Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Nînewa xwe ji hilbijartinê re amade dike hevdem ligel nerazîbûnan

Alaç Husên li Bexdayê

Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Nînewayê korseke rahînanê ji karmendên xwe re derbarê nûkirina tomarên qeydkirina dengderan li dar dixe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa Nînewayê ya Komîsyonê hatiye wergirtin]

Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Nînewayê korseke rahînanê ji karmendên xwe re derbarê nûkirina tomarên qeydkirina dengderan li dar dixe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa Nînewayê ya Komîsyonê hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dest pê kiriye xwe ji hilbijartinên encumena parêzgeha Nînewayê re amade dike, hilbijartinên ku biryar hatiye standin ku di vê salê de werin cîbicîkirin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Hilbijartin dê werin lidarxistin tevî nerazîbûna cemawerî li dijî hikûmeta xwecihî ji ber derenghiştina projeyên nûavakirinê, belavbûna gendelîyê ûzêdebûna desthilatdarîya milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, wan got.

"Ofîsa Komîsyonê li parêzgehê dest pê kiriye gavên praktîkî yên destpêkî dide da xwe ji hilbijartinên encumena parêzgehan ên tên re amade bike," peyvdarê ofîsa komîsyona hilbijartinê ya Nînewayê Ferhan Kîkî ji Diyaruna re got.

Wî got ku biryar hatiye standin ku hilbijartin di meha Mijdarê de werin lidarxistin.

Wî got ku ofîsê dest pê kiriye karmendên xwe rahînan dike, wan hîn dike bê çawa databêsa qeydkirian dengderan a biometrîk nû bikin û çawa bi hemû rêkarên rojane yên hilbijartinan re bidin û bistînin.

Ev rêkar dê "proseyeke dengdanê ya rast û bê arîşe misoger bikin û astengîyên ku komîsyon rastî wan hat di hilbijartinên berî vê de rabikin", wî got.

Kîkî bang li hemû dengderên li Nînewayê xwe qeydkirine kirine ku serdana ofîsên qeydkirinê yên parêzgehê bikin û datayên xwe yên hilbijartinê nû bikin, da misoger bikin ku komîsyon tomareke dengderan ê tam ber hev bike.

Wî got ku ev yek dê misoger bike ku niştecî karibin mafê xwe yên dengdanê pêk bîne.

Daxwazên derkirina milîsên çekdar

Divê hilbijartin "çareserîyekê ji gendelîya belav re, belavbûna milîsan û ofîsên aborî yên girêdayî wan bibînin, çalakê Mûsilê û çalakekî sivîl Leys Raşidî ji Diyaruna re got.

Wî got ku kambaxbûna şert û mercên aborî û kêmbûna xizmetguzarîyan hişt ku niştecîyên Mûsilê "ne mereqdar bin derbarê proseya siyasî û naxwazin di hilbijartinan de beşdar bibin eger ew guhertineke bingehî encam nedin".

Wî got ku divê hilbijartinên ku tên rakirina siyasetmedarên xirab encam bide û birêveberinan bîne "ku guh bidin parêzgehê û bixwazin xizmetguzarîyan û rewşa mirovî lê pêş bixin".

"Çi birêveberê niştimanî yê were hilbijartin divê bigire ser milên xwe ku milîsên çekdar der bike û ofîsên wan ên aborî bigire, yên dihêlin ku keresteyên bajar werin wêrankirin," Raşidî anî ziman.

Wî hêvîya xwe derbirîn kir ku ew hilbijartin dê bi rastî niştecîyên xwecihî raber bikin, "niştecîyên ku ditirsin îro nerînin xwe derbirîn bikin ji ber ditirsin ji alîyê milîsan ve werin girtin".

'Çareserî di sendoqên dengdanê de ye''

Xelkên Mûsilê di salên zehmet re derbas bûne li jêr kontrola ''Dewleta Îslamî'' vê yekê hişt ku moralên gelekan bişikin û niştecî dûrî beşdarbûna siyasî bibin, analîstê siyasî Xanim Eyfan ji Diyaruna re got.

Wî bang li hikûmetê kir ku niştecîyên Mûsilê qayil bike ku ''çareserî di sendoqên dengdanê de ye bo damezrandina hikûmeteke xwecihî ku karibe xizmetguzarîyan dabîn bike, bêwarîyê bi dawî bike û trajîdya dema bûrî çareser bike''.

Herwiha wî bang li hikûmetê kir ku binêre bê çima welatî di hilbijartinên parlemanî yên berî vê de beşdar nebûn û çareserîyên gengaz bibîne da ku niştecîyên Mûsilê han bidin ku di hilbijartinên tên de deng bidin.

Eyfan hişyarî da ku hin partîyên siyasî dê desthilatdarî û pereyên xwe bi kar bînin daku kandîdên ku daxwazên xelkê pêknayînin bidine pêş.

Wî got ku niştecîyên çi bajarê ku di şerekî mezin re derbas bûye hewcedarîya wan bi demekê heye daku bi ser xwe ve werin berî ku di hilbijartinan de beşdar bibin,û anî ziman ku divê hikûmeta federal kar bo pêgehandina xelkên Mûsilê berî hilbijartinan bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Me mafên xwe bi dest nexistin piştî hilbijartinên 2014an. Girêbesteke min a kar hebû. We mafên min xwarine. Hûn bi temamî weke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in; eger kesek xwedan xizim û kesûkar û waste be, hertişt OK ye, lê yên ku wasteyên wan tune ne, Xwedayê wan heye.

BERSIV BIDE

Ev peyvên xweş in. Lê, serokê parleman agahdarî sîsteya kotayê ya di ofisa komîsyonê de ye. Lewra, ew çi derbarê vê yekê dibêje?

BERSIV BIDE