Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq nifşekî nû ji balefirên şer ên F-16 werdigire

Xalid Taî

Balefireke şer a F-16 ya Îraqî xwe amade dike da ku bifire bo mîsyoneke şer pêk bîne di vê wêneya dosyayê de ku di 13 Hezîrana sala 2016an de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke şer a F-16 ya Îraqî xwe amade dike da ku bifire bo mîsyoneke şer pêk bîne di vê wêneya dosyayê de ku di 13 Hezîrana sala 2016an de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqê nifşekî nû yê balefirên şer ên F-16 ji Amerîkayê wergirt di merasîmê ku li baregeha cewî Beladê ya li bakurê Bexdayê hat lidarxistin di (6ê Nîsanê) de, Fermandarê Hêza Cewî ferîq Enwer Hema Emîn îro Duşemê ji Diyaruna re got.

Ev balefir beşeke ji peymana ku Îraqê di sala 2011an de bi Amerîkayê re imze kir da ku 36 balefirê F-16 bikire.

Peyman "yek ji peymanên herî serkeftî ye ku Îraqê di van salên dawî de imze kiriye", Emîn got, wî not ku tevî hinek astengîyên lojistî hebûn, bendên peyman bi rewanî hatin cîbicîkirin.

Pêşbînî heye ku nifşê dawî yê ji pênc balefiran pêk tê di destpêka meha Gulanê de were wergirtin, wî got.

Fermandarê Hêza Cewî ya Îraqî ferîq Enwer Hema Emîn di derçûna nifşekî balefirvanên rahênankirî de diaxêve derbarê erkê lêkolîn û mîsyonên rizgarkirinê. [Wêne ji Hêza Cewî ya Îarqî, ya ku di 27ê Adara sala 2019an de hatiye weşandin hatiye wergirtin]

Fermandarê Hêza Cewî ya Îraqî ferîq Enwer Hema Emîn di derçûna nifşekî balefirvanên rahênankirî de diaxêve derbarê erkê lêkolîn û mîsyonên rizgarkirinê. [Wêne ji Hêza Cewî ya Îarqî, ya ku di 27ê Adara sala 2019an de hatiye weşandin hatiye wergirtin]

"Em dê herwiha du balefirên F-16 wergirin ên ku yên Îraqê ne lê aniha li Amerîkayê ne," wî got, wî not kir ku ew di rahênankirina balefirvanên Îraqî de hatin bikaranîn.

Balefirên F-16 asta diqet û karîgerîtîya wan bilind e, Emîn g ot, wî anî ziman ku ew "zêdebûneke girîng e ji hêza cewî ya Îraqî re".

"Ev balefir şîyana me ya şerkirinê ne tenê di şer de bi hêz dikin lê belê di tinekirina bermayîtên terorîst de, parastina sînorên me û berevanîya erdê me de jî," wî got.

Nûavakirina hêza cewî ya Îraqî

Fermandarîya hêza cewî plan dike ku hêza cewî ya Îraqî ji nû ve ava bike, Emîn got, wî teqez kir ku "rê hîn dirêj e, lê em ber bi pêşketineke lezgîn ve han didin da ku em hêza ya cewî ji nû ve ava bikin".

Serkeftina planê xwe dispêre cîbicîkirina du armancên sereke, wî got: zêdekirina budceyê da ku têra lêçûna balefirên şer ya gelek bike û pêşxistina rîsorsên mirovî her çi qasî gengaz be.

Hêza cewî "girîngîyeke mezin" dide rahênanê, wî got, wî anî ziman ku "pêşxistina jêhatî û pisporîya balefirvanên me tiştê herî girîng e di mîsyona me de".

Ji bo vê yekê, ew bi awayekî rêzî tên lidarxistin, ne tenê ji balefirvanan re, lê herwiha ji endazyar, pisporên teknîkî re bo sazkirin û pêşxistina balefiran û karmendên ku di warê şehna cewî û misyonên kifş

Herwiha em dixwazin ku em binesazîyên rahênankirinê pêş bixin ên ku ji Kolêja Hêza Cewî û baregehên cewî yên ku çalakîyên rahênanê dihewînin mîna baregeha Îmam Elî"," wî got.

li gel vê yekê, karên avakirinê li baregehe cewî ya Suwêrayê, li başûr û rojhilatê Bexdayê berdewam in, a ku dê "baregeheke nimûne û ya herî pêşketî be li herêmê", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn dibêjin ku pîlotên Îraqî dê li ser wan rahînan bikin? Gelo ew xwe rahînan dikin yan jî balefirên şer ên wiha yên artêşa Amerîkayê ne?

BERSIV BIDE

pir-erkdarî

BERSIV BIDE