Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hizbulah rastî fişarên nû tê ji ber sizayan û danîna Pasdaran li ser lîsteya reş

Nîhad Topalyan li Bêrûtê

Piştevanên Hizbulah wêneyên damezrênerê Komara Îslamî Rûhulah Xumênî û rêberê bilind ê Îranê Elî Xamenî bilind dikin di pîrozbahîyên bi boneya salvegera 40ê ya şoreşa Îranî, li navçeyên başûrî yên Bêrûtê, roja 6ê Sibatê. [Enwer Amro/AFP]

Piştevanên Hizbulah wêneyên damezrênerê Komara Îslamî Rûhulah Xumênî û rêberê bilind ê Îranê Elî Xamenî bilind dikin di pîrozbahîyên bi boneya salvegera 40ê ya şoreşa Îranî, li navçeyên başûrî yên Bêrûtê, roja 6ê Sibatê. [Enwer Amro/AFP]

Toreke Lubnanî ku bi şûştina bi milyonên pereyan ji "bazirganên hebên hişbir" re û bi alîkarîkirin di fînansekirina Hizbulah de roja Pêncşemê (11ê Nîsanê) ji alîyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî ve hat sizakirin, AFP raport kir.

Wezareta Xezîneyê ragihand ku wê welatîyê Lubnanî Qasim Şemis xistiye lîsteya xwe ya reş de, ligel du pêgehên din: "Rêxistina Şûştina Pereyan Şemis" û Guhêra Şemis, kompanîyeke guhertina pereyan li Lubnanê.

"Qasim Şemis û tora wî ya navdewletî bo şûştina pereyanbi dehên milyonên dolaran di mehê de di bazara dermanên hişbir de dixin tevgerê di cihê bazirganên dermanên hişbir de û tevgera pereyan ji Hizbulah re hêsan dikin," Wezareta Xezîneyê got.

Daxuyanîyê got ku tora Şemis pereyan di nav gelek dewletan de dixe tevgerê de di nav de Australya, Brazîl, Kolombya, Fransa, Îtalya, Lubnan, Holanda, Spanya, Amerîka û Venezwêla.

Siza di çarçoveya "pêngavekê de bo rêgirtin li ber sûdwergirtina Hizbulah û alîgirên wê yên terorîst li seranserê cîhanê ji tundrewî, gendelî û bazara dermanên hişbir tên", wekîlê Wezareta Xezîneyê Sigal Mandelker got.

Ofîsa Kontrolkirina Pereyên Derve ya Wezareta Xezîneyê got ku Guhêra Şemis li gorî destûrname û bi serpereştîya Banka Navendî ya Lubnanî kar dike "tevî ku ev demeke dirêj dezgehên Amerîkayê guman dikin" ku ew yek ji alavên şûştina pereyan e.

Wezareta Xezîneyê got ku ew dê pêbend bimîne bi karkirinê ligel Banka Navendî "bo nehiştina cihgirtina bazirganên dermanên hişbir, şûştkarên pereyan, û komên terorîst ên mîna Hizbulah di sîstema darayî ya Lubnanî de".

Amerîkayê sizayên xwe li ser Îranê zêde kirine û vê heftîyê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) weke rêxistinek terorîst ragihand bo dahatên wê bibire û alîgirên wê yên herêmî, yên mîna Hizbulah, ji alîyê aborî ve biguvêşe.

Sizayên li ser Pasdaran dê Hizbulah biêşînin

Pisporîdarên Lubnanî dibînin ku di demekê de ku Hizbulah rastî zehmetîyên mezin ên darayî tê, danîna Pasdaran li ser lîsteya terorê ji alîyê Amerîkayê ve dê milîsê bêhtir di qeyranên biteqinîne.

"Daketin di karînên fînansekirinê yên Îranê de ku encameke sizayên aborî ye dê karîna wê ya piştgirîkirin û bikaranîn Hizbulah bibire," serokê Navenda Lubnanî bo Lêkolîn û Şêwirdarîyê Hesen Qutb ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev gava Amerîkî dê karînên Pasdaran felc bike.

