîna van pevçûnan li Dera, Besra Şam, Nubl û Zehrayê jî di demên dawîn de çêbûn, da zanîn jî ku rewş bi saya xebatên xwecihî vegerîya mîna berê, lê ji bo herdu alîyên sereke tu lihevkirin pêk nehatin.

Wî got ku "sivîlên li van deveran ditirsin ku şer di navbera herdu alîyan de çêbibe," ji ber ku hejmareke mezin ji wan piştî demeke dirêj vegerîyane û naxwazin têkevin nava pevçûnan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500