Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Paş şikestina DAIŞê, endamên mayî li ber xwe didin

Xalid Taî

Yekîneyeke artêşa Îraqî veşartgeheke DAIŞê li rojavayê Enbarê dibîne di dîroka 20ê Kanûna Yekema 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyeke artêşa Îraqî veşartgeheke DAIŞê li rojavayê Enbarê dibîne di dîroka 20ê Kanûna Yekema 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî dibînin ku hebûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê kêm bûye bo şanên belawela yên bê pêgeheke navendî, yên ku hin bi hin lawaz dibin di encama fişara serbazî li ser veşartgehên wan de.

"DAIŞ ne bi tenê li ser asta serbazî rûxa lê belê li ser asteke stratejî," parlemantarê Îraqî ji Diyalayê, Ebdul Xaliq Ezawî, yê ku di komîteya berevanîyê û ewlehîyê de cih digire, wiha got.

Rêxistin "pêgeha xwe ya rêxistinbûyî û aborî, çek û samanên mirovî ji dest dan", wî ji Diyaruna re ragihand. "Em êdî nema qala rêxistinê dikin, belê hinek çekdar deverên nenişînbûyî ji xwe re dikin war."

Wî teqez kir ku bingehên ku ev paşmahî wan ji xwe re weke penageh bi kar tînin "êdî ne ewle ne", û da zanîn ku ev operasyonên ewlehî yên parêzî ew neçar kirin ku bi tenê dema bi yekcarî girîng be ew tev bigerin derdikevin.

Polîsê Îraqî operasyoneke lêgerîna li endamên DAIŞê li gundên Hewîcayê li rojavayê Kerkûkê pêk tîne di dîroka 2yê Kanûna Yekema 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî operasyoneke lêgerîna li endamên DAIŞê li gundên Hewîcayê li rojavayê Kerkûkê pêk tîne di dîroka 2yê Kanûna Yekema 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got ku ajansên hewalgirîya Îraqî û hêzên ewlekarîyê di heman demê de paşmahîyên DAIŞê armanc dikin, û serkêşên wan dikujin û stargehên wan dişewitînin.

Di operasyonên ewlehî yên dawî de li çiyayên Hemrînê, serkêşekî DAIŞê û sê ji alîkarên wî hatine kuştin, Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî Duşemê (15ê Nîsanê) ragihand.

Berî vê yekê, operasyonekê li çiyayên Hemrînê bi piştgirîya balefirên şer ên Îraqî û Hevpeymanîya Navdewletî rê li ber "plangêrîyeke terorî ya mezin girt", peyvdarê Ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re eşkere kir.

Vegera awareyan

Ezawî got ku girîng e ku rewşeke bilind ji ewlehîyê were parastin, ji ber ku ev "yekane bijareya li pêş me bo misgerkirina ewlehî û aramîyê li welatê me".

Wî teqezî li ser girîngîya tevgera bi bilez kir bo vegerana şênîyan bo gundê wan.

"Di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de 14 gund hene ku ew ji rûniştîyên xwe vala ne," wî got.

Ezawî teqez kir ku vegera bêwaran "faktorekî girîng e bo aramîyê, nemaze li deverên dikevin sînorên parêzgehên rizgarbûyî, ji ber ku terorîst hîn jî xwe vedişêrin".

"DAIŞ hewl dide ku sûdê ji valahîya ku xelkê aware durist kiriye werbigire bo xwe bi rêxistin bike di hewlekê de bo gefkirina li gundên niştecihbûyî yên nêzîk," wî got.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê û şervanên êlan li gundên Muxêsa li Diyalayê êrîşeke DAIŞê roja 13ê Nîsanê têk bir, êrîşa ku ji Selahedînê hat pêkanîn.

"Wan çar terorîst kuştin û êrîşakarên din neçar kirin ku vekişin, lê êrîş bûn encama kuştina du şervanên êlan" Ezawî got.

Hevahengîya sivîlan serekî ye

DAIŞ "şaneke penceşêrbar e ku divê bê çareserkirin neyê hiştin", endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesan Şebîb ji Diyaruna re ragihand.

"Binxistina rêxistinê di şerên rizgarkirinê de dergeh bo cengeke zehmet û dirêj li hember paşmahîyên wê vekir," wî got. "Îroj, kontrol di destê leşkerên me de ye, yên ku waneyên sert gihandin van elementan"

Şebîb teqez li ser hewcedarîya bi sivîlan kir di bidestxistina agahîyan de bo alîkarîkirina hêzên ewlekarîyê di naskirina cihê şanên razayî û elementên DAIŞê de, û herwiha fînanseger û piştevanên wê, yên ku xwe li şikeftên li biyabanê û çiya vedişêrin,

Wî balkişand ser girtina roja Duşemê ji mêrekî û jina wî re, ku wan xwarin ji endamên DAIŞê re yên ku xwe li çiyayên Mexmûrê vedişartin dabîn dikir, paş ku şênîyan agahî pêşkêş kirin.

Tevî ku xebatên ewlehî bi awayekî sûdbar gefa rêxistinê kêm kirin, DAIŞ "bi temamî nehatiye jinavbirin", wî wiha şirove kir.

Şebîb dîyar kir ku êrîşên şêlûpêl, weke revandina sê sivîlan roja Duşemê li navçeya Beacê ya Nînewayê, nîşan dide ku cenga binbirkirina DAIŞê hîn neqedîyaye.

"DAIŞ dimire ji ber ku şikestin û binketina wê ya serbazî ew bê serkirdatî û rêxistinbûyîn hişt," endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgehê, Şelal Nacî Obêd ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku şanên mayî yên DAIŞê herifî ne û endamên xwe wenda dikin.

"Hêzên me insyatîfa êrîşkirin û girtina erdê werdigirin", Obêd got. "Divê em di amadebaşîyê de bin û berdewam bin di êrîşkarîyê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500