Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Çalakger cihê depoyên alîkarîyên Tehrîr el-Şam dibînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwarin û dexlûdanên depokirî yên Tehrîr el-Şam di nava kavilên depoya çekan, ên ku rastî bombebarankirinan li Urum Cozê ya Idlibê, hatên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Xwarin û dexlûdanên depokirî yên Tehrîr el-Şam di nava kavilên depoya çekan, ên ku rastî bombebarankirinan li Urum Cozê ya Idlibê, hatên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Çalakgerine Sûrî yên li ser depoya çekan a rêxistinê hazir bûn li Idlibê ya ji hêla rejîmê ve hatibû wêrankirin dîtin ku hevbendîya tundrew xwarin depo dikir, û sivîlên li herêmê ji birçînan gazin dikir, çalakgerekî ragihand.

Xwarinên depokirî hat dîtin piştî bombebarankirina rejîma Sûrî ku depoya çekan a rêxistina Tehrîr el-Şam kiribû armanc li bajarokê Urum Cozê li başûrê parêzgeha Idlibê, çalakger Heysem Idlibî wisan ji Diyaruna re got.

Idlibî anî ziman ku depo gava çek û cebilxaneya di hundirê wê de teqiya hat wêrankirin, ku bi xwe re xwarinên depokirî yên veşartî jî derxist û "nema ji xwarinê re dibin."

Idlibî dîyar kir ku depoya xwarinê hejmarek mezin a heyberên xwarinê mîna birinc û dexlûdan, xwarinên qutîkirî û tiştên din ên rêxistinên mirovî pêşkêş kiribûn dihundirand ku Tehrîr el-Şam destser kiribûn.

Çalakgeran text û betanîyên ku Tehrîr el-Şam ji rêxistinên alîkarîyan destser kiribûn di depoya ku hatibû teqandin de dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgeran text û betanîyên ku Tehrîr el-Şam ji rêxistinên alîkarîyan destser kiribûn di depoya ku hatibû teqandin de dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev depoyên Tehrîr el-Şam in, ên ku rastî bombebaranê hatin, cebilxane, xwarin û alavên rizgarkirinê ku Tehrîr el-Şam dûrî sivîlan xistibibûn dihundirandin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev depoyên Tehrîr el-Şam in, ên ku rastî bombebaranê hatin, cebilxane, xwarin û alavên rizgarkirinê ku Tehrîr el-Şam dûrî sivîlan xistibibûn dihundirandin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Idlibî ragihand ku ev gerek li sivîl û bêwarên li herêmê hatibana belavkirin, ên ku li jêr rewşine pir zehmet dijîn.

Wî got ku ev dîtin hersbûnek li cem sivîlan çêkir, û da zanîn jî ku tevî dizîya alîkarîyên xwarinê rêxistinê komek text û doşek ji xwe re kom kiriye.

Niştecih pir hewcedarî van heyberan in.

Çalakger xezîneyê belege dikin

Idlibî destnîşan kir ku xuya ye Tehrîr el-Şam gelek alîkarîyên mirovî destser kirine berî ku alîkarî werin rawestandin bi behaneya ku ew dixwaze ew bixwe serperiştiya belavkirina van alîkarîyan bike.

Wî got hevbendîya tundrew karîbû tawana xwe veşêre heta depoya wê ya veşatî hat vedîtin.

Idlibî daxuyand ku çalakger karîbûn ev yek bi wêne û vîdyoyan piştrast bikin piştî ku endamên Tehrîr el-Şam ji herêmê ravîyan, û got jî ku wan "hejmareke mezin a dexlûdan, birinc, xwarinên qutîkirî, fêkî û penêrên qutîkirî" vebînin.

Idlibî eşkere kir ku ya herî kambax ku ev xwarin li gel Tehrîr el-Şam bû gava herêm rastî baran û lehîyeke xurt hat ku kampên penaberan xerab kirin û avê konên wan li ber xwe bir.

Wî got "tevî wan gelek saman û alavên xwe ji dest da, niştecihên kampan pir hewcedarî alîkarîyên mirovî bûn, di nav de xwarin û doşek."

"Vê demê gişî, Tehrîr el-Şam tilîya xwe jî nelivand û hişt niştecihên xwecihî heta ji wan were bi alîkarîyê ve rabin," wî anî ziman.

Wî dîyar kir ku wan heta karîbûn alav pêşkêş kirin, û Berevanîya Sivîl a Sûrî jî (Xûzeyên Sipî) alîkarî kirin ku erdê rast bikin da careke din karibin konên xwe lê vegirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500