Nûçeyên Iraqê
Civak

Kampanyayeke mezin a paqijkirinê li Mûsilê

Xalid Taî

Navgîneke şaredarîya Mûsilê di kampanyayekê de bajar ji mozel û kavilên şer paqij dike. [Wêne ji birêveberê medyaya şaredarîya Mûsilê Ala Mihemed hatiye wergirtin]

Navgîneke şaredarîya Mûsilê di kampanyayekê de bajar ji mozel û kavilên şer paqij dike. [Wêne ji birêveberê medyaya şaredarîya Mûsilê Ala Mihemed hatiye wergirtin]

Bajarê Mûsilê li gorî kampanyayeke ku 6ê Nîsanê hatiye destpêkirin ji paşmahîyên şer tê paqijkirin, û kolan û qadên giştî ji zibil tên pakirin.

Kampanya ku li jêr slogana "Bo Mûsileke Bedewtir û Paqijtir" pêk tê, ji alîyê şana qeyranê hatiye destpêkirin, a ku Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ava kir bo birêvebirina parêzgeha Nînewayê paş dûrkirina parêzgar Nofel Hemadî ji kar.

Parlemanê Îraqê deng da ku Hemadî ji postê wî hilîne piştî ku 100 kes mirinji ber nexweşîyeke veguhêz a ku pêleke hêrs û nerazî li pey xwe anî.

Kampanyayê piştgirîyeke mezin ji "şaredarîyên parêzgeha Nînewayê, rêxistinên civaka sivîl û hêzên ewlekarîyê, û herwiha xelkê wergirtiye", birêveberê medyaya şaredarîya Mûsilê Ala Mihemed ji Diyaruna re ragihand.

Ciwanên Mûsilê bi berfirehî tevlî kampanyayeke mezin ku destpêka vê mehê dest pê kir dibin. [Wêne ji birêveberê medyaya şaredarîya Mûsilê Ala Mihemed hatiye wergirtin]

Ciwanên Mûsilê bi berfirehî tevlî kampanyayeke mezin ku destpêka vê mehê dest pê kir dibin. [Wêne ji birêveberê medyaya şaredarîya Mûsilê Ala Mihemed hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku kampanyaya ku şaredarî li jêr serpereştîya şana qeyranê pêk tîne, yek ji mezintirîn operasyonên paqijkirinê ye piştî rizgarkirina Mûsilê ji kontrola rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Şana qeyranê ya Nînewayê ji "polîsê Nînewayê, fermandarên Operasyonan û Serokê Zanîngeha Mûsilê pêk tê", wî got.

Mihemed teqez kir ku kampanya "neh sektorên nişîn li beşên rojavayî û rojhilatî yên bajêr dide ber xwe, bi beşdarîya dora 3,000 xebatkarên şaredarîyê û xwebar û 500 wesayit û navgînên xizmetguzarîyê".

Wî got ku qasên mezin ji mozel û kavilên avahîyên ku di şer de wêran bûbûn hatine rakirin bi rêjeya 3,592 metrên sêcar ji mozelan 3,500 tonan ji zibil rojane, wî got, bi taybetî li sikakên Bajarê Kevin ê Mûsilê.

"Kampanya herwiha ji vekirina hejmareke mezin ji kolanên ku bi dîwarên konkrêt hatibûn girtin di dema şer de pêk tê," Mihemed got, û da zanîn ku zêdetir ji 150 kolanan heta aniha dîsan hatine vekirin.

Wî got ku xebatkarên kampanyayê kolanên ziyandar bi esfeltê çaksaz kirin û qulên ku teqînan û êrîşên terorî ew durist kirine dagirtine.

"Aniha projeyeke esfeltê heye li rojhilatê Mûsilê, ku di xebatê de ye ji Gulana 2017an ve û dora 100,000 tonên ji esfeltê berhimandîye," wî got.

Wî got ku materyal di parastin û pêşxistina rê û kolanên serekî de hatine bikaranîn.

Ciwanên bajar berê xwe didin kampanyayê

Endamên tîmên ciwanên xwebar, mîna tîmên "Bedêna" (Me Dest Pê Kir), "Ana Azra" (Ez Diçînim) û "Xelûha Ecmel" (Bajar Bedewtir Bikin), "ne tenê di operasyonên paqijkirinê de, lê belê di xebatên çandina daran de li qadên giştî cih girtin", Mihemed got.

Wî got ku xelk li ser asteke mezin hevkarî bi şaredarîyê kirin di bicihanîna çalakîyên xizmetguzarî de û çalakîyên bilindkirina bîrewerîyê hevdem ligel kampanyayê hatin lidarxistin.

Wî dîyar kir ku ev çalakî pêk tên ji heydarkirina xelkê ji pêwîstîya "xwebidûrkirina ji avêtina ne bi rêkûpêk a zibil, û bikaranîna çiwalên zibil û paqijkirina ber dergehên malên xwe".

Mihemed got ku şaredarî rastî gelek zehmetîyan hatiye di peydakirina xizmetguzarîyan de ji ber nebûna maşînên pêwîst, pereyan û sûtemenîyê.

"Ew nikare hemû kavil û mozelên ku li bajar kom bike, yên ku bi dora 1,750 tonên zibil ên rojane ji dora 1.75 milyon tên payîn," wî got.

Wî got ku kampanyaya dawî alîkarîya şaredarîyê kir di serkeftina li ser van zehmetîyan de û "xebatên me bi pêş ve birin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500