Nûçeyên Iraqê
Civak

Nînewa bê westîyan dixebite bo vegerandina hevawazîya civakî

Xalid Taî

Ciwanên Nînewayê kom bûne li Festîvala Ciwan û Aştîyê ya ku li Mûsilê di dîroka 6ê Îlona 2017an de hatibû lidarxistin. [Wêne ji Komela Heyva Sor a Îraqî hatiye wergirtin]

Ciwanên Nînewayê kom bûne li Festîvala Ciwan û Aştîyê ya ku li Mûsilê di dîroka 6ê Îlona 2017an de hatibû lidarxistin. [Wêne ji Komela Heyva Sor a Îraqî hatiye wergirtin]

Xebat li Nînewayê berdewam in bo dîsan avakirina bawerîyê û bihêzkirina têkilîyên civakî di navbera komên olî û etenî de li parêzgehê paş hukimê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Wan teqez kir ku desthilatdarîyên xwecihî kar li ser vegerandina têkilîyên civakî yên ku parêzgeh bi dirêjahîya dîroka xwe bi wan navdar bû dike.

Berîya heyama kontrola DAIŞê ji Nînewayê re, "endamên gelek sektoran bi aştîyane li tenîşt hev dijîn", şaredarê Şengalê Fehed Hamid, û got ku navçeya wî "wêneyek biçûk ji Îraqê ye".

Wî got ku Êzîdî, piranîya nifûsê li navçeya Şengalê pêk tanin, û ew bi aştîyane tev "Turkmen, Şebek, Kirîsyan û Musilmanan dijîn".

Çalakvanên sivîl workşopeke têkildarî avakirina aştîyê amade dibin li Nînewayê di dîroka 12ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Sazkirina piran di navbera komelgehên Nînewayê" hatiye wergirtin]

Çalakvanên sivîl workşopeke têkildarî avakirina aştîyê amade dibin li Nînewayê di dîroka 12ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Sazkirina piran di navbera komelgehên Nînewayê" hatiye wergirtin]

"Xelk cîran bûn û li hev miqate bûn, û ev têkilî bi dirêjahîya bi sedên salan hatibûn hûnandin," wî got. "Paşê terorîst hatin û tawanên xwe yên kuştin, derxistin û destdirêjîya seksî di derheqê Êzîdîyan de pêk anîn."

Wî got ku piranîya Êzîdîyan xweş dizanin ku DAIŞ "nûnertîya tu ol, tayîfe û êlekê nake", lê van tawanan "derzeke civakî dursit kirin û bûn sedema birînên kûr li ba Êzîdîyan, ên ku hîn jî azarê ji ber van kiryaran dibînin".

"Em civînan li dar dixin bo xelkê bicivînin û nirxên aştîyê û bihevrejîyankirinê di komelgehan de li Şengalê," wî got. "Divê em bizanin ku vegerandina rewşê tiştan bo rewşa berê bi hewcedarî gelek ked, xebat û dem e".

Hamid got ku ji dema ku DAIŞ hatiye derxistin, gelek malbatên Musilman ên aware vegerîyane malên xwe li Qeyrewanê û gundên Ebû Xeşeb, Um Zîban, Kerana û Kolat li ser qiraxên Şengalê.

"Lihevhatin pêkan e, em gavên erênî di vî alî de diavêjin bi kesayet û malbatên ku destên wan bi xwîna kesên bêsûc sor nebûye," wî got.

Hamid got ku yên ku destên wan di kiryarên terorî de hene civakê ew ji ber çav rakirine û çarenivîsa wan di destên yasayê de ye, û bang li serkêşên êlan kir ku xwe ji kesên ser bi DAIŞê ve bêrî bikin.

Êdî Deşta Nînewayê tîmarbûyî ye

Li Deşta Nînewayê, şênî li ser vegerandina hevawazîya civakî kar dikin, serokê encumena bajarokê Hemdanîyayê, Fêsel Iskender ji Diyaruna re ragihand.

"Destpêkê pir tevlîhev bû, lê aniha em serketinê bi çavên xwe dibînin, paş hevdîtinan û têkilîkirina bi xelkê herêmî re," wî got.

"Me çendîn konferans û semînar derbarê bihevrejîyankirinê ku giranî didan hevgirtin, biratî, girtina rûpela terorîzmê û şopên wê yên derûnî girêdan," wî got.

Wî got ku roleke girîng heye divê kesayetên giştî, akademî, berpirsên xwecihî û çalakvanên sivîl bigerînin di perwerdekirina civakê de û alîkarîkirin di berevanîkirin ji toleransê û lêbordeyîyê û şefafîyetê di navbera endamên civakê de.

Wî got ku encumena bajarokê Hemdanîyayê "hewl dide ku misoger bike ku hemû kes û malbatên bêwar vegerin, paşxana wan çi be jî", ji bilî kesên ku hatiye piştrastkirin ku ser bi DAIŞê ve ne.

Wî got ku yên vegeryayî Musilman, Xiristyan, Şebek û Kakayî ne.

"DAIŞê derzeke civakî ya qerase hişt ji ber ku gelek xelkê hizkirîyên xwe û mal û mulkên xwe ji dest dan ji ber tawanên rêxistinê, û aniha em hewl didin hertiştê ji destê me der dikeve bikin bo çakkirina tiştên hatine şikandin," wî got.

Canê hevjîyankirinê

Encumena parêzgeha Nînewayê kar li ser vegerandina canê hevjîyankirinê li parêzgehê dike, endamê encumenê Xelef Hedîdî wiha ji Diyaruna re anî ziman.

Wî got ku komîteyên lihevhatinê yên ku ji berpirsên xwecihî, kesayetên xuyayî û çalakgeran pêk tên kar li ser çaksazîkirina derzên civakî dikin bi rêya "diyaloga bi komelgehên xwecihî û herwiha bi rêya bihêzkirina şûnasîya neteweyî".

Hedîdî bang li hikûmetê kir ku qurbanîyên DAIŞê qerebû bike û misoger bike ku dê dadwerî li ser tawanên rêxistinê raweste.

Wî got ku ev xebat dê alîkarîyê di "parastina ewlehîyê û serwerîya yasayê de li seranserê deverên rizgarbûyî bike, nemaze li deverên ku bi rengînîya xwe ya civakî tên naskirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500