Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nifşê bê yê F-35A dê berevanîya dewletên hevparên Amerîkayê li seranserî cîhanê xurtir bike

Caravanserai

Firokevanek xwe ji avêtina ji F-35A Lightning II li Baregeha Hîl a Hêza Asmanî, Utah, amade dike, 26ê Adarê. [Hêza asmanî ya Amerîkayê]

Firokevanek xwe ji avêtina ji F-35A Lightning II li Baregeha Hîl a Hêza Asmanî, Utah, amade dike, 26ê Adarê. [Hêza asmanî ya Amerîkayê]

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (th) balafirên pêşketî yên F-35A yekem car li Rojhilata Navîn di 15ê Nîsanê de belav kirin, weke beşekî ji xebatên berevanîyê yên giştgêr bo parastina welatên hevpar û rawestana li hember gefên li seranserê cîhanê.

Balafirên F-35A yên xurt nifşê duyem yên balafirên şer e, ku encama salên dirêj ên lêkolînan û weberanîna milyarên dolaran e.

Di nava gelek taybetîyên teknîkî yên peyeberz de, ew dikare xwe ji radarên bejahî bi dûr bixe, ku elktronîkên wê dikarin agahîyên armanckirinê yên deqîq ji balafirên din ên ku mûşekên berdirêj bar dike re bişîne, tiştê dihêle ev balafira şer hêzeke êrîşker be.

"Em pergaleke çekan a pêşketî derbasî depoya xwe dikin ku bi giranî karîna hevpeymanîyê xurt bike," General Gen. Joseph T. Guastella, fermandarê Hêzên Asmanî ya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê got. "Tevlhevkirina alavên pêhesînê û karîna mabûnê, ku ev balafir vê yekê ji hêza hevbeş re peyda dike, dê ewlehî û aramîyê li seranserê cîhanê xurt bike û êrîşkeran bi paş de vegerîne."

Manorên F-35A di Pêşandana Melbornê ya Firîn û Fezayê li Melborinê, û Florîda, 30ê Adarê. [Hêza asmanî ya Amerîkayê]

Manorên F-35A di Pêşandana Melbornê ya Firîn û Fezayê li Melborinê, û Florîda, 30ê Adarê. [Hêza asmanî ya Amerîkayê]

Belavkirina F-35A operasyonên bejahî yên ku ji hêla hêzên hevpeymanîyê, bi serkêşîya Amerîkayê, yên şerê dijminên mîna Talîban û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin xurt dike, herwiha weke astengdar bo gefên zêde yên ji hêla dewletên mîna Rûsîya û Îranê ve tên bikaranîn.

Belavkirina balafirên şer li Rojhilata Navîn bijarteyên hêzên Amerîkî di dûrxistina şerê li herêmê de zêdetir dike, ku Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) her terorîstan li ser hesabê gelê Îranê derbasî herêmê dike, û rejîma Sûrî her gefan bi bikaranîna çekên kîmawî li dijî gelê xwe dixwe.

Herî dawî Amerîka Pasdaran weke "komek terorîst" piştî bi dehan salên tundîyê ku komê li seranserê cîhanê pêk anîye destnîşan kir.

Dilsozî ji hevkaran re

Tê payîn ku dê hebûna balafira şer mayîna têkilîyên serbazî yên domdirêj xurt bike, operasyonên asmanî yên tektîkî baş bike û karîna alav û rêkarên hêzan xurt bike.

Belavkirina F-35A dilsozîya CENTCOM bi hevkarên wê yên herêmî yên Encumena Hevkarîya Kendavê re teqez dike û ronîyê diavêje ser xebatên hevbeş bo parastina ewlehî û aramîya herêmî li Nîvgirava Ereban.

Bêhtir ji 30 berpirsên payebilind ji heşt dewletan, di nav de endamên Encumena Hevkarîya Kendavê, Mesir û Urdinê, babetên ewlehîya herêmî mîna ewlehîya deryayî, parastina asmanî û mûşek û lojistîkê li konferansa Serokên Encumena Hevkarîya Kendavê di 19ê Adarê de li navenda CENTCOM li Tampa, Florîdayê giftûgo kirin.

Konferansa ku rojekê dirêj kir, ya yekem car li Amerîkayê û ya çaran li seraserê sê salan hat lidarxistin, derfet da berztirîn serokên serbazî yên Amerîka û Ereban ku bi hev re armancên ewlehîyê û herwiha guncawbûna F-35A bi van armancan re giftûgo bikin.

"Pirqatkerê hêzê"

Generalê Asmanî yê Amerîkayê Yosef Morris, fermandarê Pola Şerker a 4an, F-35 mîna "hêza pirqat a rastîn" wesif kir.

Di F-35A de, "em karin gelek agahîyan kom bikin û derbas bikin, ku em bihêlin her balafireke hevalbend şerker be û bêhtir xwe ragire. Ev yek bi balafirê re dihêle em hêzên hevbeş temam bikin.

Ev belavkirina yekem a F-35A ye, ku çapa pîyadeya deryayî ya Amerîkî ya balafira F-35B yekem êrîşa xwe li Avganistanê di Îlona borî de pêk anî û bi awayekî serkeftî çeperên Talîbanê di operasyonên paqijkirina bejahî de wêran kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500