Nûçeyên Iraqê
Aborî

Buhayên xwarinê dîsan li jêr hikumê Tehrîr el-Şam bilind dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bazargehên Idlibê dîsan rastî tevgereke kêm ji ber buhayên bilind hat ku Tehrîr el-Şam bacine nû sepandiye. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Bazargehên Idlibê dîsan rastî tevgereke kêm ji ber buhayên bilind hat ku Tehrîr el-Şam bacine nû sepandiye. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî dîyar kir ku niştecihên li bakurê Sûrîyayê ku ji hêla Tehrîr el-Şam ve tên kontrolkirin ji ber bilindbûna buhayên berhem, nan û sotemenîyê ku hevbendîya tundrew pêk tîne, tengezar in.

Li gel bilinيkirina baceyên sepandî, Tehrîr el-Şam hişt berhem bên firoştin deverên li jêr destên rejîmê, tiştê hişt kêmanî çêbibe û buha bilind bibin, çalakger Heysem Idlibî wisan ji Diyaruna re got.

Idlibî dîyar kir ku piştî kontrolkirina bakurê Sûrîyayê bi temamî, Tehrîr el-Şam bacên li ser berheman sepandî bilindtir kir.

Idlibî anî ziman ku "bac li ser dikanan jî zêde kir û herwiha li jêr navine cihêreng jî bacine nû sepand, ku buhayên berheman karîna niştecihên Idlib, Hema û Helebê derbas kir.

Ciwan û çalakger li bajarokê Kefer Texrûmê li dijî rêxistinê derdikevin, ku aniha kontrola buhayê nên dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Ciwan û çalakger li bajarokê Kefer Texrûmê li dijî rêxistinê derdikevin, ku aniha kontrola buhayê nên dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku rêxistinê dest bi bazirganîya bi deverên li jêr destên rejîmê re kiriye, bi tayebtî li deverên Murak û Mensûrayê.

Idlibî got ev tê wateya kelûpelên hinardekirî û tiştên hawirdkirî duqat bac li ser tê wergirtin, ku herdu alî hem rêxistin û hem rejîm distîne, tiştê hişt buha pir bilind bibin.

Wî got encameke din a van kirinan ew e ku şênkayî û fêkî ji bakurê Sûrîyayê tên veguhastin deverên rejîmê, ku kêmbûneke ne mesele di van berheman de da der.

Idlibî da zanîn ku buha di heftîyên dawîn de duqat bûn, ku bilindbûna buhayan hemû cure sotemenî yên li jêr kontorla wê digire nava xwe, di rêya Kampanîya Weted ya Petrolê .

Wî daxuyand ku bilindbûna buhayan hêrseke mezin çêkir, ku xwepêşandanine mezin pişît ku Tehrîr el- Şam dest danî ser hemû nanpêjgehên bajêr û buhayê gurzeke nên bilind kir 50 lîreyên Sûrî ($0.10) hatin lidarxistin.

Xwepêşandan hişt hevbendîya tundrew li bajêr ji ser biryara xwe dakeve, lê bêle li deverine din ên li jêr destên wê ev yek meşand, ku aniha ard destser kiriye û buhayê wê kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500