Balefirên şer û helîkopterên Îraqî roja Pêncşemê (4ê Nîsanê) du êrîşên ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armanc kirin li parêzgeha Kerkûkê cîbicî kirin, û14 çekdarên rêxistinê hatin kuştin, Wezareta Berevanîyê Înê eşkere kir.
Van êrîşan "komên terorîstan li devrên Wadî Qerhayê li başûrê rojavayê Daqûqê li Kerkûkê armanc kirin", peyvdarê wezaretê liwa Tehsîn Xefacî got.
"Di êrîşa yekem de, balefirên me şeş terorîst kuştin û di êrîşa di pey re heşt çekdarên din hatin kuştin," wî ji Diyaruna re got.
Wî teqez kir ku "li gorî agahîyên berdest, piranîya terorîstên ku rastî lêdanê hatin çekdarên DAIŞê bûn," di nav wan de "serkirdene rêxistina terorîst".
Wî got jî ku "hin ji wan vê dawîyê ji şerê li Sûrîyayê raviyabûn û karîbûn bi dizî desrbasî erda me bibin," lê hineke din niştecîyên bajarokên rojavayê Kerkûkê yên mîna Hewîca, Reşad û Beşîr bûn.
"Herwiha agahî dîyar dikin ku destên van terorîstan di gelek tawanan de hebû û ew berpirs in ji kuştin, revandin û êrîşên vê dawîyê li dijî sivîl û endamên hêzên ewlekarîyê," wî got.
Operasyonên hevbeş ên serkeftî
Xefacî dîyar kir ku êrîşa asmanî beşek bû ji operasyona hevbeş ligel yekîneyên Fermandarîya Polîsê Federal, û ew li ser bingeha agahîyên ku ji alîyê welatîyan ve hatin dabînkirin hat cîbicîkirin, welatîyên ku agahî li dor cîhê tundrewan dabîn kirin.
Wî daxuyand ku herwiha agahîyên ku ji mikurhatinên ku çekdarên DAIŞê yên Îarqî dane, çekdarên ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ew dane dest ajansên hewalgirî û ewlehî yên Îraqî, di sehkirina cihê tundrewan de hatin bikaranên.
Êrîş "bi pêla lehîyên ku deverên armanckirî rastî wan hat hemdem bû", wî got.
Wî anî ziman ku vê yekê zor li bermahîyên DAIŞê kir ku xwe di newal û çîyayan de li derveyî veşartgehên xwe veşêrin weke hewldanekê ku erdeke ziwatir bibînin da ku xwe rizgar bikin.
"Dema ku wan hewl dida ku birevin, balefirên me çavdêrîya wan dikirin û yekser ew hatin tinekirin," Xefacî got.
"Şert û mercên jîngehê yên dijwar rê li ber balefirvanên me negirt ku bi awayekî gelekî serkeftî li deverên dûrdest û erdên xeternak bifirin," wî anî ziman.
"Me serkeftineke mezin a ku dê di xurtkirina ewlehîyê de beşdar be pêk anî," wî got. "Operasyonên me bi pêş ve diçin ber bi tinekirina çi hebûna nepenî ya terorîstan li her derê li welat."