Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Dîyalayê 3 emîrên DAIŞê digire

Xalid Taî

Endamên polîsê Dîyalayê derbasî devereke DAIŞê li Banî Saedê dibin di destpêka 2017an de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

Endamên polîsê Dîyalayê derbasî devereke DAIŞê li Banî Saedê dibin di destpêka 2017an de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

Polîsê li Dîyalayê sê emîrên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di "operasyonine nivşkayî" de li parêzgehê girt, fermandarîya polîsê roja Sêşemê (9ê Nîsanî) ragihand.

Peyvdarê fermandarîyê eqîd Xalib Etîyê ji Diyaruna re got "hêzeke polîsê û hewalgirîyê ya hevbeş sê serkirdeyên terorîst ku weke emîrên DAIŞê dixebitîn girtin."

Etîyê destnîşan kir ku ew di encama "operasyonine nivşkayî li ser cihên serkirdeyan de li deverên Mexêsa, Elenda û li Miqdadîyê de hatin girtin.

Etîyê got girtî têkildarî tawanên cihêreng bûn, da zanîn jî ku girtin di encama hevkarîya welatîyan bi ajansên hewalgirî û ewlekarîyê re pêk hat.

Wî got hêzên Îraqî "li gel ajansên hewalgirîyê kar dikin da komkên DAIŞê bişopînin," da zanîn jî "me dest bi xwespartina agahîyên welatîyan derbarê ewlehîyê de kiriye."

Etîyê dîyar kir ku ev agahî "hişt em bêhtir paşmahîyên DAIŞê bişopînin û wan di operasyonine parêzî de têk bibin bêyî em gerekdarî yekîneyên ewlehîyên yên gerok bibin û pêvavjoyên lêgerînê berfireh ji bo terorîstên li bajarên dûr an jî li gundan pêk bînin."

Agahîyên niştecihan "bûne beşekî sereke di karê me de, herwiha agahîyên ku em ji paşmahîyên DAIŞê werdigirin."

Etîyê anî ziman ku polîs, hêzên artêş û êlan hemû deverên parêzgehê kontrol dikin, û teqez kir ku "tu dever bêyî ewlehî nemaye."

Wî da zanîn ku "paşmahîyên DAIŞê tu bandora xwe nemaye ji ber ku piranîya wan yan revîyane, hatine girtin yan jî hatine kuştin di pêvajoyên ewlehîyê de ku ji hêla yekîneyên serbazî û çekdarên êlan ve pêk dihatin."

Wî da zanîn "em bi saya xebatên welatîyan bi pêş ve diçin û pêşketina berdewam di rêxistina me ya hewalgirî de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500