Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Îraq xebatên xwe bo derxistina malbatên ziyanmend ji ehîyê zêdetir dike

Xalid Taî

Wêneya zarokekî koçber li kampa Xazîr li bakurê Îraqê, ku baran û bayekî xurt di vê wêneyê de ku di 11ê Nîsanê de hatiye kişandin tê xuyakirin. [Wêne ji çalakgerê sivîl Muhend Omerî hatiye wergirtin]

Wêneya zarokekî koçber li kampa Xazîr li bakurê Îraqê, ku baran û bayekî xurt di vê wêneyê de ku di 11ê Nîsanê de hatiye kişandin tê xuyakirin. [Wêne ji çalakgerê sivîl Muhend Omerî hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî xebatên rizgarkirinê bo derxistina bbi hezarên malbatên ku deverên wan ji ber baranê li kampên koçberan û li gundên li nêzî çem, gol û newalan noq bûne zêdetir kirin.

Desthilatên herêmî kampanyeke berfireh bi beşdarîya hêzên ewlekarîyê dest pê kirin bo derxistina malbatên zîyandar.

Çend heftîyên baranê ku ji hilandina berfa li Turkîya û Îrana cîran duqat bûn hema hema çar xezanên Îraqê yên serekî tije kirin û herwiha çemên Dicle û Feratê mişt bûn.

Serokê bendavê Kerîm Hesan dîyar kir ku li Samerayê, li bakurê Bexdayê, av tê xezana xwezayî li Gola Sersarê bi qasine nedîtî ji berîya bi dehan sal.

Kampek demikî bo hewandina niştecihên gundên li parêzgeha Selahedînê li Îraqê yên ku ji ber barana xurt noq bûne hat avakirin. [Wêne ji Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Kampek demikî bo hewandina niştecihên gundên li parêzgeha Selahedînê li Îraqê yên ku ji ber barana xurt noq bûne hat avakirin. [Wêne ji Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Hesan roja Pêncşemê (11ê Nîsanê) ji AFP re got "îroj, Sersar bilindtirîn astên avê di dîrokê de dibîne heta niha."

Wî dîyar kir ku "me radeyên wisa ji çaxa ew ava bûye di 1956 heta niha nedîtîye, ango berîya 63 salan."

Barana xurt barîya û hejmareke kon û kampên koçberan li parêzgeha Nînewayê noq bûn, û niştecihên li gundên dûr ên nêzî avê dorpêçkirî mabûn.

Bi hezaran malbatên zîyagihaştî

Wezareta Koç û Koçberan "bi xurtî beşdarî xebatên netewî dibe da alîkarîya hemû malbatên ku ji ber baran û lehîyan zîyan gihaştîya wan bike bi rêya bernameyeke awaret ya taybet ku berê hatiye amadekirin," Elî Ebas Cehankir, alîkarê birêveberê giştî yê birêveberîya şaxên wezaretê ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku "wezareta me û Wezareta Çavkanîyên Avê xwedî odeyeke operasyonên hevbeş in," û da zanîn jî ku nûnerên wezaretê bi şana alozîyan a hikumetê re dixebitin bo çareserkirina şopên lehîyan.

Cehankir dîyar kir ku wezaret bi hezaran kesên ku li ser qeraxên çem û rûbaran û li nêzî zozanan dijîyan derxistin.

Dora 2,300 malbatan li seranserê Îraqê zîyan li wan hate kirin, di nav de bêhtir ji 500 malbatan li parêzgeha Meysanê, 300 malbat li Selahedînê û 100 malbat li Wesîtê.

Wî ragihand ku operasyonên derxistina niştecihên gundên zîyanmend berdewam in, herwiha xebatên ku ji bo peydakirina wargehan, xwarin, alavên rizgarkirinê weke betanî, doşek û alavên xwarinçêkirinê.

Rewş "li jêr kontrolê ye"

Cehankir daxuyand ku metirsîya lehîyan aniha nemaye û rewş "li jêr kontrolê ye", ku kenaline nû bo veguhestina avê hatine avakirin da biçin hewz û golên xwezayî mîna Sersar, Rezaza û Hebanîyê.

Wî got desthilat piştevanîya koçberên di hundirê kampan de dikin di rêya nûavakirin û guhertina hemû konên xirabûyî re, û da zanîn jî ku bi dehan kon li kampa Qeyara, li başûrê Mûsilê, hatin guhertin.

Cehankir ragihand ku hejamra kesên li hundirê Îraqê koçber in ji şeş milyonan daket 1,5 milyonî di heyama şêrê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Wî anî ziman ku "piranîya koçberên hundir ji Nînewayê ne, û hejmara kêmtir li Selahedîn û Enabrê ne."

Wî destnîşan kir ku wezaret hewl dide zora berhingarîyên ku di rêya vegera koçberan de disekinin bibe, di nav de "kêmbûna xizmetguzarîyên giştî li deverên rizgarkirî û malên ku bi temamî di şer de wêran bûne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500