Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Destwerdana Rûsî bo parastina sivîlên Idlibê bi bin ket

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Polîsê serbazî yê Rûsî pageran li bakurê Sûrîyayê cîbicî dike. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî pageran li bakurê Sûrîyayê cîbicî dike. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Rûsya destwerdana xwe di şerê Sûrî de bi bin xistin di rêya hêzdarkirina tundrewan bi awayekî ne meqsûd li Idlibê û nikarîbû sivîlan li molgeha dawî ya dervey kontrola rejîmê biparêze, çalakû çavdêrên Sûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

Di meha Îlonê de, Rûsya û Tirkîya derbarê agirbestekê giftûgo kirin agirbesta ku tê de girtine ser milê xwe ku ew dê herêma Idlibê ji êrîşa rejîma Sûrî ya mezin biparêze.

Lê lihevkirin hilneweşay, Tehrîr Şam herêm bi giştî di meha Kanûna Duwem de kontrol kir û niştecîyên sivîl derdê çewsandin and bêqanûnî di herêmê de kişand ûbombebarandin ji derve ve zêde dibe.

Ji dema ku rêkeftin tê cîbicîkirin, li Idlibê hat dîtin ku Tehrîr Şam "li ser hesabê komên opozîsyonê yên çekdar ên din ber xwe fireh dike", çalakê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Zabitê artêşa Sûrî Suhêl Hesen bi Xelata Hevaltîyê ya Rûsî hatiye xelatkirin, xelateke dewletê ji bo wan kesên ku xebatên wan armanc dikirin ku têkilîyan bi Rûsîyayê xweş bikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Zabitê artêşa Sûrî Suhêl Hesen bi Xelata Hevaltîyê ya Rûsî hatiye xelatkirin, xelateke dewletê ji bo wan kesên ku xebatên wan armanc dikirin ku têkilîyan bi Rûsîyayê xweş bikin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Rêkeftin desthilatdarîyeke bêtri dide hevbendîya tundrew, wî got, û hişt ku karibe kontrola samanên aborî bike, bacan bisepîne û çavdêrîya kelûpelên sereke mîna xwarin û berhemên petrolê bike.

Di encamê de, wî got, Tehrîr Şam "ji berî ku agirbestê cîbicî bikin hêzdartir bû, piştî ku penageheke ewle jê re peyda bû ya ke derfetê dide wê ku hebûna xwe ya serbazî û siyasî qayim bike".

Ebdula got ku herwiha ew bû penageheke ewle ji komên tundrew ên din ên girêdayî Qaidê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

''Agirbest bibinketî bû''

"Berhevkirineke bilez di navbera devera ku Rûsya destwerdanê tê de dike û deverên ku hevpeymanîya navdewletî tê de destwerdanê dikede cudahîya mezin bi rastî li ser erdê dîyar dike," wî got.

Hevpeymanîya navdewletî piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSDê) kir di şerê li dijî DAIŞê de û xizmetguzarî vegerandine deverên ku ji rêxistinê hatine rizgarkirin, wî got.

Ev dever ji alîyê encumena xwecihî têne birêvebirin ku xizmetguzarî, alîkarî û karên nûavakirinê dabîn dikin, wî got, lê Idlib bûye asêgehek ji tundrewan re û niştecî derdê kêmbûna xizmetguzarîyên sereke dikişînin.

"Sivîl li herêma Idlibê bawer dikin ku agirbest ji roja yekem ve bibinketî bû, herwekî ku piranîya deveran bi awayekî rojane hîn rastî bombebarandinê tên," çalakê Idlibê Heysem Idlibê ji Diyarunare got.

Bombebarandinê bi piranîya xwe deverên niştecihî bêtir ji cihên Tehrîr Şam armanc dikir, wî got, mebesta wan ew bû ku sivîl ber bi orta parêzgehê ve herin da ku deverê bi temamî vala bikin.

Qanaet hebû ku "agirbest alîkarîyê ji sivîlan re dabîn bike yan jî kelûpelên sereke dabîn bike, lê berevajî vê yekê çêbû û alîkarî yekcar derbasî herêma Idlibê nebû", Idlibî got.

Piranîya wan jêr xeta fuqrê dijîn bê meîşet û kar û buhagelekî bilind bûne ji ber kêmbûna keresteyên sereke, wî got.

Dewleta Sûrî ''dike hilweşe''

Medyaya Rûsî berdewam dike û şîrove dike ku destwerdana welatê wê di Sûrîyayê de weke hewldanekê bû ku "armanc dike ku alîkarîyê bi Sûrîyan re bike û terorîzmê têk bibe" barêzerê Sûrî Beşar Besam ji Diyaruna re got.

"Lê rastî li ser erdê bi awayekî dîyar berevajî vê yekê ye," wî got, wî not kir ku tiştê ku Rûsya cîbicî kir tenê Beşar Esed di desthilatdarîyê de hişt.

Di heman demê de, dewleta Sûrî li ber ku hilweşe, wî got û "ticarê Rûsya destwerdan nekiriye da ku piştgirîya abora Sûrîyayê bike".

Deverên li jêr kontrola rejîmê piranîya wan li jêr destên Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girêdayê wê, yan li jêr destên artêşa Sûrî, ya ku Rûsya û milîsên Rûsîy piştgirîya wan dike ne, Besam got.

"Ev milîs yekser didine dûv biryarên Fermandarîya Rûsî, ne Fermandarîya Sûrî, ya ku angaştinên Rûsî ku ew piştgirîya dewleta Sûrî û artêşa wê dikin red dike," wî got.

Tirsa Rûsya ya sereke aniha misogerkirina swênkarên neftê yên ku wê destên xwe danîne ser wan, li gel hejmareke mayîn li Badiya Sûrî devera (biyabanî) û Badiyet Tedmur (biyabana Tedmurê), wî got.

Rûsya peymanên demdirêj bo gelek samanên Sûrîyayê bi dest xistin û hewl dide ku weberhênanê bike û qezencan demeke dirêj ji wan wergire

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dem baş ez naçim

BERSIV BIDE