Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 2 şanên DAIŞê digirin û komployên terorî têk dibin

Xalid Taî

Polîsekî Îraqî otombîlekê li ser rêbendeke pişkinînê li Bexdayê di 31ê Adarê de pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî otombîlekê li ser rêbendeke pişkinînê li Bexdayê di 31ê Adarê de pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Hewlagirîya Îraqê û Ajansa Dijî Terorê vê dawîyê du şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, ku êrîşên wan ên plankirî jî têk birin, pisporekî ewlehîyê roja Çarşemê (17ê Nîsanê) ragihand.

Operasonên ewlehî yên parêzî "çalaktir û bibandortir" dibin, analîzerê ewlehî Fadil Ebû Rexîf wiha ji Diyaruna re got.

Ebû Rexîf dîyar kir ku bi rêya karên kifşkirina zû, ku agahîyên ewlehî dişopînin û agahîyan bi emîndarîyeke tam hildigirin, komployên terorîst dikarin berî biqewimin werin têkbirin.

Li ser bingeha agahîyên hewalgirî, hêzên ewlekarîyê di "têkbirina komployên du şanên DAIŞê de bi ser ketin, ku plan dikirin opersyonine terorî yên berfireh li dijî sivîlan li bakur û navenda welêt pêk werînin," wî anî ziman.

Endamine hêzên Îraqî di ser serê endamine şaneke DAIŞê re ku bi êrîşên terorîst tawanbar in disekinin di vê wêneya ku di 10ê Tebaxa 2016an de hatiye kişandin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin] 

Endamine hêzên Îraqî di ser serê endamine şaneke DAIŞê re ku bi êrîşên terorîst tawanbar in disekinin di vê wêneya ku di 10ê Tebaxa 2016an de hatiye kişandin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin] 

Ebû Rexîf got "şana yekem ji pênc endamên ku berî du heftîyan li devereke biyabanî li rojavayê parêzgeha Nînewayê, nêzî 125 kîlometreyan dûrî sînorê bi Sûrîyayê re, hatin girtin pêk tê."

Girtin di "êrîşeke nişkayî ya ji hêla Şana Bazên Hewalgirîyê ve hatin pêkanîn, piştî çavdêrî û şopandina liv û çalakîyên şana terorîst."

Ebû Rexîf da zanîn ku endamên şanê ji "planeke berfireh" re ku ji "şandina xwekujan û otombîlên bombebarkirî ji biyabana Nînewayê ber bi parêzgeha Selahedînê û Bexdaya paytext ve pêk tê" xwe hazir dikir, ku dê li deverên giştî hatibana teqandin.

Ebû Rexîf daxuyand ku endamên vê şanê "endamine terorîst ên tirsnak bûn ku berê teqînin pêk anîbûn", di nav de êrîşa vê dawîyê ya li ser pira li Nînewayê.

Girtina şana Selahedînê

Wî dîyar kir ku destpêka vê mehê, Birêveberîya Dijî Terorê ya Selahedînê ji heşt heta 10 endamên şaneke terorîst a din girtin.

Wî got ku ew di rêzeke operasyoninan de "li rojavayê bajarê Tikrîtê, di navbera bajarokên Celam û Muteybîcayê de, li başûr-rojhilatê Selahedînê, hatin girtin.

Ebû Rexîf destnîşan kir ku "ew berpirsên heşt teqînên dawîn yên li parêzgehên Selahedîn, Nînewa û Enabrê teqîyan bûn," û wan xwe ji pêkanîna pêleke nû ya êrîşan ku li ser van parêzgehan amade dikir

Ebû Rexîf anî ziman ku "berî deranîna van herdu şanên terorîst, îsal gelek terorîst û şan hatin girtin, nemaze yên kuştin pêk tanîn û bombeyên bidestçêkirî diçandin û otombîlên bombebarkirî amade dikirin."

Wî got ku di van operasyonan de "torên mezin ên fînansekirina van terorîstan" û kesayetên ku agahî û piştevanîya lojistîk ji paşmahîyên DAIŞê re yên xwe li biyabanê û deverên çîyayî veşartine pêşkêş dikirin jî hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Zor sipas bo vê yekê!

BERSIV BIDE