Di destpêka vê heftîyê de, Sebeta Dirava Navdewletî texmîn kir ku aborîya Îranê bi rêjeyeke mezin ku digihêje dora 6% kêm bibe vê salê, û ev xerabtirîn tomara ji dema ku di sala 2012an de gihiştibû 7.7%, AFP ragihand.

Hejmara herî dawî kambaxîyeke tûj nîşan dide bi berhevkirin ligel texmînên Cotmehê bi rêjeya 3.6%, piştî ku sizayên Amerîkî sektorê neftê yê Îranê dan ber xwe.

Zehmetîyên darayî yên Îranê "êdî ji qutkirina piştgirîya Îranê ji Hizbulah re êdî dîyar dibin", Qutb ji Diyaruna re got.

Di gotarekê de roja 8ê Adarê, serokê Hizbulah Hesen Nesrelah mukir hat ku partîya wî rastî guvaşeke aborî ya dijwar tê di encama sizayên ku dewletên Kendavê û Amerîkayê sepandine û destnîşankirina partîya wî weke komeke terorîst.

Qutb got ku Nesrelah banga alîkarîya aborî li alîgirên Hizbulah kir bo kêmkirina şop û bandora sizayan, û da zanîn ku milîs aniha heta radeyekî polîtîkake xercnekirina darayî dide pêş.

Wî got ku milîsê alîkarîyên civakî û mûçeyên ku dide çekdarên xwe û malbatên wan qut kirin.

Hizbulah "di nav penceyên qeyraneke aborî de ye"

Destnîşankirina Pasdaran weke komeke terorîst "dê rewşa aborî ya zehmet a Hizbulah rastî wê tê gurtir bike û dê bandorê li karîgerîya wê û çalakîyên terorî li herêmê bike", Qutb got.

Qutb got ku ev gav dê alîkarîyê bike di bihêzkirina dijberîya ji milîsê re li Lubnanê.

Milîs "di nav penceyên qeyraneke aborî de ye ji ber qutbûyîna herikîna piştgirîya aborî ya Îranî", şehrezayekî aborî ku xwe navê wî neyê eşkerekirin wiha got.

Wî ji Diyaruna re got ku destnîşankirina Pasdaran weke komeke terorîst gurzeke êşdar e ji Îranê re, û da zanîn ku ji ber Îran rastî fişareke zêdebûyî tê, dê rewşa Hizbulahê xerabtir bibe.

Budceya Hizbulah "berî sê salan bi dora 350 heta 500 milyon dolar salane dihat texmînkirin, û beşek ji fînansê ji Îranê dihat û ya din ji Amerîka Latînî ş hinek dewletên li Başûrê Afrîqayê dihat", wî got.

Paş wê, sizayên ku dewletên Kendavê û Amerîka li er kesayet û kompanîyên ku piştgirîya Hizbulah dikin hatine sepandin "herikîna pereyan bo partîyê rewstand", wî da zanîn.

Bandora li ser alîgirên Hizbulahê

Berî destnîşankirina Amerîkayê ji Pasdaran re weke rêxistineke terorîst, fînanskerên serekî yên Hizbulahê Kazim Tacdîn û Edhem Tebaca weke Teorîstên Navdewletî hatin naskirin, rojnameger Hazim Emîn wisa ji Diyaruna re anî ziman.

Wî destnîşan kir ku "em li benda hûrgulîyên behîtir in têkildarî cezayan û kesayet û kompanîyên zîyangihaştî, lê belê teqez dê Hizbulah bi van hemûyan biêşe."

Li gorî Emîn, milîs "bi bertekên rewşa aborî ya Îranê ve dihesin, ku ev hestekî belî ye li Lubnanê ji ber ku Hizbelah eşkere behsa qeyrana xwe ya darayî dike."

Emîn anî ziman ku Nesrelah ragihand ku kêmbûyîna darayî "tenê destpêk e."

Emîn dîyar kir ku zehmetîyên darayî yên Hizbulah "dest bi bandora xwe ya neyînî li bingeha piştevanîyê dike", û da zanîn jî ku bi zêdebûna vê bandorê re dê bingeha piştevanîya partîyê bi paş de vegere.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500