Nûçeyên Iraqê
Aborî

Pasdaran alîkarîyan dide Sûrîyan di dema ku Îran li ber lehîyan diçe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên dezgeha Cîhad Bîna alîkarîyan didin niştecihên li gundewarê Hemayê, li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên dezgeha Cîhad Bîna alîkarîyan didin niştecihên li gundewarê Hemayê, li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Di çarçoveya pêvajoya wê bo desthilatê li Sûrîyayê, Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) alîkarî û pere li sivîlan belav kirine bo dilsozîya wan qezenc bike, çalakgerekî xwecihî Pêncşemê (18ê Nîsanê) ji Diyaruna re got.

Ev xebat hevdem ligel hêrsbûneke mezin li Îranê tê, ji ber ku rejîmê nikarîbû encamên lehîyên ku li Îranê ji 19ê Adarê ve rû dan bi rê ve bibe.

"Lehîyên ku ji ber barana xurt rû dane paşguhkirina ku li gelek bajaran hat kirin bêvirand," lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratîjî Fethî Seyid, ê pispor di karûbarên Îranê de, wiha şirove kir.

Seyid anî ziman ku deshilatên Îranî "sûcdarên vê yekê ne ji ber ku samanên dewletê bo fînanskirina Pasdaran li derveyî welat xerc dikir."

Berpirsine Pasdaran û serokên milîsan civînekê li bajarê Muhesen ê gundewarî li parêzgeha Dêra Zorê bi şêxên êlan re saz dikin bo tecnîdkirina ciwanên xwecihî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Berpirsine Pasdaran û serokên milîsan civînekê li bajarê Muhesen ê gundewarî li parêzgeha Dêra Zorê bi şêxên êlan re saz dikin bo tecnîdkirina ciwanên xwecihî. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Sûrî bi alîkarîyê Pasdaran "matmayî" mane

Pasdaran berfirehkirina desthilata xwe li parêzgeha Dêra Zorê û gundewarê parêzgeha Hemayê berdewam dike, "ku hewl dide êl û ciwanan bi dest bixe," çalakgerê xwecihî Cemîl Ebid wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku di çend rojên borî de, Pasdaran, bi rêya dezgeha Cîhad Bîna , hejmarine mezin ên alîkarîyên xwarin û hawarkirinê pêşkêşî niştecihên xwecihî kir -- bi kêmanî 2,500 par -- bi hewldana ew tevlî milîsên wê bibin.

Wî got Pasdaran alîkarî belav kirin tevî ku "hejmareke van paran ji malbatên milîsên ku kuştîyên wan hene re tarxan kiribûn."

Ebid da zanîn ku "niştecihên xwecihî bi vê yekê mat man ji ber wan texmîn dikir ku ev alîkarî rawestin ji ber gelê Îranê pir gerekdarî van alîkarîyan e piştî lehîyên ku li piranîya derverên Îranê rabûbûn."

Pasdaran ciwanên Dêra Zorê tecnîd dike

Ebid anî ziman ku di heman demê de, berpirsên Pasdaran û serokên milîsan civînek bi nûnerên êlan re li bajarê Muhesena Dêra Zorê li dar xistin daku xortên herêmê di nav rêzên Pasdaran de tecnîd kirin.

Ebid got ku kesên hazir gihaştin lihevkirinekê "derbarê mûçeyên ku dê werbigirin û alîkarîyên ku her dê ji niştehên xwecihî re werin pêşkêşkirin."

Wî eşkere kir ku wan li ser hevahengîkirina çalakîyên olî, avakirina navendên olî û herwiha avakirina holên Huseynîyê jî li herêmê li hev kirin.

Ebid got ku efserên Pasdaran teqezî li ser avakirina navendên olî kirin weke mercekî bo pêşkêşkirina alîkarîyan û "bi rastî ev yek dan destê oldarine Îraqî û Lubnanî ku van navendan li bajêr û deverên derdorê têxin tevgerê."

Li gorî Ebid, raportên ku ji civînê eşkere bûne dibêjin ku şêxên êlan "li ser amadekirina lîsteya xortên ku wan bişînin Îranê daku semînarên olî bibînin bo li ser îdyolojîya olî û çawanîya belavkirina wê perwerde bibin li hev kirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500