Nûçeyên Iraqê
Enerjî

Krîza sûtemenîyê li deverên li jêr kontrola rejîmê zêde dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Rêzên dirêj li pêşîya sûtemenîxaneyekê li Şamê ne, cihê ku benzîn gelekî lê kêm bûye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rêzên dirêj li pêşîya sûtemenîxaneyekê li Şamê ne, cihê ku benzîn gelekî lê kêm bûye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî Sûrî got ku Sûrî li deverên li jêr kontrola rejîmê gelek bi hêrs in, ji ber ku sûtemenî gelekî kêm e û buhayê wê jî gelekî zêde bûye.

Rêzên dirêj ên otombîlan li sûtemenîxaneyan û xelkên bendewarîyê dikin da ku cêrên gaza malê bikirin bûne dîmenekî normal li piranîya deverên li jêr kontrola rejîmê, çalakger Mihemed Bêk, li gundewarê Şamê, got.

Wî ji Diyaruna re gotku ev rewş bi awayekî taybet li Şam, Heleb û bajirine mezin ên din ên li jêr kontrola rejîmê here, û not kir ku kesên navgînan bi kar tînin hin caran bêtirî 12 saetan bendewarîyê dikin da ku bi tenê çend litrên benzînê bi dest bixin.

Bêk got ku rewşa cêrên xazê yên malan heman e, rêzên dirêj ên ji bo cêrên xazê berdewam in, û destnîşan kir ku hin dever li gundewarê Şamê ev du meh in ku bê cêrên xazê ne.

Sûrî bi rêz rawestiyane li sûtemenîxaneyekê bo cêrên xazê tejî bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Sûrî bi rêz rawestiyane li sûtemenîxaneyekê bo cêrên xazê tejî bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wêneyeke ku ji alîyê çalakgeran ve hatiye weşandin dîyar dike ku Sûrî li hespan siwar hatine di dema ku benzîn tê dabeşkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin].

Wêneyeke ku ji alîyê çalakgeran ve hatiye weşandin dîyar dike ku Sûrî li hespan siwar hatine di dema ku benzîn tê dabeşkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin].

Bêk got ku buhayê fermî yê cêra xazê 2,652 lîrayên Sûrî ne (5.50$), lê ne berdest e.

Wî got ku li bazara reş, gengaz e ku cêra xazê bi 7,000 lîreyên Sûrî (13.60$) were kirîn-- du taq li buhayê wê -- lê buhayê li bazara reş 20 litr benzîn digihe 10,000 lîreyên Sûrî (19.40$).

Bandora li veguhestina giştî

Bêk got ku ji ber kêmbûna benzînê û buhabûna nirxan, kesên ku navgînên bazirganî bi kar tînin mîna ajokerên teksî û basan buha kirin du taq, vê yekê welatîyên ku xwe dispêrin van xizmetguzarîyan qerand.

Wî anî ziman ku di heman demê de, rejîmê hewl da ku bi rêya weşandina daxûyanîya vê rewşê kêm bike, datayên ku ne rast in.

"Ev rewş ne razeke, ji ber ku rêzên dirêj ên otombîlan gelek caran kolan û xaçerêyan digirin, û tengejîyên trafîkê durist dikin," wî got.

Bêk not kir ku herwiha mazot (sotemenîya ku ji bo germkirinê tê bikaranîn) li bazarê nîne, lê aniha ji zivistanê kêmtir tê xwestin.

Wî got ku evdem ku rastî kêmbûna benzînê tên, gelek xelk li deverên li jêr kontrola rejîmê hesp û keran bo guhestinê bi kar tînin, û not kir ku bikaranîna dewaran bo guhestinê bûye dîmenekî gelekî normal.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500